logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

DI FSM’Ê DE HÊVIYÊN MIN MEZIN BÛN

  • Dîrok: 27/09/2011

Şer û pevçûnên çavnebariyê, bexîltî û çavsoriya dagirkeriyê, berjewendiyên neteweyî; gelek caran dibine sedema bindestiya hinên din. Ku di dezgehên dîrokê de parçebûna neteweyekê, bi dafikên olî, bi hêza dara zorê girêk bi girêk tê honandin. Ku îro gelê kurd li ser xaka xwe, li welatê bav û kalan ji hev dûr, bi dîwarên stûr û bilind ji hev cuda, her tîkeyek goşt li ber keftarekî hov.
Êşa wan diranên bixwîn bi salan di rih û bedenê gelekî de sing kutaye. Rih û bedenê ku bi salan e nexweş e, bi ked û xebateke bêrawest, hin bi hin tê dermankirin.
Yek ji wan cihên ku pir diêşiya ziman bû. Zimanê ku bi destên dagirkeran ve parçe bû, zimanê ku li ber piyan diçû, zimanê ku bêxwedî û talan dibû, sêwî û bêkes dima. Helbet dermanê herî baş a bindestiyê û parçebûnê yekîtî ye ku gelê kurd ji ber tunebûna wê bi salana e di nav gerînekên êşê de diçe û tê.
Dîwarên stûr û bilind, yek bi yek hildiweşin, xetên kûr ên ku dil kirine çar wasle ji holê radibin. Kêfxweşî û hêviyeke gewre ye ku bîrîn hin bi hin qaqil digre.
Ne bi gelekî, berî bîst –sih salan, kurdên Qersê, Mêrdînê, Amedê, Riha, Semsûr, Dêrsim... û hwd. li bajarên metropolên Tirkiyê bi mebesta bidestxistina gezek nanî dihatine nik hev, ji xwe û ji zimanê xwe şerm dikirin. Û bi zimanê ku li wan hatibû ferzkirin, bi zimanê ku mîna kirasekî teng li wan hatibû kirin, bi hev re diaxivîn. Wekî şermeke mezin, wekî amûreke qedexekirî; zimanê xwe ji hev vedidizîn, ji kesên gelê serdest vedişartin. Û bi wî zimanê ku bi darê zorê li wan  hatibû ferzkirin, bêyî ku xwe vebêjin, bêyî ku ji hev têbigihêjin diaxivîn.
Lê ku îro em li rewşê dinêrin, em dibînin ku êdî ne tenê kurdên bajarên bakur, kurdên her hêlê, bakur-başûr, rojava-rojhilat, ne tenê kurmanc, ne tenê kirmanc (dimilî), ne tenê soran; bi saya têkoşîna birik û bibiryar, bi saya berdêliyên bêhempa, kurd bi hişmendiyeke rewşenbîrî û welatparêzî, li zarava û zimanê xwe hay dibin, li nirxên xwe xwedî derdikevin. Çavekî wan li rabirdûya kambax, a din li dahatûya ronî; dest dirêjî hev dibin, ji bakur-başûr, ji rojava-rojhilat.
Di raman û nîqaşa zarava û yekîtiya zimên de, gelek caran pirsgirêkên heyî dibûne sedema şikestina hêviyê min. Lê di Foruma Sosyal a Mezopotamyayê (FSM) ku li Amedê hate lidarxistin, hem hêviyên min mezin bûn, hem tirsa min ji ber zaravayên kurdî  ku bi salan e ji hev dûr ketine,  û her yek di nav qalika xwe ya teng de bêhenase maye, şikest.
Êdî kurmanc bi kirmanckî (dimilî), û soranî,  kirmanc (dimilî) û soran bi kurmancî diaxivin. Hev û din têdigihîjin. Raman û hest di hemû zaravayan de heman tiştî vedibêjin. Bi awayekî fermî û zagonî pêk nehatibe jî, yekîtî di dilan de, di hest û ramanan de ava bûye. Êdî dîwarên stûr û bilind, têlên bidirî, hemû bazirganên jehrê bêwate ne. Hêvî ji her demê mezintir û navê wê serkeftin e. Serkeftin ji her demê rasteqîntir, nêzîktir û navê wê AZADÎ ye...

b.zelal@mynet.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Şerê rizgariya zimên ji nû ve dest pê dike

  • 09 Adar 2014

Di dîroka mirovahî û her wiha ya cîhanê de, ziman her tim bûye navgîna têkilî û her wiha bûye sembola hin rewş û taybetmendiyan. Ji van kirûya...

Ji bo ziman liveke hêja

  • 22 Kewçêr 2010

Yek li ser a din, nêzîkî sedsalekê ye ku girik zêde dibin li ser zimanê min. Zimanê min; awaza dil û mêjiyê min. Nexşe û berhem û çand û...

Li ser çûyîn-neçûyîna ROJAVA

  • 29 Rezber 2013

Li ser biryara Komeleya Nivîskarên Kurd û Pena kurd, bi qasî şazdeh nivîskarên kurd, di roja 27’ê meha rezberê ya sala 2013’yan em berê xwe didine Rojavaya ku...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmên Pêşbaziya Festîvala Enqereyê diyar bûn

ad

Cîgirê Serokê DYA'yê ligel HDP'ê hevdîtin kir

ad

Divê mirov ji "na"yê re bibêje NA

ad

Konsera gel: Rastak û Hevra dertên ser dikê

ad

Konsera 'Em Wanê Terknakin!' li dar dikeve

ad

Va ne hemû kesên beşdarî Wêjegeh Amedê dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname