logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Cegerxwîn: Homerosê Erdnîgariya Kurd

  • Dîrok: 01/03/2008

Wezîfey xom her teblîxî kurd e
Le mirdû herçî dimîne nawe*

Îro li vê holê ne tenha şaîrekî ku bi helbesta xwe mohra xwe li rûpelên dîroka wêjeya kurdî ya qirnê 19’emîn daye bi bîr tînin; bi du cild “Dîroka Kurdistan”  dîroknûsekî, ferhengsazekî xwedî du cild “Ferhenga Kurdî”; bi pirtukeke rêziman rêşanîderê zimên, bi “Cîm û Gûlperî”, û “Reşoyê Darê” çîroknûsekî; bi berhema bi navê “Folklora Kurdî” folklorzanekî, bi kitêba bi navê “Jînenîgariya Min” bûyervebêjerekî rewan, ku qewimînên civakî û  serpêhatiyên dem û temenekî, bi wext, bi mekan, bi nav û nîşan; carinan bi vegotineke kêlî bi kêlî, carinan jî bi navbirine bi meh û sal  … û bi deh dîwanên ku ji me re hiştine şaîrekî gewre, şaîrê xwediyê şiîra “Kîme Ez” ku nave xwe daye festîvalê, yad dikin.…

Digel ku wî wekî remz, navê Hesarî, Seyda, Cegerxwîn li xwe kiribe, wekî şagirtekî ji mafê xwe dibînim ku ez du navên din  li van zêde dikim:
1- Homerosê Kurd
2- Seydayê Evîn û Birînê!

Hemû taybetmendiyên wî li aliyekî, Cegerxwîn bi hilbijartina zimanekî fesih, sivik û zelal, bi her peyvê li dil û deriyê her kurdî daye.
Ji vêya, em dikarin bibêjin ku wî jî wekî Seydayê xwe Xanî, xwestiye `a`mê` bi hez û hêz û bedewiya peyvê bihesine, û a`mê, yanî tebeqeya jêr ya nezan û xizan û bindest bi sewta helbestê hişyar bike, rake ser pê!
Dema ku dibêje ‘dil wegeriya ji nezma xweşlugat/ hate ser nezma sê car faîlat’ rê li ber me digire ku em bi çaveke rexnegirî nêzî huner û zimanê helbestê bibin.

Di hilbijartina ‘wezna sê car faîlat de’ ev çend bi ser dikeve, yekem car, helbestên şaîrekî kurd hem di nava gelê a`mî` de, hem jî di hucreyên medreseyan de, û li tekiyayên şêx û dîwanên axayên ku Cegerxwîn bi tûjî û tundî bi ser wan diçe de dihên xwendin û jiberkirin…
Bi gotineke din mîna ‘rabsodên’, ‘Homeros’ derweşên helbesta Cegerxwîn, helbestê ji devan digihînin devan, û li çar rexên xaka dabeşkirî digerînin.

Dîroknivîsên Wêjeya Dinyayê bo destanên Homeros ‘Îlyada’ û ‘Odesîa’yê vê têbiniyê lêdikin, dibêjin; ‘Ne ji Rabsodan (ew kesên ku ji devê Homeros destanên wî dibihîzin û ji ber dikin) bûya dinya dê ji wan destanan bêpahr mabûya!’
Cegerxwînê ku di sala 1925’ê de dadikeve qada helbestê, wekî ku tê zanîn di sala 1945’ê de dîwana xwe ya yekem, ‘Agir û Pirûsk’ li Şamê bi alîkariya Mîr Celadet çap dike.
Ev mawe maweyek dûvedirêj e. Di vê wexta raborî de wisa dixuye ku Cegerxwîn jî helbestên xwe mîna qetedastanên Îlyadayê li malên hezkerên peyva kurdî, di şevbihêrk û civînên dost û yaran de xwendine.

Ev yek, liv û helwesteke Homerosane ye.

Zimanê sivik û zelal, ristên xweşkêş û xweşserwa di demeke kurt de ‘rapsodên’ xwe peyda dike û ew wekî derweşên terîqeta Cegerxwîn helbestan yek bi yek ji ber dikin û di nava gel de belav dikin.
Ji derwêşên helbesta Cegerxwîn hê jî hindek kes li heyatê ne: Ji van kesan yek Sebriyê Xelo Sîtî, Ehmed Kurdî, Bavê Mislih e… ku ev ciwanmêran ji Cegerxwîn bêhtir helbesta Cegerxwîn ji ber dizanin!
Şahidekî din yê vê ‘dengbêjiya’ Seyda,  şaîrê ciwan Kawa Nemir e ku ji herêma Serhedê ye. Nemir dibêje, ‘Rojeke dêya min di ber xwe de wekî stranek tiştek digot, bala min kişand û min jê pirsî, ‘ev stran a kê ye dayê?’
Bersiva dayê ev e, ‘Jê re dibêjin Cegerxwîn lawo, dengbêjek e!’

‘Dengbêj’ Cegerxwîn ne bi tenê li Serhedê diqîre; hê di salên 60’î de bi vê helbesta li jêr ya bi zaravayê soranî, doza qedr û siyanet û xatirê xwe yê ku îro li vê ser vê axa azad, bi al û xwedîşiyan û desthilat; li Kurdistanê dike:

Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me
Rencberî lawanî tû me, peykê mizgînê te me

Gerçî kurdit pêm delên ‘bê dîn û gawir’ pêm xweş e
Dîn û îmanim tû wî men dîn û bê dînê te me

Em perîşanî û zilet têk le işqê tû exum
Pêm delên em şat û dîn e, rast e men dînê te me
…………………………………………………
Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar
Wa bi alem tal û tuj im çunkî şérîné te me
………………………………………………
Bes yekitî xweş divêtin da ku têk serbest bibin
Men be qurbanê sera û, ala rengînê te me!

Zilmî bêgane dibînim wa li xakî tû dibî
Şuhretî dawe dielêm men Cegerxwînê te me*

Belê…ew Cegerxwînê kurd û Kurdistanê ye.
Û îro Kurdistan heye.
Kurdistan zû yan dereng mecbûr e rûmetê bide rûmetdarên xwe û li  hemû nîrx û hêjayiyên xwe xwedî derkeve.


*Agir û Pirûsk

11-29/02/2008 Hewlêr-Amed
Têbinî: Ev nivîs qetek ji axaftina min a bo festîvala Cegerxwîn e berî pêşkêşkirina babeta Sedemê Kurdînivîsînê û Di Helbesta Cegerxwîn de Zaravayê Soranî ye.


Têbiniya Diyarnameyê:
Nivîskarê me Arjen Arî piştî ji Festîvala Cegerxwîn, ji Başûr vegeriya qeyrana dil derbas kir. Ew rakirin nexweşxaneyê, anjiyo bû û niha li Amedê, li mala xwe bêhna xwe dide. Digel ku divê hê bêhna xwe bida jî dîsa jî navber neda nivîsên xwe û nivîsa xwe ya vê hefteyê şand.
Em careke xêrhatinê li wî û li dilê ku ew li erdê nehişt, rakir ser piyan dikin. Careke din tu bi xêra hatî kekê Arjen, careke din derbasî be.

Hin Nivîsen Nivîskar

Lêgerîn

  • 30 Tebax 2008

 Gotine ‘tu li çi bigerî tu yê bi ser wê ve bibî’!Biservebûn carinan demeke dûdirêj dikişîne.Ev lêgerîn; lêgerîna li nirx û...

Heft rojên ku wêneyê wan bi diwarê bîra min ve hilawistî

  • 17 Gulan 2008

 Wêneyê roja ewilHavîna 76’ê ye…Ji heyvan pûşper, ji rojan pênçşem, ji demê danê piştî nivro…Cih û mekan wekî her dem û...

14 çarîn: dil, û şitlên ji ber dara dil çûyî

  • 24 Rêbendan 2009

    dilnavê te kaçûmanok, navê te bêndera tayêsira nesimî hênik tenik, dil Çola Kerbelayêziman melhêba peyvan, çarînan didêrim...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mankena Victoria's Secret ji ber "ewlehiyê" nehat Tirkiyeyê

ad

Arjantînê hakêm guhart!

ad

KAOSGL ji bo Newrozê bi kurdî weşan kir

ad

Li Fransayê çepgir bi ser ketin

ad

Mebûsê BDP’ê Ayhan sirgûn kirin

ad

Serokê Juriya Cannesê hat eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname