logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Di şiîra Cegerxwîn de sedemên kurdînivîsînê û zaravaye soranî

  • Dîrok: 24/10/2009

Ji bo salyadî şairî gewrey gewrekan Cegerxwînî nemir

Wezîfey xom her teblîxî kurd e

Le mirdû herçî dimîne nawe(1)

Seydayê Seydayan Ehmedê Xanî, di Mem û Zînê beşa VI’emîn de sebebê bi kurmancî nivîsîna berhemê wiha rêz dike:

Xanî ji kemalê bê kemalî

Meydana kemalê dîtî xalî

Yanî ne ji qabil û xebirî

Belkî bi teessib û eşirî

Hasil: ji înad eger ji bê dad

Ev bid’etê kir xîlafê mu’tad

Safî şemirand ve xwarî durdî

Manende durê lîsanê Kurdî

Înaye nîzam û întîzamê

Kêşaye cefa ji boyê a’mê

Da xelkî nebêjitin ku:’Ekrad

Bê ma’rîfet in,bê esl û binyad

…………………………

…………………………(2)

Di gel ku hin bêjeyên ne kurdî: Qabil, Xebîr, Teessib, Bid’et, Mu’tad, Manende, A’m…di ristan de dihewîne jî; bi gotina Xanî, dema ku dîtiye meydana hunerî xalî û vala ye; ne ji jîrî, şarezayî û pisporiyê; hebekî ji kevneperezî, hinekî ji hizra eşîrî; an jî ji girr û bêdadiya heyî, ji berberî û dijberiya bûyî (ya der barê kurdî de) ziman xistiye qalibekî, bi ser û ber kiriye, tahmek dayiyê; çi ji bo gel/xelkê…û çi ji bo ku hinek ranebin nebêjin ‘ekrad/kurd ne xwedî ‘kelam’ û huner in, bê esl û fesl… û bê kok û bingeh in…’

Li gorî hin çavkaniyan, kurdan ji wextê salixdayî-dîrokî heta bigihe îro 9 alfabe; Bizmarî, Avestî, Aramî, Pehlewiya Kon, Masî Soratî, Xuruc ul Sir, Erebî, Latînî, Kirîlî bikar anîne.(3)

Desthilata kurd rojek ji rojan rabe berhemên bi wan alfebeyan veguhêze alfebeya ku îro bikar dihêt-erebî an latînî- bi min bi dû Kitêbxaneya Îskenderiyê ya ku di dema desthelata Hz.Omer de hate sotin, dê pirtûkxaneya herî dewlemend û berhemdar be.

Belê; Xanî bi xwe jî ji ‘bêdesthelatî’ û ‘bêxwedîtiyê’ bi gazinc e ku, vê malikê di Mem û Zîn de bi cih dike:

Ger dê hebûya me jî xwedanek

Alîkeremek, latîfedanek…

Lê…xwediyekî li gel ‘a’lîkeremî’ û ‘latîfedanî’ zanîn, huner, helbest, kitab, dîwan… li

nik wî meqbûl/hêjabûya! Hingê me yê çi bikira? Wê gavê, wî:

A’lema kelama mewzûn

Alî bikira li banê Gerdûn

û...wê;

Bîna vê riha Melê Cizîrî

Pê heyy bikira Elî Herîrî

û…bi ser de;

Kêfek wê bida Feqihê Teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran(4)

Kî/kê bi baldarî û heyranî; di hin cihan de bi matmayîn û dilihayî nenêriye/nanêre li berhema li dû xwe ji qewmekî re, û pê re ji ciwaniyên mirovahiyê re hiştiye!

Balkeş e; Xanî dema ku vê berhemê dinivîse, xwe dişibine ‘seffarekî’, ‘merivekî dîn ji dest çûyî’, û ‘dînar/pere/mal bi dest nexistî’:

………………………….

Qelbê me nekir qebûlê hîle

Qet bo xerezê nebû wesîle

Dîn çû,û ne ket bi dest me dînar

Paşê ji neçarî bûyne seffar

Sifrê xweyê xef me eşkere kir

Qirtasiyebû me li lê dua kir

……………………………

……………………………

Kurmancîye sıfr e , bê gumane

Zêr nîne , bı bên sıpîde mane (4)

…………………………

…………………………

‘Safarê’ ku di wexta xwe de osmanî, erebî û farisî ji zimanê bav û kalan bêhtir dizane û dikare biçe ‘seffariya’ zimanekî din bike; ji ber ku dilê wî qabil nade/qebûl nake, berê xwe dide ‘seffariya’ zimanê xwe. Ji nefsbiçûkî û ‘alîcenabî’ vî karê ku dike, Xanî çendî bi ‘Saffartiyê’ bi nav bike jî, ya ku kiriye ‘zêrigeriyek’e, ku her ‘mêrxas’ nikare wisa bi hesanî xwe tê werke!

Jixwe, li Bakur di navbera Bateyî û Cegerxwîn de ‘zêringerekî’ din; ‘zêringerekî’ ku xezîneyeke mişt ‘zêr’ û ‘durr’ û ‘sedef’ û ‘yaqût’li dû xwe hiştibe, naxuyê. Ev yek, nayê vê maneyê; ku li Bakûr kesayetin hêja hin ‘dûr’ û ‘mirarî’ naxistine ser ‘xezîneyên’ li ber dest: Bi min, ya rast ev e; bi du dused salên xitm de, yekî Bakûrî zend û bend hildane, derdaw li xwe pêçane û daketiye qada hunerbazan. Cegerxwîn e ew, Cegerxwînê ku sê çar salan kêm zêde hemtemenê Hejar, Hêmin, Ehmed Namî, Osman Sebrî, Qedrî Can û Seydayê Tîrêj …

Cegerxwîn jî mîna seydayê xwe Xanî di destpêka nivîsînê de, sebebê nîvîsîn û hilbijartina kurdî/kurmancî, wsha berpêşî me dike:

………………………………………

Wextê min dî qewmê kurdî pirr delal

Ew di nêv ehlê cîhan de bê heval

Ba sexawet ba diyanet ba hiner

Min li goşê lewhê qelbim kir xeter

Ko beyan kim esl û ewsafên di wan

Milk û hikm û padîşah û her zeman

…………………………………..

………………………………….

Ez dizanim ehlê çend esrên berê

Bê teesib guh nade ne vê dirê

……………………………….

……………………………….

Vê ji yaran hêvî sed carî dikim

Zêde sed şukrî ji heqbarî dikim

Ko hezar û sêsed û hem çil û heşt

Bu ji Mûsayê Hesarî ev nivişt(5)

Wekî ji ristên li jor jî diyar e sedemên Cegerxwîn û sersebebên Ehmedê Xanî kêm zêde nêzî hev in.

Dîsa jî, bo ku îro hinek ranebin û nebêjin ‘Xanî ji kurdî pê ve bi zarekî din nizanibû ku bi

farisî an erebî binivîse’, pêşiya vê lomeyê bi yekkirina çarînên çar zimanî, dibire:

Hel lena min nî’metî weslil min nesîb

Ofîtadem ber deret bêçare,sergerdan xerîb

Derdîmîn çoqluxu senden ote yok hîç bir tabîb

Ey tabîbê,min dewayê derdê Xanî her wîsal(6)

Cegerxwînê ku Xanî dike Seydayê xwe, di detpêkê de wekî gelek kesên ku ‘xame ‘ di

‘hibirdanka’ zimanên serdestan dakirine, ew jî xwe radikişîne erebî.

‘Kurmê’ zimanê dagirkeran ne tenê dikeve zimanê meriv; bi demê re dil dikevêje, xwe li

xewn û xeyalên meriv radipêçe, û hêdî hêdî dinizile nava rih, da kes û kesayetê veguherîne ber bi nasnameyeke din de û merivê jêrdest bike kavilekî hîç î pûç.

Ji vê an ji wê, nivîskar û hozanvanê ku di destpêkê de xwe ranekişandibe tirkî, Erebî, farisî..nîn e. Di vê buwarê de kurdên fere-ziman û fere-çand(!) yên ku bi zimanê serdestan dinivîsin mînaka Cezayîr û Îrlanda derdixin pêş, û hevdanên nîvîskarên wan welatan ji xwe re dikin palpişt.

Ev babet ne mijara vê nivîsê ye, û jixwe gelek minaqeşe û guftûgo hatine kirin…

Ku em dagerin ser Cegerxwîn…me got ku Cegerxwîn jî xwe radikişîne zimanê erebî. Lê Seyda xwe zû ji nava pençên vî ‘gurî’ xelas dike, li tevî kerwanê Seydayê xwe Xanî dibe

Di gel vê ya, Cegerxwîn yek ji wan şa’irên kurmac e ku ji bilî kurmancî, bi kurmanciya jêr, zaravê sorî helbest lê kirine: Ev helbest bi jimarî 10 in di sê dîwanên Seyda de; ‘Agir û Pirûsk’, ‘Sewra Azadî’ û ‘Kî me Ez’ de ne:

Wezîfey Xom

Nawî Kurdistan pir şewq û taw e

Gencineyî fikrim maneyî em naw e

……………………………………..

…………………………………….

Wezîfey xom her teblîxî kurd e

Le mirdû herçî dimîne nawe

Cegerxwîn gerçî seydayê kurd e

Ta êsta pesnî kesêk nedawe(7)

Helbesta ‘Wezîfey Xom’ pesinnameyek e, bo şexsiyetek ‘alîceneb’ û ‘kerembala’ Elî Kemal-nav di helbestê de jî derbas dibe-bi soraniyeke ku her kurmancîaxêv jê tê bigihije, hetiye nivîsîn.

Lê helbesta bi navê Zilmî Bêgane Dibînim?

Ev helbesta bi soraniyeke sormancî me dibe salên 1960’î, dema mamostetiya Cegerxwîn di Zanîngeha Bexda de pişka Zimanê Kurdî…

Cegerxwînê ku wan deman bûbû endamê lîcneya sitendarkirina kurdî, li gel hemû êrîş û arişeyên rûdayî, em dibînin ku wî, wê demê siberoja qewmekî di ser hemû bîr û boçûn, hizr û ramanên cur be cur ên kes û derdorên bîrdoztndrew re girtiye; ‘mişara zimanê kurmancî’’ bi çend nimûneyên kicik be jî guheztiye zarê soranî:

 

Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me

Rencberî lawanî tû me,peykê mizgînê te me

Ey welatê min pût û latê min pîrê xemgînê te me

Rênckêşê lawê te me, peykê mizgînê te me

Gerçî kurdit pêm delên ‘bê dîn û gawir’ pêm xweş e

Dîn û îmanim tû wî men dîn û bê dînê te me

Kurd çendî li peyminbibijin ‘bê dîn û gawir’ bi min xweş e

Dîn û îmana min tu yî ,ez dîn û bêdînê te me

Em perîşanî û zilet têk le işqê tû exum

Pêm delên em şat û dîn e, rast e men dînê te me

Vê perîşanî û ziletê tev bo eşqa te dixwim

Li dû min dibêjin şet û dîn e,rast e ku dînê te me

…………………………………………………

Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar

Wa bi alem tal û tuj im çunkî şêrînê te me

Tama sebra min sebra te ye tal û tûjî zor me xwar

Weha bi alêmê tal û tûj im,ji berk u şêrînê te me

………………………………………………

Bes yekitî xweş divêtin da ku têk serbest bibin

Men be qurbanê sera û,ala rengînê te me!

Bes yekitiyek xweş divê,da ku tevserbest bibin

Ez bi gorî û qurbanê ser û ala rengîne me

Zilmî bêgane dibînim wa li xakî tû dibî

Şuhretî dawe dielêm men Cegerxwînê te me(8)

Zilma bêsedem dibînim,ev li ser axa te dibe

Dawa rûmeta xwe dikim,ez Cegerxwînê te me(9)

Seyda, di helbesta ‘Zilmî Bêgane Debînim’ de, li hember neheqî û bêdadiya ku lê dibe de,

raste rast giliyê xwe digihîne welatê xwe; Kurdistan! û dibêje ‘ev zilm û tawanên ku li min dibin, li ser xaka te, ji bal xelkê te ve tê kirin!

Baş tê bîra min, di salên 70’yî de çi li Bakur çi jî Başûrê Rojava (Binxetê) hin kesan bi navtêdana hin derdoran Seyda mîna mirivekî ‘xirrbûyî’, ‘gawir’,‘ji rê’ û jidînderketî’ bi nav dikirin û bi vê yekê diçûn bi ser Seyda de!.

Lê, ew Cegerxwîn bû: Şa’irê welatekî bindest û gelekî jêrdest bû.

Û wî, xwe qet wekî mirovekî bindest nedît; di gel rewşa heyî ya siyasî, olî û civakî a kurdan, pênc pere bi nêrîn û gotinên wisa nedan; bêtirs, raste ras rast bîr û baweriya xwe bi rêya helbestê radigihand civaka ku hêviya xwe bi welatekî azad û serbixwe ve girê dabû!

Dilêriya Seyda dilêriyeke bêpawan e.

Di dema mirina Faîk Bêkes de zilma ku lê dibe ji bîr dike; li dû Bêkes dibêje, ‘Bêkes tu ne Bê kes î!

Şîna Bêkes

Eto Bêkes niye bêkes,kesit ew role û lawin

Kesit ew şox û şang û naz,û ew xuşkên belek çavin

…………………………………………………………

…………………………………………………………

Emin wan nakesan nakim be kes bo xwe ,heval Bêkes

Kesim wa her de zindanan,dikrin hawar keç û lawin(10)

Ji helbestşînnameya li jor zordiyar e, Seyda hewl daye ku bi soraniyeke nêzî kurmancî

şi’ira xwe lê bikê. Jixwe heta demeke nêz soranî û kurmancî ne di rojeva kurdan de bûn û ji devla soranî û kurmancî, ev zarav bi kurmanciya jêr û ya jor bi nav dibûn…

Wekî encam, wekî peyva dawî; qelemdarên kurmanc û sorî ketibûna pey liv û tevgera hozanvanên wekî Cegerxwîn û Koyî, îro du zarav, du zaravên sereke yên yek zimanî ji hev (ev çend) dûr nediketin; nedibûn sedemê gengeşî û guftûgoyên ku îro tên kirin, û dê bêne kirin

28/07/2007/Amed

1. Kîme ez, Cegerxwîn, Wş.Avesta.

2.Mem û Zîn,E.Xanî,Wş.Hasad,Rp.60

3 .Em Zimanê Kurdî Binasin;Wş.Ens.Kurdî ya Stenbolê,Rp.11-12

4. Mem û Zîn,E.Xanî,Wş.Hasad,Rp.64

5. Kîme Ez, Cegerxwîn, Wş Avesta.Rp.318-319

6. Kovara war,Jmr.3

7. Agir û Pirûsk,Wş.Avesta,Rp 32

8. Agir û Pirûsk,Wş.Avesta,Rp117

9.A.Arî

10. Kîme Ez,Wş.Avesta,Rp.102

Ev nivîs di kovara W Jm.28 de derçûye

arjenari99@yahoo.com
Hin Nivîsen Nivîskar

ŞEQŞEQÇÎ

  • 12 Tîrmeh 2008

 Îro jî wekî gelek rojan, min derdawên kirasê xwe hildan, lewendî li zend û bendê xwe badan û min xwest bi du dest û deh pêçiyan dakevim qada...

Rojeke*

  • 30 Adar 2008

Wekî hemû rojên Xweda rojeke Çilê çil... Zivistan bi hemû rûspîtiya xwe mînanî hîzarekî çîk spî axa Xwedê nixumandiye. Li...

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”*

  • 20 Sibat 2010

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”* û şaxê zeytûnê, serhawe       gelek kevok firînspî spî, ji ezmanê şîn î...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Geşedana dengê zarokan

ad

Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berhemên we ye

ad

Li Tirkiyeyê întenet dikeve hemû trênan

ad

Di êrîşa Sûriyeyê de hejmara miriyan gihişt 15’an

ad

Hûnê çawa deng bidin? Va ne 5 pirs û bersiv

ad

Carlos Latuff xêz kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname