Diyarname
TCDD'ê diyar kir ku di meha pûşherê de êdî dê li trênan jî xizmeta înternetê bikeve dewreyê.
Heta niha li trênên ekspres ên Başkent û Cumhuriyetê de xizmeta înterneta bê kablo hebû. Niha TCDD'ê (Rêyên Hesinî yên Komara Tirkiyeyê) eşkere kir ku hema meha pûşherê di di trênên din de jî xizmeta înternetê pêşkêşî rêwiyên xwe bike.
Wekî notek: Li Tirkiyeyê di otobusên taybet de (yên li nav bajaran rêwiyan dibin û tînin), di hinan de înternet heye, lê di piraniya otobusan de xizmeta înternetê nîn e. Di trênan de jî di yên Başkent û Cumhuriyetê de niha heye. Her ku diçe xizmeta înternet li Tirkiyeyê berfireh dibe.


