Ax…
Axa ku ‘em jê hatine û em ê rojekê lê vegerin’ ji bilî adana li ser rû; di zik û hinavên xwe de genciniyeke ew çend hêja, giranbuha û berketî dihewîne, Xezîneya Qarûn potê feqîran e li hember!
Ma çi nîn e li jêrzemîna kûr ‘dinyaya tarî’, di hinav û betnê axê de!
Te bivê bi kulingan têkeve nava teşkan, komira qer jê derîne; te bivê zikê wê bidirîne, bigihe çem û deryayên avê…Te bivê jî bi metqebên kunker bikeve ser canê têr, xwîna wê ya qetr î qetranî, qîra ku bûye/dibe/dê bibe sedema şer û dagirkerî û qirbûna mirovê xwelîser, dewl bi dewl derîne û derênanê bi boriyê di zikê axê de, ji vî seriyê dinê biherikîne seriyê din…
Rojekê zimanê wê bigere û bikelime û ji roja ku gogeke agirîn bû û pê re pê re sar bû û kişwer bi kişwer ber bi bihara jîngeha bûnewer ve çû; ji wê serdemê, ji wê serdema ku kesek jê salix nade; lê tê zanîn ku mirov tenê bû hê, û hê bêziman bû; ax eyb û arên mirovahiyê di rojnûska zeman de roj bi roj lêke mîna waqanûsekî…an jî çîroka serboriya xwe û evdê ser-reş bi temtêla Utnapîştim, pal li tehteke ji van tehtên Cûdî, hurik hurik vebêje…evd wê xwe di kîjan kunê bixe?
Lê…mirovê bêar, mirovê li berxweneketî û çirçirok û bi hetîketî, tu tif li rûyê wî bikî jî, dê vê bibêje, ‘Baran e, rehma Xweda ye’!
Mirov jî ‘rehmek’ e, ax jî ‘rehmek’ e!
Ji her du ‘rehm’an li ber çavê Rehman kîjan dil bi rehm e?
Ax… an evd?!
Mirovê dil bi rehm û di heman demê de ji bazekî sîng-gewr dirîndetir û carinan jî ji hirça çiyê hovtir, her roj li hêleke gerdûna girover û germisoger jor û jêra axê tar û bêjing dike; axa wî nebese, li welatê reşikan, li yên çermsor û çermzeran cimî axa ku ne axa wî ye, dibe!
Ev bûyer bi destê mirov, li pêşberî çavê mirov û keriyê mirovahiyê diqewime.
Di wê kêlîka ku bûyera ‘cim’î’ pêk tê de, yek radibe weletê xwe yê li ser rûyê axê wekî yarê, wekî xwişkê, wekî dayikê bi nav dike û diqirê:
- Rahijin teşkên xwe… û biqeşitin ji ser axa min!
Dayik, dayika ku navê wê ax e, ‘rahbikike’ bêguneh e.
Lê kurên wê, nevî û nevîçîçirkên wê?!
Ya yên ku ji ser bar dikin û diçîn…û piştî demekê mîna fîlehên ku berê xwe bidin ‘geliyê mirinê’, lê vedigerin?!
Û …û ên ku niha, vê kêlîkê li ser dijîn û bi jiyînê re li vê rûdana kirêt temaşe dikin û bêdeng dimînin..?!
Di rewşeke wisa de, pêşiyên me yên ji aqilê xwe razî, bi tevahî rast, hebekî bi tinazî ev gotine, ‘Cilika bênamûsiyê kişandiye serê xwe’!
Bênamûs an binamûs, ji mirovên li ser axekê niştecih, rûniştî û xwecih; ji beg û axeyan, ji şivan û gundiyan, ji bajariyan û şehremînan… û pastar û zêrevan û nahtorên nahs pirtir… şa’ir ji axa xwe hez dike ku diqîre:
- Rahijin teşkên xwe… û bicehimin ji ser axa min!
Li ser axa min şa’ir dara berû ye:
Zexm, qurmstûr, qayim, pirgulî…
Rayek wê Xanî, ji delavên ‘hizra dewletê avê’ vedixwe; rayek wê dikişe keviyên Dicle, li berberojkên Birca Belek ‘lûleyên mensûrî ye!
Bi xuşîna her pêlê re li rex Çemê Hêzîl ‘ey ave av e’, Feqîyê suhbet-muhbet e!
Her berûya ku lê dikeve Cegerxwînekî bi hemmet e, nûbereyeke Lal e, Kawayekî kal e, Jiyaneke temenhezarsal e…
Li warê bi ‘cin û gul û kavil’ ne kesî kariye hilbike vê darê ji erqê, ne jî kesî şiyaye dengê şa’ir bibire!
Şa’ir bang dike:
- Rahijin teşkên xwe…û biqeşitin ji ser axa min!
Li dû banga şa’îr welatek dilîrîne!


