Ji bo guhdarîkirinê:
*Şemî – Kitêb hatine fûarê bo nivîskarên xwe pêşkêşî trûbunên kirîdaran bikin.
Nivîskar jî hatine fûarê, xwe pêşkêşî trîbûnên kirîdaran dikin, bo kitêbên xwe bifroşin.
Xwendevan bi hişekî li dehlîzên jiyanê berbelavbûyî li standên weşanxaneyên kurd ên li fûarê berbelavbûyî digerin. Berî navê li ser rûyê kitêban bixwînin, mîmîkên nivîskaran dixwînin. Qabîliyeta nivîskaran ji ya kitêban bêhtir karîger in li ser xwendevanên nizanin wê çi bîxwînin. Kîjan nivîskar karibe baştir mîmîk û gotinên xwe bazar bike, ew nivîskar xwendevan ên nizanin wê çi bîxwînin zûtir qanih dike. Xwendevanê qanihbûyî nav û îmzeya nivîskar dikire, têlefona nivîskar jî belaş wêneyê xwendevan û nivîskar digire, bo trîbunên medyaya civakî.
Her nivîskarekî kurd ji xêndî edebiyata xwe ji edebiyata tu nivîskarê din hez nake. An jî hezkiriyekî tirsonek e, bi dizî dixwîne û bi eşkereyî xwe ker dike.
Bêhna min teng dibe, radibim dixwazim standên weşanxaneyên kurd ziyaret bikim. Li kîjan standê dinêrim, dibînim kitêbên kurdî yên li tenişta hev rêzkirî wekî partiyên siyasî ji hev xeyidî ne û stand kirine Kurdistaneke çil parçe. Li rûyê nivîskaran dinêrim, mehcûb in, sirên wan bûne rûyekî tazî û ew bixwe bûne mehcûbiyeteke veşarî di bin rûyê razên xwe de. Ji xilafî hin rûyên dilsoz û xweşik, her nivîskarî xwe di bin razên xwe de veşartiye.
Derdikevim derve, da li ber barana cemidî cixareyeke germ vexwim. Cixareyê dipêçim, cixare rip î rast dibe wekî xêzikeke tebeşîrê ya li ser textê dibistanê. Çeqmêq diçelpînim, agir bi rastbûna cixarê dikeve. Du firtan jê dikişînim, ariya cixarê wekî tilîka min a navîn xwar dibe. Dikenim û dibêjim, “Du tilîkên min xwar in niha; yek ji german xwar bûye, yek ji serman.”
Xwendevanê ciwan ê li rex min dikene, kenê wî wekî agirê cixareya min germ e. Dibêje, “Xalê Kovan, çima tu nizanî wekî kesekî normal bipeyivî û binivîsînî?”
Dibêjim, “Çimkî tiştên normal gişk dîktator in, wekî nivîskaran.”
Çavên wî ji dilê min firehtir dibe, “Nivîskar dîktator in qey?”
“Heke xeyala te dîktatorî be, yan tu yê bibî nivîskar, an jî general. Loma nivîskar dîktator in û edebiyat jî bindest.”
*Ev nivîs wekî dewama vê nivîsê ye:
Ez û Fûara Kitêban a Amed


