logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Bîra Pênûse

  • Dîrok: 25/01/2016
Mirovê xwedî çav, der û dora xwe dibîne.  Wisa dibêjim lê gelek caran hebûna çav têra dîtinê nake. Gelek caran zanîn û wêrekî divê ji bo dîtinê.
Heçî nivîskar an rewşenbîr be divê pêşî der û dora xwe bibîne. Peywira yekem, berpirsiyariya  serî ya rewşenbirî dîtin e. Loma nivîskar piranî, serpêhatiyên xwe, her wiha jiyan û rasteqîniya civaka xwe, dîmen û rûdanên erdnigariya xwe dinivîsînin.
Helbet ev nayê wê wateyê ku kirûyê gerdûnî, kêşeyên mirovên dî yan ên cih û warên dûr, nabin mijar û derdê nivîskêr. Lê serê pêşî divê nivîskar ber piyê xwe bibîne, hewşa xwe, kolana taxa xwe, taxa navçeya xwe û bajar û welatê xwe… helbet ev rê nivîskêr dibe nav zeviya gerdûnî jî.
Rewş, cih, dem çi dibe bila be, ev yek her tim derbasdar e. Çavên nivîskêr fireh in, dilê wê/î mezin û ew qasî jî zîz e. Ew mecbûr e kûr û fireh bibîne û rûdanên heyî di mêjî û dilê xwe de bipîve, bimeyîne û bi vî awayî raxîne ser sifreya xwîner û civakê.
Her mirov, her civak xwediyê serpêhatiyan e, xwediyê bîrekê ye. Di  vê pêvajoya civakî û dîrokî de, her cure pêkhatiyên jiyanê hene; şer, xemgînî, bobelat, serkeftin, şahî û şadî.
Li vir afirandin û hilberîna berhema hunerî, wêjeyî û mayindebûna wê bi hêz û şêweya nivîsakrî ve girêdayî ye. Mixabin, ligel ku dîroka kurdan bi serpêhatiyên awerte û balkêş û seranser bi xir û cir û teq û req ve miştî tije ye jî berhem ku bibin bergindeya vê dîrokê ne pir in.
Çend berhemên kurdan ên mîna Keleha Dimdimê, Mem û Zînê hene.  Ji bilî kîtekît an bûyer û rûdanên sereke yên mîna Dêrsim, Şêx Seîd, Zîlan, Agirî, Haco, Bedirxaniyan, Helebçe, Mazlûm Doğan, Greva  Birçîbûnê ya Çaran, Şewata Çaran, Panzdehê Tebaxê,  Pazdehê Sibatê, Qamişlo, Kobanî û hwd…  hejmara berhemên bi vî rengî nagihin hejmara serhildanên kurdan.
Bi vê hişmendiyê, Komeleya Nivîskarên Kurd, bi biryarekê bang li nivîskarên kurd kir ku destê xwe bavêjin pênûsê û bibin çav, ziman, dil ji van bûyerên dawî yên ku li ser xaka Kurdistanê tên jiyîn. Sûr, Nisêbîn, Farqîn, Cizîra Botan, Silopî, Kerboran, Dêrika Çiyayê Mazî, Şirnex û hwd. Ku ev yek, di dîroka têkoşîna gelê kurd de, rûpeleke nû ye û di pêvajoyê de hatiye vekirin.
Dibe ku bê gotin, di nav  pêlên şerê dijwar û êrîşên hovane de,  ku her mal, her devê deriyekî  bûye kozika şer, gelo dê çi wate, sûde û bandora hewldana pênûsa feqîr  hebe? Lê wekî ku me got pênûs bîra demê ye, singa kutayî di dîrokê de ye, dem tu carî nikare wê winda bike, bide jibîrkirin. Wekî ku şairê hêja Hasan Huseyin Korkmazgil jî di helbesta xwe ya li jêr gotiye, helbest, pênûs;  raste rast zikê birçî têr neke jî, dilê sotî hênik dike.
“Dizanim
Di matareyê de ne av 
Di tûrik de ne nan
Û di kemberê de ne gulle ye helbest
Lê dîsa jî 
Dikare  
Kesên ku
Di matereya wan de av
Di tûrika wan de nan 
Di kembera wan de gulle qediyaye
Li ser piyan bigre

Dizanim
Ev ne karê ku bi helbest û stranê pêk tê ye
Di şaxê de hinar
Di zeviyê de genimî sor nake minemina kevokê
Lê dîsa jî
Di nav diranan de mîna kêrê diberiqe
Rêza helbestê

Çav çavan nabîne
Piçek roniyek jî nîn e
Dil,  bazekî birîndar e
Doş dibe di valahiyê de
Belkî helbestek
Belkî piçika helbestê
Di tariya bêhêvî de deriyê me veke
Bihingive dilê me
Dest bide birîna me
Belawela ke tirsa me
…. …    ……      ……….”
Nivîsên ku bi vê mebestê bên nivîsandin û herî dawî heta 10’ê meha Reşemî  bigihin Komeleya Nivîskarên Kurd, piştî nirxandina ji hêla komîsyonê ve, dê wekî pirtûk bêne çapkirin.  Em li benda nivêsên we ne, qewed be…

Hin Nivîsen Nivîskar

PEYAMA CIZÎRA BOTAN

  • 13 Rezber 2015

Encama hilbijartina 7’ê Pûşperê, xaleke girîng bû di pêvajoya têkoşîna gelê kurd de. Girîngî û taybetmendiya wê, ji bihevrebûn û...

Heke ne fen e, ev çi dar û çi ben e?!

  • 23 Rezber 2014

Beriya  îro bi sed  salî, bazirganên emperyalîzmê hatin ligel altaxên xwe yên herêmê, erdnigariya kurdan mîna seriyek penêr bi kêrê qet...

Ji berhemên zindanê du mînak û rexneyek

  • 16 Pûşper 2016

Nivîs, ango karê vegotina hunerî; ji bo hinan mebesta deng vedan û namdariyê, ji bo hinan dermanê jibîrbûnê, ango sing kutana di jiyanê de, ji bo hinan karekî bi...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ

ad

Kobanî şehîdên xwe bibîr tîne

ad

Enqera de 'Anadolu Leopari' bi ser kewt

ad

Cenazey niştox Milan Kundera berd welatê ê

ad

Maçek hat lîstin du tîman derbe xwar

ad

Zilamê herî extiyar ê dinyayê xatir xwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname