logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

DEQÊN CIHÊRENG

  • Dîrok: 20/02/2021
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn ji me re rêya felat û xweşîyê vediçe.”(1) 
Nivîskarê me jî di vê pirtûka xwe ya bi navê “Deqên Qesas” de dike hawar û hawar û dibêje xwe binasin û binasîn xwebûn e, xwebûn jî xwenasîn e...
Pirtûka helbestan a Lal Laleş ya bi navê “Deqên Qesas” ji du beşan di xwe de dihebîne. Beşa ewil helbestên li ser pêşengên kurdan, helbestvan û wêjevanên kurdan û yên dinyê hatiye nivîsandin. Yanê helbestvan di her deqekê de nivîskarekî, rewşenbîrekî û pêşengekî dinasîne. Her pêşeng û wêjevanên kurd li gor tevgerên wan, helwestên wan û fikrên wan helbest li ser wan hatiye nivîsîn. Yanê bi awayekî çawalêhato nehatine nivîsandin. Ji Medan bigire heta Kawayê Hesinkar, El Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Celadet Ali Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qazî Mihemed, Mûsa Anter, Mehmûd Baksî, Murathan Mungan, Yaşar Kemal, Cesare Pavese, Italio Calvino, Paul Eluard li ser van nivîskar û rewşenbîr û pêşengan helbest hatine nivîsandin. 
Helbestvan xwestiye nêrîn û bingeha van wêjevanan, fikr û kirinên wan destnîşanî me bike. Talî helbestvan bi helbestê xwe neynika hiş û fikrên van nivîskar, rewşenbîr û pêşengan teyisandiye. Her yek mîna tabloyeke cihêrengîn li ber çavên me diborin. Heman demê nivîskar helbestên xwe li gor kronolojiyekê û dîrokê û bîrdozekê vehûnaye. Xwestiye zemên, kirinan û dîrokê di bêjinga hişê me re biborîne. Çimkî her tişt li ser bingeha pira paşerojê ava dibe, bi pira pêşerojê jî xwe ji nû ve diteyisîne û xwe nû dike. Yanê bi şêwaz û teknîkeke din paşeroj li moxila pêşerojê dikeve. Loma divê xwende hay ji paşeroja xwe hebe û divê bi vî awayî stûnê avahiya wêjeyê, bîrdozê û dîrokê bê damezirandin.
Helbestvan asas xwendevên şiyar dike û dibêje rabin serxwe, ji xew rabin, bi xwe bihesin û bi hebûna xwe bihesin. Di helbestan de sînorê gotinan tune ye, werîsê gotinên xwe berdaye û bêsansur herikiye. Yanê di beşa ewil de asas meriv dikare bêje, helbestvan dîroka hebûna kurdan, dîroka hebûna wêjeyê û dîroka hebûna serlehengên bi nav û deng ango pêşengan bi her awayî hebûna wan destnîsanî me xwendevanan kiriye û gotiye hisyar be miletê min, em ne kêmî tu kesî û gelî ne. Em hene û bi her awayî û di her qadê de em hene, em niha jî hene. Û xwe kêm nebînin. Bi kurt û kurmancî helbestvan xwendevanan û me hişyar dike û dibêje hay ji dîroka xwe hebin.... 
Îcar em werin ser beşa duyemîn, beşa me ya duyemîn piranî helbestên hundirîn yên şexsî ne. Yanê helbestvan hem şexsî nivîsiye û hem jî gelê xwe, dîroka xwe ji bîr nekiriye. Loma jî helbestên me bi qasî şexsî ne ew qasî jî giştî ne. Lê helbet nivîskar gelek helbestên cihêreng jî nivîsandine. Em dikarin bêjin di beşa helbestên şexsî de piranî êş, zanistî, ciheltî û êl, heyat  û hestên cihêrengîn yên hundirîn hatiye teyisandin. Mînakek ji helbestên me yên şexsî:
DEQA HUNDIRÊ MIN
Yê berjor diçû û yê berjêr dihat
Di heman pirê re derbas dibûn
Qet li nava pirê li hev rast nehatin
Berjoro,
Ji bêrîka xwe ya çeqmaq
Al, Alfa, alfabe derxist
Berjêro
Ji bêrîka gomlegê xwe 
Sûretê tapoyê derxist
Dirêjî muderîs kirin
-Erdê bavê te ye
-Ê bavê min
-Ê bavê te
-Bavê min ê ji kîjan jinê
-Elîfbaya dêya te ye
-A dêya min
-A dêya te
-Dêya min a jina kîjan bavê min.
Di vê helbestê de yê berjor hildikişin û yên berjêr ve dadikevin di heman pirê re derbas dibin, lê tu carî jî li hev rast nayên. Îcar ev kîja pira ye gelo? Pira zanistiyê ye an jî pira nezaniyê ye? Helbet dema em li helbestê dinêrin yên berê xwe û qibleya xwe dane zanistiyê radihêje al, alfa û alfebeyê berê xwe bi nivîs û zanistiyê vedikin yên berê xwe berjêr vedikin û didin dû şopa tapoyan û zeviyan û li pê şopa mal û milkan ketine berjêr ve herikîne. Yanê asas helbestvan du rêya dide ber me xwendevanan rêya zanîn, qudretê û alîmê û rêya mal û milkan hwd... Her wiha di helbestê de Al, Alfa, Alfabe metaforên dewletxwaziyê û zanînê ne, heman demê metaforên zagonîk in. Çimkî dewlet bi xwe zagon û rêgez in. Loma jî rêya zanînê di rêya serxwebûnê de dibîne, serxwebûnê jî bi metaforên dewletê berbiçav dike. Her wiha di helbestê de lîstikên edebî û wêjeyî jî heye. Helbestvan bi lîstikan gotin û bêjeyên xwe serê xwendevên li bin guhê hev dixe. 
Helbet wêje ji hêleke xwe lîstika gotin û peyvan e. Di vê lîstika peyvan de Adem û Hewa bi bîra mirov tîne. Her tişt bi wan dest pê kir û berdewam kir li gor metafizîkê. Loma jî esas mijar hinekî xwe digihijîne çavnebariyê, hesûdiyê û çavbirçîtiyê. Çimkî Habîl û Kabîl du bira bûn, ji ber hesûdiyê û wekî din serê hev xwarin. Werhasil helbesta me dîalog e, çimkî di helbestê de Berjêro û Berjoro heye, wekî karakterên metaforîk hatine destnîşankirin. Vegotin û gotinên Berjor û Berjêro hem nivîskar diaxivîne û hem wekî dîalogan her du jî teşhîsên xwe datîne, heman demê her du karakter an jî metafor lîstika peyvan dilîzin bo ku xwendevan serê xwe bi wan re biêşîne. Yanê hinekî ji helbestbûnê derketiye, ciyê ku dîyalog têde cih wergirtiye bûye wekî dîalogên roman an jî çîrokan. Taliya talî nivîskar rêya zanîn û nezanînê û rêya heyatê li mêzîna hişê me de dipivîne. Li gor helbestê Berjêro metafora nezaniyê û feodalîzmê destnîşan dike, Berjoro jî metafora zanîn û kamilbûnê û xwenasînê berbiçav dike. Helbet di beşa ewil de jixwe nivîskar rê û rêbaza zanînê li ber me xwendevanan raxistibû û dibêje dema we beşa duyemîn we xwend hûnê di wir de jî pîvana zanîn û kamilbûnê bibîne û hûnê di mêzîna serê xwe de bipîve û bi cetvelê xwe metreqareyên zeviyên zanîna hiş, xwenasîn û eqlê xwe biwezînin. 
Wekî me go helbestên me li ser stûnên cihêreng yên zanînê û şexsî avahiya xwe ava kiriye. Loma jî em dikarin bêjin nivîskar di helbestê xwe de ji me re dibêjin rêya kamilbûn û têgihîştinê û zanînê, xwenasînê  Celadet e, Cizîrî ye, Feqî ye, Kawa ye, Osman Sebrî ye, Nûredîn Zaza ye, Qazî Mihemed e hwd...
1)HAWAR, BELKÎ, RP-12-13, 
Hin Nivîsen Nivîskar

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • 25 Gulan 2026

Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet...

Paradoksa hezkirinê, eşqê û welatperweriyê

  • 07 Tebax 2022

Her nivîskar şêwazeke wan a xeradiyê heye, yanê helbestên xwe li gor tevnesazekê dixeridîne, da ku berhemeke baş bêyî vehûnadin. Mîna Ecer jî di...

Helbestên Monologîn û Xwezayî

  • 14 Sermawez 2020

"Hin nivîskar paşeroja xwe dihûne, hin nivîskar hem paşeroja xwe û hem jî a gelê xwe dihûne…’’ Helbet wekî xwendevanekî û li gor...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bila BDP civîna xwe li Ozalpê çêbike'

ad

Lîstikên kurdî dibin mêvanên Festîvala Şanoyê ya Stenbolê

ad

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

ad

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

ad

Li Silêmanî Festîvala Çandî ya Endêşe li dar dikeve

ad

Berendamên DTP'ê yên Mêrsîn û navçeyên wê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname