logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
  2. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
  3. Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  5. Rojnameger Emel Xelîl hat kuştin

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Di rêyên Colemêrgê de heta bi Gûzereşê

  • Dîrok: 11/10/2021
Gava ez ber bi geliyê Colemêrgê ve daketim, bendên strana “çûme cihkên serhedan Colemêrg di geliyê kûr de” di korta zimanê min de dikir zimzim. 
Payîza Colemêrgê ya honik bi xweşkûkiya xwe ya sermedî pêşwazîyeka germ li min kir. Wexta ez gihîştim Colemêrgê çend dilopên baranê darêtin lê hin nebû ku erd pê ter bibe.
Malûm e, îsal saleke hişk e û erd tîhnî ye. Guhanên kaniyan miçiqîne, devên ro û robaran kêmav û bêdeng bûne. Avê xwe vekêşaye.  
Gava tu ji warê xwe derketî, êdî sal cot cote diçin û êdî “wext” di destê te de kefa sabûnê ye, li ber avê dikişe û diçe, her weha bi xwe re gelek tiştan jî dibe.
Hinde sal e di van rêyan de hinek tişt qet neguherîne; ji Wanê heta Colemêrgê bazgehên kontrolê dîsa wekî berê çalak bûn. Ji Zernek, Bebleşîn, Kelegom, Dû Pira Xezekîyan (Yeni Kopru) û heta Helêlê; di gelîyê de pênc caran tên te radiwestînin û saxtiya nasnavên te dikin. 
Rê, dîsa li te dibin jehr û zuqim. 
Paşê Serêsolan û herî dawî Colemêrga rengîn. Te çawa hêlaye hema her wekî xwe ye. Belkî du sê avahiyên dîtir ên beton lê zêde bibin. Ser gopê Serêsolan şaneşîn (seyîr terasi) hatibe çêkirin. Û xebata kolan û duristkirina rê û rêbaran jî berdewam e.
Tu li dû çîrokan î. Bêhna çîrokên nû, şopa çîrokên kevin tên û xwe di hişê te digerînin.
Walî dibêje mudebire
Li Serê Solan xwe vegire
Welat şîrîn e ca tê fikire
Ev demeke dirêj e navbeyn ketiye navbera te û Colemêrgê ji ber hindê gava tu sûka wê peyase dikî zêde rûyên nas li ber çavên te nakevin, lê ne xem e. Jixwe tu ne guh li vî tiştî yî, derdê te; da ku tu guhê xwe bidî pêjna çiyan, dengê dilqutka dilê vî warê qedîm. 
Bajêr bi ruhekî nişmî, bi averûyeke sayî û mîna wan spîndarên li ber bayê payizê xişînî bi newalên rihê te dixin, stranekê di ber guhê te de dibêje: Herê lawo, kurelawo, lawkê min têt ji xudbêwo dilê min!
Û danek li Colemêrgê xwe bi ser êvarî de xul dike û spêdê qonaxa te Gûzereşa lawîn e. 
Heta Gêmanê biste diçî. Li Derava Şotê bazgeha kontrolê te radigirin. Qederekê pirsên sergêj li te têne kirin. Ji bo tu bişê biçî seredana dadê û bavo divêt bersivên te kamil bin û divêt “îqama” te ya gundî hebe. Îja were vê betxreşiyê, ji bo tu bikaribî biçî gundê xwe divêt tu caba hinek pirsan bidî.
Paşê rêya qîr namîne, rêya Geliyê Tîyarê; bi dorê di gundên Gisê, Birîcê, Hêşetê, Zawîte, Tixûbê, Mezrî, Gundkî re radiborî heta digihêjî Gûzereşê, rêya axê ye. Cih bi cih kortik û zendeber hene. Rê teng û heta mirov digihêje qonaxê meşka mirov tê kîyan; yanî rêya 40 km tu ancax karibî saet û nîv heta du saetan bikudînî. Dîsa jî li ber dikevît. 
Li ser zimanê te straneke digere: 
Gûzereşê ku xweş war e
Dor bi çiya, xemla wê spîndar e
Di nav de dikişît aveke sar e
Milek wê Gare yek Sermedar e
Îsal hişkesaliyê kelemê xwe di çavê vî warî re jî çilikandibû û para xwe jê neşûştibû. Ji Zawîte heta bi Gûzereş seba kêmbûna avê dexl û dan, zeviyên birincî, dekak û bîstan qasî salan baş nebûn. Bi ser de ji ber havînê gelek dehl û daristanên herêmê dabûn ber agir, gelek ajelên kovî, gelek teyr û balindeyên li vê herêmê berê tunebûn, hatibûn ser bextê vî warî.
Sîxure, keftar, beraz û hirçan dadabûn zeviyan, dadabû fêkî û mêşevangên hingvînî û gelek ziyan dabû.
Gundî, ku piranî kesên danemir li gund diman, nobe li zeviyên xwe digirt. 
Wekî tê zanîn, ev gundên Dola Txûma û Tîyarê ji sala 1995’ê vir de piştî hatin berdan careke din bi duristayî ava nebûn. Hema bêje niha havînan qismek gundî wek banekî diçin û ji bilî pênc şeş malan ku ew jî exlebe pîr û kal in, çu kes salewext lê namîne. 
Yanî niha li Gûzereşê dibistan tune ne, binkeya tenduristiyê tune ye, dukan tune ne; heke heftiyek duyan servîsa gundî (bûsa gundî) neçe gundî jê ji birçîna bikevin. Gund nîv ava ye. 
Bifikirin, tu li gund î û sibe gava çavên xwe ji xewa şîrîn vedikî qîqîya dîko, qîjeqîja dikil û mirîşkan nayê guhê te. Belkî çend serên pezî û çend çêl û golik hebin lê ew jî hema li doranên gundî diçêrin. 
Helbet tam ava nebe jî Gûzereş dîsa parçeyek bihûştê ye li ser darê vê dinyayê.
Bêguman gelek rûdanên nû, behs û xeberên germ jî hebûn. Mîna, êdî gelek behsa kanên madenê dihate kirin. Gundiyan digot, gelek şîrketên Îranî û Siûdî, li van deran maden kirrîne û heke dinya piçekî din aram bû dê dest bi lêgerîn û kolandinan bikin. 
Êdî veca hûn bifikirin ka çîrok çawa dibûn çîrçîrok û li teşîya sohbetê dialîyan.  
Welhasil, di vê rêwîtiya min a hefteyekê de ku hema bêje nîviya wê pirtir di rêyan de derbas bû, min careke din dît ku hêj em pir kêm warên xwe dinasin, em pir kêm temasê bi ruhê erda xwe re dikin û em qet û qet qedrê van waran nizanin.
Bo me pêwist e ku em hişmendiya xwe ya heyî, nexasim di bîwarê jîngeh, war û welatî de format bikin û bi çavekî nû wê pênase bikin. 
Çareseriya krîzên me li ba me, di destê me de ye. 
Wekî gelek caran me gotî, mifte hema her ew gotin e; dilê xwe li hev vekin. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Dilkutk an jî dilqutk

  • 16 Tîrmeh 2019

Nizam qet hatiye serê we jî an an? Te dî, ji nişka ve, her ku tu di nav mij û xemamekê de bêseroşûn bibî. Her ku ew zarokê nava te yê berxê bisko, rêya xwe...

Ev êşka reş dê biçe lê..

  • 24 Adar 2020

Ev rojên haRojên qewî giran in; rojên hawar û êşkên reşHey ev roj dê biçinPaşê em ê dîsa vegerin nav jiyanê heu ku qet tu tiştek li me...

Ji Fûara Amedê çend nîşe

  • 02 Berfanbar 2024

Roja duyan min karî xwe bigihînim fûarê. Bi destekî sivik, min peyasek kir û çavek li derodorê gerand. Vê heyna ku zemherîr û seqema “kanûna biçûk” li derî dida, germahiya pirtûkan, cihana rengorengo ya dezgeh...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Nasnamey Neteweyî û Kurd' bi soranî çap bû

ad

'Çiller nekarî hûnê jî nikaribin berxwedana kurdan têk bibin'

ad

Panelek li ser 'Dîroka kurdên Almanyayê'

ad

Newroza 2009'an wisa derbas bû

ad

Dema serîlêdana Rojên Belgefîlmên Amedê dirêj kirin

ad

Klîba Hefteyê: 'Çû'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

  • 24 04 2026
news

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

  • 23 04 2026
news

Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da

  • 23 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname