logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
news-details

Geşedana dengê zarokan

Zarok bi giştî di yek saliya xwe de dest bi axaftinê dikin. Pêşî bi gix-biv dest pê dikin. Di meha pêncan de dev bi ken

  • Dîrok: 09/01/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Amed TÎGRÎS

Zarok bi giştî di yek saliya xwe de dest bi axaftinê dikin. Pêşî bi gix-biv dest pê dikin. Di meha pêncan de dev bi ken dibin û îşaret bala wan dikişîne. Di şeşmehiya xwe de êdî dengê yek kîte derdixin. Wekî ma, ba, de, biv… Zarokên normal di yek saliya xwe de dikevin pêvajoya axaftina dengkîteyên dirêj. Di sê saliya xwe de hevok saz dikin, lê hîn jî nikarin hinek dengan baş derînin. Di vî temenî de gelek asayî ye ku pirsgirêkên deng hebin. Ji ber ku organên wan ên axaftinê baş nestewîne. Wekî masûlk, çene, ziman, diran, ziving…  Ji ber nestewîna van organên axaftinê zarokên biçûk nikarin hinek dengan derbixin. Bi taybetî dengên ku bi liva ziman û ji gewriyê bi şidî dertên, baş nikarin bi lêv bikin. Zarok nikarin û nizanin çawa ziman bitewînin û bilivînin, bi pêş û paş ve bibin û bînin û hema ew rasterast dipeyivin.

Bi taybetî nikarin dengên “r”, “k”, “t”, “g”, “y”, “z…” derînin an bi lêv bikin. Li gorî geşedana organên laşê her zarokî dikare cureyên bilêvkirina dengan werin guhertin.

Ji derî vê rewşa normal hinek sedemên din jî hene ku zarok nikarin bipeyivin. Wekî otîzm, hişdarî û pirsgirêkên bihîstinê. Zarokên wiha divê bibin ser diktorê taybet. Ev cure arîşe ne mijara vê nivîsê ye.

Ez behsa zaroka normal dikim, a ku nikare hinek dengan rast bi lêv bike. Baş e dê û bav û mamoste ji bo van zarokên normal ku dengan şaş derdixin, dikarin çi bikin?

Berî her tiştî divê nekevin tatêlê, ango panîk nekin û zarokê di halê wê yê asan de bihêlin. Bi israr li ser dengê şaş ranewestin û her tim ew deng pê nedin rastkirin. Bi tenê zarok dema dengê şaş derdixe, dê û bav an mamoste divê bi dengê rast bersiva zarok bide û nebêje, “tu şaş dibêjî, rastî ev e.” Heke tim ji zarok re bêjin, “tu şaş deng derdixî,” wê demê dikare li ser zarokî/ê bandoreke neyînî bihêle û derûniya zarok xerab bike. Şaşiyeke din jî ev e ku carnan dê û bav qaşo ji zaroka/ê xwe bêtir hez dikin, ew jî bi wî dengê xerabe bi zaroka/ê xwe re dipeyivin. Ev şêwe jî nebaş e û divê dê û bav wiha nepeyivin. Dema ew wiha bipeyivin zarok jî  êdî naxwaze dengê orîjînal derbixe û proses dirêj dibe.

Li mal, li zarokxane û li dibistanê divê bi zimanê zarok henek neyê kirin. Pêwîst e mamoste pêş li şagirdên din bigire ku henekên xwe bi zarok nekin. Mamoste pêş lê negire pirsgirêk mezin dibe û dibe mobîng. Min di salên 1970’yî de li herêma Licê dest bi mamostetiyê kir. Du şagirdên min hebûn ku ew nikaribûn yek-du deng rast derbixin. Şagirdên din teqlîda wan dikir û ji wan re digotin “lalo”. Ez li şagirdên xwe gelek sû bûm û min vî navnûçikî li wan qedexe kir. Divê kes bi wan henekê xwe neke.

Piştî salên 1985’an yanî 15 sal bi şûn de dema min li Stockholmê dest bi mamostetiyê kir, min  dît ku ev pirsgirêk li wir çiqas girîng tê dîtin. Civat û mamoste şagirdên xwe wiha perwerde kirine ku kes bi wan zarokan henekan nake, gelek normal dibînin û heta şagirdên din ji wan re dibin alîkar. Li welatê pêşketî li her dibistanê mamoste û pisporên taybet hene û di nav livdanekê de ne ku pirsgirêkan çareser bikin. Hezar mixabin li welatên paşvemayî îro jî metodên premîtîv bi kar tînin, encamên xerab û neyînî li ser zarokan dihêlin. Wekî mînak pênûs an kevçî dikin devê zarok û bi saetan heman dengî pê didin dubarekirin, zaroka biçûk telaqreşo dikin.

Ji Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji fîlmên ve hefteyê "Guneşî Gordum" li pêş e

ad

Tenten 90 salî ye

ad

Festîvala Karkeran li Enqereyê ye

ad

Li ser 10 salî û pêşeroja me

ad

Fotoyê rojê ji bo Cejna Ziman tê

ad

Welatên rojava Îran şermezar kir, Çînê banga aramî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname