logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di helbestên Rizgar Elegez de têgeha ‘zemên’

  • Dîrok: 26/10/2019
"Ji bo Generalê Payîzê hemû nivîskarên xwe întîhar kirine..."
Di pirtûka helbestvan ya Rizgar Elegez a bi navê "Havîna Li Serfêza Behrê" de têgeha herî baldar û derbdayîn gotina "Zemên"e. Gotina duyemîn jî "Du Alem"e. Yanê gotina du alem jî bingeha wê ji demê dizê, îcar mabesta helbestvan di vir de "dojeh û bihûşt e" an jî mebest xeyal û rasteqînî ye gelo?" Heke mebest dojeh û bihuşt be, di vî warî de Dante û Cizîrî xwedî rolên giranbûha ne û
bawermendin ji hêla olî ve, pirtirîn jî Cizirî. Çimkî her du nivîskar di vî warî de jêhatî û jîr in. Helbet mirov nikare bibêje sedîsed ev e. Lê belê li gor naveroka helbestan me re dibêje qey mebest dojeh û bihûşt e, ji hêlekî ve jî di hin ciyên helbestan de mirov dibêje qey behsa xeyal û rasteqîniyan dike. Ji xwe bihuşt û dojeh jî afirandine. Talî çi be jî mirov nikare teqeziyan û tespîtan deyne. Lê ji ber ku bêhna gotinên Melayê Cizirî û Ehmedê Xanî ji helbestan dihate, loma jî mirov dikare îcar bibêje qesta helbestvan dojeh û bihuşt e.
Helbestvan hinekî şêwazeke nû, hinekî bi şêwaza Ehmedê Xanî û hinekî jî bi şêwazeke naturaleke ziwa di nav hev de esirandiye û ji xwe re şêwazeke nû afirandiye esil li dû şopeke nû ketiye, loma Elegez ceribandina şêwazeke nû kiriye. Şêwazeke hem nû ye, hem jî kevnare ye, di navbera gelek şêwazan de li dû şopa ceribandineke nû ketiye, îcar şêwazeke serketî an jî binketî ye helbet wê di demê de diyar bibe. Di şikefkên kevnare de li dû pêgek nû ketiye helbestvanê me. Helbestên me ji hêla mijarê ve grîfîtîk e, li ser mijareke tenê nerawestiye. Mirov nikare hema bêje behsa wan tiştan dike. Ji hêla zimên ve hinekî dijwar bû, loma jî ji ber zimên helbestên me bêtirîn dijwar bûbû. Ne zimanekî estetîk e, zimanê estetîk fêmkirina wê û hûnandina wê jî nazenîn û xweşik e. Lê zimanê helbestvanê me hinekî girîfît û dijwar e, loma helbest ji ber zimên ji estetîkbûna xwe dûr ketiye, halbûkî bi zimanekî hîna nermik û estetîk dikarîbû helbestên xwe bêtirîn şêrîn û nazenîn û spehî bikira. Ji helbesta bêhna dîrokên kevnare jê difûriya, di gelek helbestan de behsa kawîmên kevnare kiribû. Gotinên "beyaban, esmanên sayî, û behr" û gotinên wekî Arkaîk, Antîk pir hatibû şixulandin. Di dîrokê de qebîleyên ku navdar ên mîtolojîk jî pir hatibûn şixulandin. Loma helbestên me li ser mijarekê tenê nesekînîye, feqet vana giş "zemên" dinimîne. Îcar ka em binêrin bê di helbestên me de ên ku "Dem'ê" dinimîne çi hatine şixulandin:
"Derzeman, zeman, werz, katjimêr, kevnefotrafê reşspî, belgeyên zer, dewran, çerx, zemander, du alem, jiyanenîgara zemên, kakilê demê, behra zemên, axirzeman, dewrana qedîm, heyam, sefer, rabirdû, demwinda, heyama ber bi êvarê,, beyabana zemên, arkaîk, dîrok, ji sewta zemên xwe dide erdê, darberûya heyamê, şeva kerr û sayî de, pêşwext, wext, hetanî destê sibê, kirasan diguherînin ji zemanan, piştzemanî, dem, heyama germ, çarweza tenik, herka kata heyamê, temen, demsal, bendewarî, payîz, jimar,kevnare, kevne bajarên antîk, heyam xeriqî, paşwext, li ber heyama sikratê, çargavî dibezin, wextê xewar, axirdewr, parçeheyam, saeta dîwaran, ew wezna diyalektîk û hwd."
Em dibînin ku di pirtûkê de têgeha "Zemên" serdestî li helbestê kiriye. Îcar du zeman heye yek jê ya rasteqîn a rojane ye, ya duyemîn jî a xeyalî ye ango a ku di hiş de disekine û diherike. Bihuşt û dojeh demê destnîşan dikin, heman demê xeyal û rasteqîn jî demê nîşan dikin wê çaxê em dikarin bêjin Rizgar Elegez pir li ser têgeha zemên rawestiyaye, an bi hişmendî an jî bêhemdî, a ku bêhemdî be jî talî ji binhiş û derhiş herikiye. Ji xwe ji navê berhemê jî diyar e ku zeman roleke girîng werdigirtiye. Îcar zeman çi ye, divê çi be? Zeman lixwefetlandina dora xwe a dinyê ye, şev û roj e, tiq û tiqa saetê ye, veguherîna demsalane, çi ye gelo? An jî têkiliya di navbera roj, dinyê û hîvê ye? Çi ye ev dem? Bîranîne, zarokatî ye, paşeroj e, niha û pêşeroje gelo? Lez e, kêlî ye, sanîse ye çi ye? "Li gor Proust em nikarin xwe ji saetan, ji rojan bifilitîne. Ne ji siberojê û ne ji pêşerojê, ji siberojê filitandin tune ye, çimkî do yê em serobino kiriye, an jî me do serobino kiriye, tu wateya an jî giringiya rihê me tune ye." (*) Yanê do û pitirpêr çiqas qediya be dewsa wan, şopên wan li ser mirov dimîne, feqet dem aniha ye, do di do yê de maye, feqet do, siberoj ji bîr nabe, dewsa do û siberojê jênare, dewsa wê tim û tim dimîne, milkeke û ji mirov dimîne, milkekî ku serobino û carina jî xweştam e. "Hafiza û tibh pêvebera kansera zemên e. Hulm tibh e, jiyan tibh e, zagonên hafizayê, girêdayî zagonên giştî ên tibhan (xûyan) e"(**) yanê esil li gor Proust zeman hafiza ye, komkirina xuyan e, yanê her tişt di hiş de diherike, ji herikandina herkehişê dizê, hemû xuyên me ên do û pitirpêr, siberojê û ên pêşerojê bi hevdu girêdayîne û di binhiş û derhişê me de ji xwe re maleke xweser diafirîne, hemû xuyan li xwe kom dikin. Yanê zeman, ne tenê jiyana rasteqîn e, ne tenê herikandina saetê û roj û şevan e, ne tenê li doraxwezîvirandina dinyê û rojê ye. Yanê dem ne tenê tiştekî zanistî ye, pîstîka demê berfirehe, di hundirê vê pîstikê de raborî, aniha, pêşeroj, herkehiş giş hene û bi hev ve girêdayîne. "Yê ku herî zêde li ser demê rawestiyaye Bergson e, Bergson demê wekî" Mekanbûnkirinekê" dibîne, feqet mekana ku dimeyzîne mekaneke uzamîk e, mekaneke despêk û dawiya wê abadîn e, ango xêzik ji niqteyeke abadîn dirêj dibe heta niqteyeke din a abadînî, yanê dişibin bireserên di hundirê mekanan lê tu carî li hev naqewimin. Bergson bi awayekî felsefîk li demê mêzandiye, wekî valahiyekê nêrî ye, Bergson dibêje "Wext" yekîtiya paşeroj, aniha û pêşerojê ye, lê her sê wext ketiya nav hev, bi awayekî yekîtiyê tevlî hevdu bûne ango pev ve girêdayî ne. Sartre û Heidegger jî bi awayekî heyînparêzî li demê nerî ye."(***) taliya talî her kesî li gor felsefeya xwe li demê mêzandine. Feqet di Rizgar Elegez de zeman piranî raborî ye, yanê ne herkehiş e, ango ne herikandina derhişî ye, di Rizgar Elegez de dem wekî demsalan disekine, guherîna çar demsala ye, jê yek jî guherîna havînê ye. Yanê di Elegez de hinekî dem realîst disekine, di Bergson, Sartre, Heidegger û Proust de dem bêtirîn berfirehî û giştî ye. Di Prouste wêje Sûrealîst disekine, di hersê feylesofan bêtirîn felsefîk in, lê di Elegez de bêtirîn natural disekine, loma jî dem li cem gişan cuda sekiniye, lê şopên demên ku di herkehiş de diqewimin, li cem Elegez jî heye. Mirov dibêje qey hinekî helbestên Emerikê Sidîqayê û ên Elegez dişibin hev, herduyan jî demsalek ji xwe re hilbijartine, yekî payîz yê din havîn hilbijartiye, feqet şêwaza wan, gotin û tevnesaziya wan ji hev cuda ne, tenê bi awayekî natural dişibin hev, di Emerikê de heywan û şênayî derbdayînbû, di Elegez de têgeha zemên derbdayînbû. Di proust de dem, mirin, jiyîn, hafiza ye û herikandina derhişî ye, esil ji bo Proust de mirov nikare di der heqê zemên de biryareke baş bide, feqet dîsa jî mirov dikare bêje, hemû zeman di hundirê derhişiya wî de diherike, yanê paşeroj, siberoj, do û îro, pitirpêr paşeroj giş di hundirê derhiş û binhişiya Prouste zindî dibe, giş bi qasî kêliyekê di hundirê derhiş û binhişiya wî de dibore û diherike, lê belê di Elegez de pirtirîn dem rasteqîn disekine, guhertina salan, demsalan û emrê rasteqîn e. Ango zarokatî û ciwantî, yanê wekî heyaman, li demê mêzandiye...
(*), (**) Samuel Beckett, Proust, Metis eleştiri
(***) Todd May, Deleuze, Bir Birey Nasil Yaşayabilir?, Kolektif kitap

Hin Nivîsen Nivîskar

Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî

  • 17 Pûşper 2023

Li gor Freûd di bingeha nihiçkan de helwesta hazê heye. Lê li gor Melanie Klein jî di xwezaya mirovan de xweajo heye, ango bi gotineke din zarok li hember kirde û bireseran bi donanimeke...

SÎNORÊ AZADIYÊ

  • 30 Kewçêr 2021

Di vebêjiya karakteran de, vegotina derûniya karakteran û hişê karakteran girîng in. Loma nivîskar carinan vebêj e û carinan jî mudaxilî karakterên xwe dibin....

ROMANEKE ARKEOLOJÎK

  • 06 Adar 2020

Di romana Welat Dilken a ku bi navê “Stêrka Xûricî Ferêt” de Şêwazeke mîtolojîk û arkelogiyeke zanistî hatiye bikaranîn loma mijar jî...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cotkara herî xweşik

ad

Li Dihokê 'Rojên Amedê' li dar dikevin

ad

Li Meclisê daxwaza perwerdehiya bi kurdî nehat qebûlkirin

ad

DEM Partî li ser zimanê kurdî daxuyanî da (bi kurmancî û kirmanckî)

ad

Agahiyên dawî yên li ser mebûsa BDP'ê

ad

Xelatey Aştî ya Nobelî day ICAN

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname