“Ji bo ku mirov êşê fêm bike, divê berê mirov bi xwe êşiyayî be, an na bêwate ye”
“Êşâ kesê dinê rasterast û bi teqezî em nikarin hîs bikin, divê em hîs nekin jî, çimkî wekhevîbûn welew hundirîniyeke wisa dibe ku xeter e û wêranî be. Êşa me êşa ên din e, temam, feqet êşa ên din divê wekî êşa ên din bimîne. Esil wekhevîbûn(eynîbûn) encax di awayeke neeynîbûnê de ye ”(1)
Dema Michelangelo ji kevirên xwe yên mermeran peykerê Mûsa çêkir û qedand, hema hema dikira dîn bibûya, ji ber ku peykerê xwe bi rih kiribû, bi hest kiribû, zindî kiribû, loma jî Michelangelo dikira hişê xwe bixwara, xwe ranegirt û rahişt çakûcê xwe avêt peykerê xwe û got: "Rabe serxwe û bimeşe, biaxive, an na Xwedêyo divê tu rihê min bistîne." Yanê Michanlenjelo ew qasî peyker bi rasteqînî-zindî afirinadibû aqilê mirov disekinî, peykerê xwe xwedîrih û xwedîhest kiribû loma xwe ranegirt û got gerek tu rabî serxwe û biaxivî, bimeşî. Tew peykerçêkirina ji mermeran jî gelekî dijwar e, halbûkî tu hewka çakûcê xwe li mermer xîne, dê parçe parçe bibe, îcar peykersazê me bi mermeran peykerê xwe afirandibû, heta damarên peykerên xwe jî çêkiribû, damarên canê wî ji mermeran derxistibû holê. Hişê mirovî ranagire û hilnagire, hişê mirov disekine… Ma qey ne neheq bû gotibû Xwedêyo were rihê min bistîne…"
Îcar bo çi min behsa çîroka peykersazê xwe kir, min xwest ku bêjim, heke mirov çîrok nivîsand divê bi rih bin, divê bihest bin, heke tew mijar li ser şer û hilweşandina bajaran, rûxandin, hedimandinên bajar û navçeyan be, divê teqez û teqez hest û rih di çîrokan de hebin, heke mijara çîrokan piştî hilweşandin û rûxandinên bajaran-navçeyan û derûniya kesa-n be, derûniya gelekî (miletekî) be, divê baş bên rêsandin û dahûrandin, divê baş bihata çavdêrîkirin, gerek hemû çîrok xwedî rih û hest bûna… Feqet piraniya çîrokên me, bêrih û bêhest in, mîna mirov biçe tenê ji xwe re çavdêriyên xwe bike, paşê vegere û rasterast binivîse. Halbûkî piştî vê barbariyê, wehşetê, hovîtiyê û hwd din, divê dîtin û çavdêrî bêtirîn bihata şayesandin, bêtirîn kitekitên derûniya kes û gel bihata şayesandin, gerek mîna tabloyeke wênesazekî bihata hûnandin. Paşê jî dema me çîrokên "Belkî Îşev Binive" xwendin divê xweber hêsir di çavên me de biherikiya ser çîrokên ku "Belkî Îşev Binive" lê ne wisa ne. Feqet dema ku ez behsa hêsiran dikim, ez behsa zikşewatê welew dilpêşewatandinê nakim, ez behsa kûrahiya çîrokan dikim, kûrahiya êşê, kûrahiya tirsê, kûrahiya hilweşandina hişên kes-an û miletekî dikim. Hest, hêsan hatine nivîsandin, hevdilînî hêsan pêkhatine, jixwe hevdilînî heta ku mirov bi xwe nejî pêk jî nayê, mirov nikare rasterast wê hestê bijî, divê tu bixwe bijî, an na bêwate ye. Em bixwe ên din in, feqet em bi xwe jî ên din kêm fêm dikin, halbûkî divê mirov êşa xwe baş bizanibe û bizanibûya, êş gerek ew qas hêsan nehatiba rêsandin. Di dema şer de trajediyên wisa, tirsên wisa bi gel û kesan re derûniyên patolojîk û rewşên paradoksal ava dike, feqet ravekirin û kûrahiya rewşa şer û piştî hilweşandina bajar û navçeyan kûrahiya çîrokan kêm mane. Halbûkî di wê serdemê de hema hema gelek kes ji hêla derûniyê ve, derûniyên patalojîk, derûniyên kaotîk û derûniyên paradoksal jiyan, jiyane. Loma jî dema ku em li çîrokan dinêrin em pêre derûniyeke patalojîk, derûniyeke hilweşiyayî û hedimî, derûniyeke paradoksal û şopa derûniyeke giran em nabînin, tenê em di wêneyên ku hatine kêşandin de van derûniyan dibînin, feqet çend hevokên ku derûnîgiran jî di hin çîrokan de hebûn, mînak in:
Ji çîroka "Ya mirî li malê bû"
1) "Roja çarê gelek bêhn ket termê wê, me bi werîsekê dahêlikand di kolanê de" (r.28)
Ji çîroka "Kurdê Bêdeng"
2) "heşt roj in nikarim biçim malê. Jin û zarokên min 400-500 metreyan ji min dûr in lê ez nikarim xwe bigihînim wan."
3) "Du termên gêncan li mizgeftê ye, lê ti kes nikarin wan binax bikin" (r. 44)
Ji çîroka "Kurmên termê wî"
4) "Bi rojan termê wî li wê derê maye. Kirm ketine laşê kurikî"(r.81)
Di çîrokan de hema hema hevokên herî bi bandor ev her çar hevok bûn, heta mirov dikare bêje kûrahiya çîrokan di van hevokan de bûn. Bifikirin ku hûn ji bo meytê xwe "Werîs" dişixulînin, bifikirin ku "Kurm" têkeve meytê we û mirov nikaribe biçe meytê xwe bîne, bifikirin 8 rojan mirov nikaribe xwe bigihêjîne "Zarok û Jina" xwe û bifikirin ku mirov nikaribe "Meytê" xwe binax bike, a ev trajedî ye, hovîtî ye û wehşetiya mirovan derdixîne holê loma dema ku min behsa çîrokbihestkirinê û çîrokbirihkirinê dikir min behsa van rewşan dikir, ji ber ku rewşên wisa encax derûniya şer diyar bike, şer eşkere bike, çîrok bibe xwedî hest û birih, bi rewşên wisa encax em derûniya kesên xwedî meyt fêm bikin û dahûrînin, îcar dema em li hevokên li jor dinêrin em fêm dikin ku trajediyek, barbariyek, wehşetek û desthilatdariyek hovane li dar bûye û tirs hebûye… lê dema em bi giştî li çîrokan dinêrin, mirov dibêje qey tiştekî asayî qewimiye, tu xisar û zerar tune ye, yanê bi şêwaz û teknîkek lawaz çîrok hatine vehûnandin, halbûkî divê bi dengekî herî xurt, bi teknîk û şêwazeke herî xurt, bi naverok û bi hevokên herî xurt bihata rêsandin, bila mirov bizanibûya birajî barbarî, tirs, hilweşandin, hovîtî, rûxandin, hedimandin û hwd hene. Feqet tenê em ji wan çar hevokên li jor û ji wêneyan fêm dikin wehşetiyeke herî xedar, desthilatdariyeke herî dijwar û xedar li holê ye. Wêneyên çîroknûsên me teqez ji çîrokên wî serkeftîtir in. Bi qasî em trajediyê û pêgên barbariyê di wêneyan de dibînin em di çîrokan de nabînin.
Em hin mînakên şer bidin: Pablo Pîcasso di tabloya xwe ya "Guernîca’yê” de bi şêwaz û teknîkek herî xurt trajedî, êş û weheşetî rêsimandiye. Wêne bi xwe çîrokek herî hêja û serkeftî ye. Wêneyê me êşa heywên, êşa mirovan êşa alavan giş berbiçav kirine, wehşetî û hovîtî li ber çavên me raxistiye, mirov van hestan gişan hîs dike, îcar di çîrokên “Belkî Îşev Binive” de ev hest kêm in, halbûkî divê hestên herî zêde gerek ev bûna. Helbet wêne û çîrok ne heman tişt in, çiqas ne heman tişt bin heman demê de heman tişt in jî.
Em werin ser wênesazekî din, wêneyê wênesaz Goya, yê bi navê "Serîrakirina Gel" de jî heman rewş li dar e, wehşetiya Serdema Spanyayê li ber çavên mirov raxistiye, çimkî di wî wêneyî de jî heman wehşetî, hovbûn û desthilatdariyeke xedar heye, loma ev wêne jî van hestan bi mirovî dide hîskirin.
.jpg)
Em mînaka xwe ya herî dawiyê jî bidin: Pirtûka bi navê “Deftera bîranîna Anne Frank". Di vê pirtûkê de peyam û nameyên gelekî hêja hene, derûniyên rewşên wehşetê û hovitiyê di pirtûka xwe de berbiçavkiriye. Behsa wextê xwe yê qampê dike, Anne Frank jî di serdema şer de jiyaye, di serdema Hîtlerî de jiyaye û bîranên xwe di pirtûkê de komkiriye. Feqet dema ku mirov vê pirtûkê dixwîne mirov hovîtiyê, tirsê, trajediyê, wehşetê û desthilatdariyê fêm dike. Li ber çavên me bi awayekî eşkere raxistiye.
Mînakek ji pirtûkê: Van Daan got: “Wê çaxê em radyoyê ji holê rakin.” Mêrê wê ket navbera axafinê: ”Em bavêjin sobeyê.”
Yekî din got: “Piştî ku em hatin girtin şûnde, wê çaxê bila qe radyoyê jî bibînin.” (2)
Dixuye ku radyoyek tenê bê çiqasî rewşa wan eşkere kiriye, tenê ji bo radyoyekê ew qasî nîqaş danîne, îcar di vê bîranînê de gelek rewşên tirsnak û trajîk hene. Yanê bi kurtasî divê bêtirîn çîroksaziya wan çîrokan welew çîrokên çavdêrîbûyî, bêtirîn xwedî bi hest û rih bin, li gor qewimînên rasteqîn ev çîrokên me pir hêsan mane, helbet rojnamegerî û çîroknûsî ne heman tişt in feqet di heman demê de ji hêla dîtinê ve hinekî jî hevpariya wan heye. Di bûyerên rasteqîn de mirov mecbûr e, serê xwe, laşê xwe, bedena xwe, rihê xwe, hestên xwe, hişê xwe û bi hemû organên xwe, xwe biêşîne, çîrokên êşê ne ew qasî hêsan in, em qala “Êşê” dikin.
1- Jacques Derrida, Gramatolojî, wergêr, İsmet Birkan, weşan, BilgeSu
2- Bîranîna Deftera Anne Frank, weşanên Papîrüs, wergêr, Can Yücel
2- Bîranîna Deftera Anne Frank, weşanên Papîrüs, wergêr, Can Yücel


