logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
  4. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

ÊŞA ZIKÊ WAN

  • Dîrok: 28/10/2014
Rojeke payîzê ku roj mîna rojeke havînî dinyayê germ dike, ji xeta bakur li binya xetê, li bajaroka belengaz a li pişt têlê, li keleha ku îro bûye warê berxwedanê û ji bo hemû mirovên bixîret û şoreşger yên cîhanê bûye sembola rûmetê; li KOBANÎ dinêrin. Di bin ewrên ku ji dûmana teqemeniyan  pêk hatiye de, tîrêjên ronahî û hêviyê diçûrisin.  Li vê cîhana ku jiyan ji hêla mirovan ve, bi kirinên xwe yên qirêjî bûye aşê êşê, dil disincirin bi evîna azadiyê, bi hêviya mizgîniya rizgariyê.
KOBANÎ, ne tenê zeviyeke ji ax û keviran pêkhatî, ne qeteke bejî ji erdnîgariya bextreş û ne tenê cihekî sînorkirî û binavkirî ye jî; îro Kobanî êdî navê  wargeha berxwedanê, keleha rûmeta mirovahiyê, zeviya ku tovên aştî,wekhevî  û demokrasiyê tê de hatine çandin e. Sedem û mebestên êrîşkarên çavsor ku xezeba hezar salan di dil û mêjiyê xwe de kom kirine û bi wê hêrs û kînê êrîşî vî warî dikin, ne zêr û dirav, ne neft, ne xurekên jehra li ser kezeba wan in. Tirs û xofa ku ketiye dilê desthilatdariya dilên reşetarî ew yek e ku, li ser vê xakê, di nîvê Rojhilata Navîn a ku bi hezar salan e cih û warê mêtingeriyê, keleha zilmê û her wiha bax û bîstanê emperyalîzma têrnexwar e ku şitlekî nû li ser vê xakê şîn dibe. Tovên jiyaneke nû ku hemû mirovên birûmet di dil û mêjiyê xwe de mezin dikirin, şîn dibin û jîn dibin. Û ji hemûyan jî bêtir, rist û vîna jinê ya di jiyana civakê de berbiçav dibe.
Bi kurt û kurtasî tirsa hovên devbigirêz ji wê ronahiya ku hemû cîhan ronî dike ye, ya ku zikê wan diêşîne ya ku nahêle xew bikeve wan çavên dojehî , sazûmankirina jiyaneke wekhev ji bo hemû ol, mezheb û neteweyên li ser vî warî ye. Kobanî mastereya azadiyê, dergûşa demokrasiyê ye.
Hovên êrîşkar, neyarên ronahî û xweşikiya jiyanê, çavsorên  bêjiyên pergala kedxwir, pîçên emperyalîstan, diranên xwe tûj dikin, girêza devê wan xaka pîroz qerij dike û bêrawest şitlên gulên bexçeya mirovahiyê dişikênin, dibirin; diçilmisin kulîlkên teze di şaxên ciwan de.
Helbet, di sedsala bîst û yekem de, di vê serdema ku sînor wateya xwe winda dikin û dinya bûye jûreke biçûk ya bi yek pencereyî, mebest ne perçeyek ax, ne jî bajarokeke belengaz e. Sedem ne erdnîgariyeke qeto qeto sînorkirî û nexşeyeke binavkirî ye, mebest jiyana azad, jiyana wekhevî ya ku li vê zeviyê hatiye çandin e. 
Bêtehemûliya li hember vîna azad, dahatûya mirovan e  ku bi qasî serê derziyekê keda mirovî neyê xwarin, hêstirên çavan neherikin, dil bi êşa jiyanê neşewitin e… Ji ber vê yekê ye, êrîş û fen û hovîtiya çavsorên dilreş, berê xwe dane Kobanî, warê ku bûye zeviyê azadiyê. 
Êdî demsal çi dibe ne xem e, êdî encam çi dibe ferq nake, êdî berdêlî çiqas dibin wekî hev e; ne fenên we, ne lîstikên we, ne hêza desthilatdariya we, ne zirt û gefên we, ji vê gavê û pê ve, ev tovên azadiyê ku di her kêliyê de bi xwîn û xwêdana xort û xamayên cangoriyan têne avdan, tu carî ziwa nabin. Dahatû, dahatûya jiyanek bextewer a gelên bindest û dilsoz e û ev vîn, ev rûmet, KOBANÎ;  dê bibe mastere ji cîhana mirovahiyê ya pêşverû re. 
Şik û metirsî tê de nîn e; dê tîrêjên roniyê, hemû perdeyên tariyê biqelêşin…

Hin Nivîsen Nivîskar

FERECA XËRË NE DÛR E

  • 05 Tebax 2013

Dema cotkar gêsinê xwe li dû ga,  yan jî li dû hespan girê didan û diketin nav zeviyê ku piştî barana biharê, bi tava rojê haveyn girtiye; gêsin...

TÎLÎLÎLÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎîîîîîîîîîîîî............

  • 19 Adar 2012

Di jiyana civakî û  di jiyana kesane de, hin roj û kêlî hene ku mirov nikare wan vebêje. Hest û raman têrê nakin. Gewrî girêk dibe û dixitime....

Bîra Pênûse

  • 25 Rêbendan 2016

Mirovê xwedî çav, der û dora xwe dibîne.  Wisa dibêjim lê gelek caran hebûna çav têra dîtinê nake. Gelek caran zanîn û wêrekî...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dadgehê kurdî li malê hat hepiskirin!

ad

Ji tûrneya dinyayê 703 mîlyon bi dest xist

ad

Pêşbaziya Metin Goktepe dest pê kir

ad

Demîrtaş ji mamosteyên kar hatin durxistin got: Modela alternatîf biafirînin

ad

Sînemagerên navdar dersên sînemayê didin

ad

Malpera komkujiya Dêrsimê îmzeya berhev dide

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname