STENBOL
Cîgirê Serokê DYA'yê Joe Biden îro li Stenbolê ligel mebûsên HDP, AKP û CHP'ê civiya. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen ku tevlî hevdîtinê bû got ku di hevdîtinê de çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên siyasî û demokratîk û têkoşîna hevpar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye rojevê.
Biden duh hatibû Stenbolê û îro ligel mebûsên her sê partiyan rûnişt, lê MHP'ê di kêliya dawî di civîna ligel Biden betal kir. Li ser navê HDP'ê, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen û mebûsên HDP'ê Leyla Zana û Altan Tan çûn hevdîtina ligel Biden. Ji AKP'ê Galîp Ensarîoglu û Orhan Mîroglu, li ser navê CHP'ê jî Cîgirê Serokê Giştî Sezgîn Tanrikulu û parlamenter Fîkrî Saglar tevlî hevdîtinê bûn.
Piştî hevdîtinê, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen tevlî weşana ÎMC TV bû û da zanîn Bîden daxwaza hevdîtinê kiriye.
Bîlgen got ku mijarên sereke yên hevdîtinê geşedanên li herêmê û têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ'ê bûn û di hevdîtinê de der barê çareseriya pirsgirêka kurd û Zagona Bingehîn de jî nirxandin hatine kirin.
Berdevkê HDP'ê Bîlgen got wan komkujiyên sivîl ên li Kurdistanê, dorpêça bajaran aniye rojevê û wiha dom kir: "Hate ziman ku divê pirsgirêka kurd di çarçoveya azadiya ramanê û demokratîkbûyînê de bê nîqaşkirin û di nav parlamentoyê de çareserî pêş bikeve. Bîden jî helwesta xwe bi vî rengî diyar kir."
Ayhan Bîlgen got ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hevkariya partiyên siyasi jî hatiye destnîşan kirin û wiha berdewam kir: "Ez bawerim bêyî xetayên cara din bêne kirin lêgerînek ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê heye."
Biden: PYD ji PKK'ê cuda ye
Her wiha li gor Fîkrî Saglar ku ji bo Al Jazeera axivî, Biden wisa gotiye: "PKK rêxistinek terorê ye, divê dest ji çekan berde û dawî li şîdetê bîne. Lê divê mirov PYD ji PKK'ê cuda bigere. Ji ber ku PYD li dijî DAIŞ'ê şer dike û DAIŞ pirsgirêka herî mezin a dinyayê ye. DAIŞ hem ji bo DYA, hem ji bo Tirkiyeyê talûkeyek mezin e."
Biden ligel rojnamegeran hat ba hev
Biden piştî mebûsan vê carê ligel endamên Saziyên Sivîl, rojnameger û akademîsyenan re hat ba hev. Biden di hevdîtinê de got çapemenî û azadiya ramanê ji bo her kesî girîng e û wisa dom kir: "Bi awayekî azad rexnekirin bi qasî bi awayekî azad mirov nefesê bigire girîng e, vê yekê ne tenê ji bo Tirkiyeyê em ji bo hemû welatan qala vê yekê bikin. Azadiya çapemenî û ramanê ne tenê nirxê Amerîkayê ye, nirxê hemû mirovahiyê ye. "
Rojnameger Kadri Gursel, Asli Aydintaşbaş, Ceyda Karan, Rakel Dink, Dilek Dundar (jina Can Durdar), kurê wê Ege Dundar, Turkan Elçi (jina Tahir Elçi), hîndekar Prof. Dr. Yaman Akdeniz, Serokê Lijneya Rêveberî ya Anadolu Kulturê Osman Kavala jî di nav kesên hevdîtin pêk anî de bû.


