logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Heke ne fen e, ev çi dar û çi ben e?!

  • Dîrok: 23/09/2014
Beriya  îro bi sed  salî, bazirganên emperyalîzmê hatin ligel altaxên xwe yên herêmê, erdnigariya kurdan mîna seriyek penêr bi kêrê qet bikin, kirin çar perçe, cokên xwînê di welatê me de vekirin. Û ji wê gavê ye ku  kurdan li ser xaka xwe, rojekê  bi xweşî û bextewarî nekarîn bijîn. Dara dagirkerên Kurdistanê, ji ser gelên Kurdistanê tu carê kêm nebû. Çi cara ku kurdan li hember êrîşan li ber xwe dan, ji bo azadiya xwe serî hildan, xwîna wan bû co û herikî.
Dagirkerî û mêtingeriya hêzên ku Kurdistan di nav hev de parve kirine çi qas dijwar û tund be jî, kurdan tu carê serî netewandin. Dîroka kurdan bi rûpelên qirkirin, mişextî , komkujî, êş û keseran ve tije tije ye.
Di seranserê dîrokê de, kurdan tu carî bi qasî ku îro bûne,  nêzîkî azadiyê nebûn. Di beşa çarîka dawî ya sedsala bîstem de, kurdan bi teşeyeke hemdemî, bi rêbazên aqilane civaka xwe  bi rê xistin û her wiha têkoşînê li ser bingeha vê rêxistin û van rê û rêbazên rastîn meşandin, bilind kirin, li ser erdnîgariya xwe, li Rojhilata Navîn bûne xwediyê vîneke bihêz, bûne xwediyê hêzeke ku êdî hemû dagirker, hemû hêzên emperyal, kurdan ligel rewş û potansiyala wan bigire ber çavan.
Jixwe li her dera cîhanê, desthilatdarên herêmî û her wiha yên cîhanê(emperyal) hesab û kîtabên xwe li gor rewş û hêzan digirin. Kurdan jî di van salên dawîn de, hiştin ku dagirkerên Kurdistanê, dewletên emperyal ê cîhanê di van hesab û kîtabên ku digirin de, gelek caran rûpelên xwe geh reş bikin, geh xera bikin, geh biçirînin, geh li rê û rêbazên nû bigerin ku di van rûpelên planên xwe de bi cî bikin ku, rewşa kurdan a bindestiyê bidome û her wiha xwîna kurdan di wê coka ku berî not û heşt salan li Sykes -Picot û berî nod salî jî li bajarê Lozanê hatibû kolan de, biherike.
Lê wekî ku me anî ziman, kurdan bi rêxistin û têkoşîna dawî, bi vîn û daxwazên azadiyê yên jêneger, li her çar parçeyên jihevqetandî, bûne xwediyê gelek bidestxistinên neteweyî, siyasî û her wiha leşkerî. Vê yekê her tim dilê neyaran êşand loma jî ketin nav hewldanên raman û planên xapînok. Bi qesta  aştî û çareseriyê, bi hêzên kurdan re ketin têkiliyên cur bi cur. 
Ji têkiliya desthilatdarên tirk ê bi Rêvebiriya  Herêmî ya Kurdistanê bigre heta bi hevdîtinin bi Nûnerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, hemû mebest, hemû nêt, hemû daxwaz û hemû hêviyên wan ew in  ku desthilatdariya xwe li ser kurdan bidomînin, kurd nebin yek, bihêz nebin û rewş û satûya wan a kambax û dîrokî heta hetayê bidome.  Civak û jiyana azad ku dê bi destê kurdan li ser xaka Mezopotamyayê ava bibe, berî şîn bibe, berî geş bibe, bê fetisandin. Mixabin ku gelek caran hin hêzên kurdan jî di van planên emperyalîst de, dibin amûr.
Û ji bo vê, û ji ber vê ye ku îro desthilatdarên tirk çekan didin hovên çeteyan ku ew jî bêjiyên kapîtalîzm û emperyalîstan in. Ji bo vê ye ku hêzên mezin ên cîhanê, ên mirovperwer (!), mirovhez (!), demokrat (!) û hiquqnas (!) li herikîna xwîna kurdan di cokên ku berî sed salî wan vekiribûn de, temaşe dikin. Xwe li ber guriya agirê ku mala kurdan dişewitîne de germ dikin. Agirê ku Kurdistan pê dişewite, kolanên mêtingeran ronî dike.
Bi van kirin û nêzîktêdayînên dewleta tirk û heta bi hêzên emperyalîstan eşkere bû ku nêt û mebest, ne çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ya di dilê wan de, ne azadî û xweseriya gelê kurd e. Hemû kirin û hewldanên wan fen û hîleyên modern in. Piştî sed salî tişta guherî teşeyê dolabê wan in. Ew dîsa li welatê kurdan cokên xwînê dikolin, dixwazin her tim xwîna kurdan biherike. Tişta îro li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê, li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê diqewime nîşaneyên herî şênber in. Ku ne wisa bûya, di vê pêvajoya ku jê re dibêjin “pêvajoya çareserî û aştiyê” de ev çi kirin û hewldanên kirêt in?
Biwêjeke kurdan heye, dibêje: Heke ne fen e, ev çi dar û çi ben e?!

 
Hin Nivîsen Nivîskar

Girêka faşîzmê

  • 03 Adar 2016

Temenê Komara Tirkiyê ku ji komarê bêtir dirûvê desthilatdariyeke faşîst pê dikeve û her wiha seranserî dîroka wê bi qonaxên qiran û bi...

JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE

  • 01 Sermawez 2012

Ku mirov, li ber rûbarekî rûnê û biqîre, “Hawar e hawar, av diherike,” ku mirov li rojê binêre û bibêje, “Ev çi tiştekî sosret e, roj...

NEGRÎ WELATO

  • 05 Berfanbar 2015

Di serê her sibeha rojên te, di her bûyer û rûdanên te de, birîneke din zêde dibe, li ser birînên heyî, birînên kûr û  bêcebar,...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dema Pêşbaziya Arjen Arî hat dirêjkirin

ad

Gotinên bi ser gotinî: Biwêj

ad

DTP dixwaze Dîlovasiyê bi dest bixe

ad

Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin girîngiya erbaneyê bi civakê bidin zanîn

ad

"Ma Mona Lîsa biroşin"

ad

Girtîgehên 5 navçeyên Amedê hatin girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname