logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

ÇÎROKÊN DERSJÊDERXISTINÊ

  • Dîrok: 20/12/2019
Pirtûka çîroknûs Hesen Qizilcî ji 14 çîrokan pêk tê û her çîrokek bi serê xwe taybet û girîng e. Piraniya çîrokên “Kenê Parsek” mijara xwe ji dersjêderxistinê werdigire lê belê ez behsa hemû çîrokan nakim, ji ber ku gelek çîrok ji hêla mijarê ve dişibiyan hev û di her çîrokan de zêdeyî xwe karekter hebûn. 
Çavkaniya mijaran piranî li ser axatiyê, ol, fitre, şêx, zevî, karê pembû û genim, rojên xêran, rojî, hecîtî, meletî, mizgeft, eşîrtî, begtî, desthilatdarî, xapandin û hwd bûn. Di çîrokan de Hesen Qizilcî têkiliyên dewletê û ên eşîran berbiçav kiribûn û çavdêriyên xwe bi şêwazeke îronîk veguherandibû çîrokan. 
Di hinek çîrokan de behsa Şerê Dinyê û serdema Qazî Mihemed û serdema Osmaniyan kiribû. Di wê heyamê de têkiliyên axa, began, eşîran û dewletan pevgirêdayî bûn, feqet piranî jî dewletê ew dixapandin, em fêm dikin ku ava kaniya çîrokan bingeha xwe ji kaniya dîrokê werdigirin. Yanê Hesen Qizilcî divê gerek hûn dersekê ji dìrokê werbigire, ez wan çîrokan hewante nanivîsim, divê hişyar bin. 
Di çîrokan de karekterên me pir bûn, di hin çîrokan de serleheng hebûn û qehreman û pêşeng bûn, di hin çîrokan de jî ji karekteran wêdetir mijar pêşeng bûn, loma jî pirtirîn ez ê baldariyê bikêşînim ser naverok û mijarên çîrokan. 
Di naveroka çîrokan de karkerî jî xwediyê girîngiyekê bû. Belê çîrokên me ji hev cûda bûn feqet hinekî dişibiyan hev, serpêhatî û raçavkirin di çîrokan de bingeh e. Çîrokên me, çîrokin rojane ên ku di heyama xwe de qewimîne û esil daxwaziya çîrokan an jî a çîroknûs dersjêderxistineke ji bo îroyîn û pêşerojê ye. 
Bi qasî têgihîştim piraniya çîrokan mirov dibêje qey li rojhilat qewimîne. Zemîna çîrokan li ser erdekî rasteqînî dibilindîne, feqet ev zemîna erdê rasteqînî veguherandiye sêwirandinan, yanê rastî û sêwirandin bi hev hatine kemilandin. Hinek çîrok jî mîna ku li başûr qewimî bin. Talî di çîrokan de mekan diyar e. Xumamî tune ye. Di çîrokan de mekan, wext, karekter û mijaran de zêde xumamî tune ne.  Di rihê çîrokan de çanda kurda ya di paşdemayî û ol desthilatdar e. Îcar ji ber ku li Rojhilat ol desthilatdar e, loma jî mijarên olî veguhezîye pênûseke oldarî. Yanê di pirtûka çîrokên Hesen Qizilcî de ya bi navê “Kenê Parsek” de tesîra olê xwe daye der. Yanê oldarî desthilatdarî li pênûsa Hesen Qizilcî kiriye. Feqet Hesen Qizilcî bi aweyekî dersjêderxistinî pênûsa xwe hûnandiye, tevlivandiye, ne ku hikumdariya olê pejirandiye, feqet wî bixwaziya û nexwaziya jî pênûsa wî yê di bin bandora mijarên olî, şêxan, began û eşîr û axayan de bimaya, lê belê xwestiye ku gel û civaka wî hişyar be û dersekê jê werbigire. 
Hesen Qizilcî bi awayekî îronîk û destpêdanî çîrokên xwe hûnandiye. Mijaran de alvêr û dirav cihekî girîng wergirtiye. Yanê esil hinekî mijar ked û kedxwarîbûn e. Ango kedkarî û kapîtalîzm mijara çîrokan ne. Ji ber ku di vê alvêrê de feîz û deyndayîn heye. Cihê ku feîz û deyndayîn lê hebe li wir kapîtalîzm dibe mijareke sereke. 
Hesen Qizilcî di çîrokên xwe de dîalogên di navbera gel û began û axayan diqewimin û qewimîne bi awayekî eşkere di çavên me de rakiriye armanc xwestiye ku gel û civak vê rastiyê bibînin. Bêhna kurdî û kurdayetî tam ji çîrokên Hesen Qizilcî difûrin. Hemû tibhên kurdan, baweriyên ku xwe bi niviştan didin der, çanda wan, folklora wan, cil bergên kurda ên qedexekirî, qur'ana pîroz, begên kurdan û qanûnên dewletê, hesûdî û axatiya wan, xulamtî û evînên wan ên trajîk û qedexekirî, çavbirçitî û dirav hwd.. mijarên ku giş di qesr û qonax û koşkan de diqewimin giş bi awayekî îronîk daye der. Di çîrokan de baweriyên olî û mijarên mîtolojîk serdest in. Ji pirtûkê em li dû çîrokan binêrin em ê kêmzêde mijarên çîrokên Hesen Qizilcî li ber çavên xwe û we raxin. 
Di çîroka “Kenê Parsek” de  mijar kedkarî ye. Di vê çîrokê de karekterê me Hemereş “karkerekî” zexm û jîr û jêhatî ye, feqet paşê pîr dibe û êdî kes tu qîmet û qedrê nadin wî, di wexta xwe de gelekan bera dû wî didan, lê niha parsektiyê dike ji mecbûrî. Hemereş bi hêza milê xwe dijiya û dihat nasîn îcar niha jî bûye qeşmerên guran yanê divên dema ku seh pîr dibin dibin qeşmerên guran, Hemereş bûye qeşmerên ber devên herkesî. Mînakek ji çîrokê “Tu karkerekî baş î. Ha wext e ku tu li ser karê min bimrî û kefen û mefenê te jî bikeve stûyê min û gorkolan û veşartina te jî bimîne ser milê min.” (rp,19)  Herkes jê re dibêjin here parsektiyê ji xwe re bike lê Hemereş dibêje ez naxwazim  parsektiyê bikim, dixwazim kar bikim. Feqet talî mecbûr dimîne û parsektiyê dike. Lê belê dema ku parsektiyê dike kezaba wî dişewite, raboriya wî tê bîra wî û diqehire. Di vê çîrokê de esil mijar heqî û neheqî ye. Mijar edaleta însên an jî edaleta jiyanê li bêjing zemên dixîne. Berjewendî di vê çîrokê de heye, di wexta xwe de herkesî bera dû hemereş didan niha jî tu kes jî li wecê wî nameyzîne. Rastiya jiyanê li mêzînê ketiye, Hemereş nû li xwe hayê dibe, nû ve fêrî jiyana rasteqîn dibe, mîna ku li dîwarekî biqewime wisa pêrgî rastiya jiyanê dibe.
Ji Çîroka “Nivişta Amîne Xan” jî çîrokek mîtosîk e mînakin ji çîrokê:
"Xwedê jê razî be, ji bo kar û barê xelkê gelek jêhatî, zîrek û xêrwaz bû, ji dia û selewatan, ji nivişt û efsûnan, ji destgirtin û falgirtin, ji kel û pel, şîfa û derman, misilman bê beş nedikirin"(rp, 75)
Reşîd: “Ma ez tiştekî ji te venaşêrim! Ez ji keçekê hez dikim, lê dikim û nakim bersiva min nade. Heger tu niviştekê ji min re çêbikî û ji min re bînî rê, tu çi bixwazî ezê bidim te” (rp, 80) Di vê çîrokê de nivişta Amîne Xanê nivişteke efsûnî ye, totemî, anîmîstîk û tabûyî ye. Nivişteke sêrbazî ye. Yanê dema ku kesek ji niviştekê bawer bikin tiştên ku dixwazin pêk tên. Esil ya di vir de girîng “nivişt e” di vê çîrokê de rola niviştê roleke mîtosîk û totemîk e. Heman demê de roleke civakî jî werdigire. Halbûkî bawerî bi hin tiştên din ve girêdayî ye. Feqet mirov qels in û xwe bi tiştên qels ve girê didin. Tiştên dijwar bi zehmet in. Dema ku mirov baweriya xwe bi nivişt û miviştan ve girê bidin qelsiya mirovî derdixîne holê. Ji ber ku mirov qels e, ji bo hezkiriya xwe berê xwe bi nivişta vekiriye, belkî jî ji neçarî êdî baweriya xwe bi niviştan aniye. Wateya niviştê bi gelek awayî tê bikaranîn, hin kes ji bo tirsê, hin kes ji bo nezerê, hin kes ji bo çavnokiyê bikartîne. Yanê nava gel û civakê de rola niviştê efsûnîk û sêrbazî ye. Loma nivişt tiştekî mîtosîk e, û ji afirandina fikrên însên welidî ye. Yanê esil hem xapandinek e, hem jî realîtek e. Bi baweriya mirov ve girêdayî ye. Loma jî Hesen Qizilcî piranî çîrokên xwe li ser bawermendiyê nivîsandiye, û bi saya niviştekê baweriya civakekê û gelekî derxistiye holê. Karektera me Amîne Xan di vir de roleke efsûnî hilgirtiye ser milê xwe. Ew bi saya niviştan dikare xwestekên gelekan bi cî bîne. Amîne xanim qehremaneke mîtosîk e. Ya ku ew kiriye qehreman jî însan bi xwe ye.  Her tişt hinekî bi baweriyê û nebaweriyê ve girêdayî ye. Esil nivişt di vê çîrokê de totem e û veguhezîye tabûyan. Ji ber ku di totemê de baweriya oldarî û bireserî heye. Biresereke çêkirî dibe ku bibe totemeke baweriyê loma jî nivişt totemek e. Heman demê de anemîzm  e. “Anenemîzm bi wateya xwe ya bi kurtasî têgehên ku bi teoriya(bîrdozî)rih ve girêdayîne. Bi wateya xwe ya berfirehî jî piranî teoriya rihên jîndar e. Anîmîzm vêga ne olek e, feqet paşê dê bibe sedema şertên welidandina ewilî ya olê. Xuyaye ku damezirandina mîtosan(efsaneyan) li ser bingeha anîmîzmê ye. 
Li gor fikra  E.B. Tylor sêrbazî wiha ye: “Têkiliyeke ku di hiş de dameziriye mirov wekî rasteqîniyeke ferzkirî fêm bike. Anîmîzm fikreke pergalî ye, bi bûyerekê tenê nayê ravekirin*. Bi kurtasî mirov dikare bêje animîzm, zindîkirina tiştên ku li xwezayê bêrih in. Yanê anîmîzm  rihkirina bireserên xwazayê ye, zîndîkirina bireserên xwezayê ye. Wekî Tylor jî dibêje, sêrbazî di hundirê hiş de tiştekî ne rasteqînî ye, feqet mirov wê sêrbaziyê mîna ku tiştekî rasteqîn e fêm dike an jî ferz dike, halbûkî xapandineke û îlîzyonîzmeke sêrbazî, loma jî bingeha niviştê xwe dispêre dîwarê totem û sêrbazî û tabûyan. Ji ber ku bira jî ew ê bi saya niviştê xwe bigihêje hezkiriya xwe... “Totem her daîm biresereke komikî ye, vana piranî ya çeşnekî heywên e, ya jî çeşnekî nebata ye car caran jî bireserên bêrih ên xwezayê ne û pirî kêm jî bireserên çêkirîn e. Totemîzm bi qasî civakî ye, ew qasî jî pergaleke olî ye.**” 
Helbet cureyên toteman pir in, 1).Totemên pergalên qebîleyî, 2).Totemên zayendî û 3).Totemên şexsî hene. Çîroka me piranî bi totema yekemîn ve girêdayî ye. Ji ber ku totemeke civakî û çandî ye, zû bi zû ji nav civakê dernayê. Çîroka me çîrokek totemîk, anîmîstîk û sêrbazîk e. Ya ku vê metaforê tîne cî jî metafora baweriyê û olê nivişt e. Belê nivişt di nav gel de gelekî bi bandor e. Gelek civak û gel jê bawer dikin û wekî totemekê dipejirîne. Ji xwe di çîrokên Hesen Qizilcî de piranî behsa began, axayan, hecî û sofîyan dike, ji xwe di nava gel de vana giş êdî bûne totem  û tabû heta ku rojekê ji kok ve bişikên, feqet her diçe van totem û tabûyan dişkên û hildiweşin. Hesen Qizilcî behsa totem û tabûyên heyama xwe kiriye di çîrokên xwe de û xwestiye em dersê jê derînin. Feqet hîna jî van totem û tabûyan didomin di heyama me de , bi şêwaz û teknîkeke modern didome mixabin!
*) Totem  û Tabû, Sigmund Freûd, weşan Sayfa

Hin Nivîsen Nivîskar

'Dîn û Şîn' û gotina 'Xwedê Mir'

  • 06 Rêbendan 2024

“Ji bo dînîtiyê, berî sedsalên berê redkirina xwedayan bû, lê di sedsala 19'emîn de model hate guhertin û mirovan xwe wekî Xwedê dîtin,...

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • 12 Tebax 2023

“Ji dinyê bêtir “xwe” têk bibin.”DescartesLi gor J.P.Sartre; heyînparêzî di mirov de lê tenê di mirov de, berî kakil tê, yanê ev tê...

Dersxaneya Heyatê Kaniya Pehn

  • 23 Gulan 2020

Berî ku çîroka Kaniya Pehn binivîsim min telefona bavê xwe û diya xwe kir. Min go:- Elo dayê, diya min go “ha kurê min.” Min go- Tu çawa yî, baş...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

“Beyaz Melek” li DYA’yê bi ser ket

ad

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

ad

Em 'destnedana' hemû mebûsan rakin ka dê kî zerar bike

ad

Selahattîn Demîrtaşî pirtûk îmze kirin

ad

Li YE’yê firotina erebeyên dîzel û ên bi benzîn dê bê qedexekirin

ad

Muşerref çû dê kî were?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname