Amed
Li Amedê piştî kuştina Serokê Yeni Îhya Der Aytaç Baran komên kontrayê yên çekdar sê nedamên Komeleya Hemwelatiyên Azad kuştin.
Piştî kuştina Aytaç kontrayan li Şehitlikê Qehwexaneya Sîsê û Komeleya Hemwelatiyên Azad dan ber guleyan. Endamê komeleyê Bayram Dagtan ku wê demê li avahiyê di civînê de bûn, ji civînê reviya û çû mala xwe. Di vê navê de endamekî kontra yê ciwan Bayram Dagtan şopand û li mala wî ew kuşt. Endamên Komeleya Hemwelatiyên Azad Emin Ensen û Bayram Ozelçi ku di heman demê de endamên HDP'ya Rêxistina Yenişehîra Amedê ne ji bo aşkirina gel hatibûn cihê bûyerê, lê ew jî li kuçeyê hatin kuştin. Hat gotin ku Ensen û Ozelçî li ber çavên polîsan hatin kuştin.
Sibê li Goristana Yenikoy dê cezaneyên Dagitan, Ensen û Ozelçi bê veşartin.
DÎHA
**
Nûçeya eleqedar: