logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Ezê Bikim

  • Dîrok: 11/12/2025

Ji bo guhdarîkirinê:


Dikarim nekim jî. Nizanim. Sibehekê ezê ji vir herim.
Çima ne êvarekê?
Nizanim.
Sibehekê an êvarekê ezê herim. Hîna çûyîn heye. Axir mirin dijî hîna. Sedeq.
Baran diçipe. Bêhn diçike. Kulîlk vedibin. Teşî dirêsin. Ba difîzîne. Ax dinermije. Cam dişikê. Şên e sikak. Xax e welat. Perde li alî ye. Kitêb vekirî. Saz bi reng e. Gîtar bi ceng. Evdila qeşeng e. Porê wî bi şeh e. Dibiriqe. "Îstiqrarlî heyat heqîqet e" dibêje jinik. Çi îstiqrar û çi hal xweha min. Welleh tiştekî din ji qûna me nayê. Zexelbûna me bû îstiqrar a xelkê. Bêlome be. Tew îja heqîqet. Wî pepûû. Me li bavê xwe zêde kir. Bes. Nebû. Ezê herim. 

Rojekê difirim. Yek bi yek di ser bajaran re derbas dibim. Roja min bi dawî dibe. Dadikevim. Hew. Xelas. Di qulika şûjinê re derbas. Çima ne derzî? Nizanim. Zêdeyî me ye bavê min. Ne ew qas. Ji serê me zêde ye ev tinaz. Heqeten bes. Xelas. 

Carekê ezê biteqim.
Çima carekê?
Çimkî mere nikare du caran biteqe, ew qas. Hadel teqê tupil bombê kidê kidê. Dubare. Hadelteqêtupilbombêkidêkidê. Bi carekê re diteqe tipê îpraxazê. Sikak diheje. Li sûka ga. Zarokekî ereb bazdide. Dişemite. Di merdiwenan re gindir dibe. Teql û teql. Tip. Li ber lingên min disekine. "Çi bû", dibêjim. Deng naçê. Hahew, tu ji kê re dibê. Radibe ser xwe bazdide. Dikeve hewşa qesrekê. Bêhna misk û emberan tê bêvilê. Kevok li ser seran dizivirin. Şirîna ava kaniya ye. Kulma xwe dadigire. Pezkûviyek tê vedixwe. Pinpînîkek çîlî spî xwe li ser bêvila pezkûviyê datîne. Di derî re dikevim hundir. Her tişt vediciniqe. Law hela bisenin, dibêjim. Sekin tune. Her yek dikeve qulekê. Li wir dixwazim carek din biteqim. Lê çi fêde mere cara duda nateqe. 

Bêhnekê ezê bisekinim. Dibe bêhna dawî be. Çima nebe? Ne me go axir mirin dijî. Bila bijî. Ne ji mirinê jî ba me yê çi xwelî li serê xwe bikira xwey? Weleh zor e. "Bê mirin jî jiyan nabe" hûn zanin ne? Min nizanîbû. Wê rojê yekî go; axir ji xwe re mirin. Nizanim mere çawa ji xwe re dimire. Gelo dibe mere ne ji xwe re lê ji hinîn din re bimire? "Dibe", dibêje Bilal. Heta dibêje; "mere tu carî nikare ji xwe re bimire." Mirin axlebe mesela zindiya ye. "Heqet" dibêjim, "mesela miriya çi ye îja?", "Mesele nîn e kaka", dibêjê. "Çawa nîn e kaka", dibêjim. Aha "mesela li vir a." Guhikê sazê dijidîne Evdila û dibêje; "jiyana me perçe dikir, yarê perçe dikir." Aha "mesele ev e" dibêje Bilal. "Yarebbî", dibêjim, em ketin çi gûyî? Qerarê didim ezê bêhnekê bisekinim. Nebêjin qey bêhna dawî ye. 

Şevekê ezê rakevim an berêvarekê. Nizanim. Sibehê wê kulîlk vebibin. Wê newal bibişire. Av biherike. Kuliyên berfê dakevin xwarê. Pelê çilo biweşin. Teht şil û lat zer bibin. Şikeftên kufarî tije kewş bibin. Berû bigindirin. Dû di daqan re hilkişe. Pisîk li ber sobê binore. Qehwe li ser bizotan bikele. Dîkê cîranan biqîre. Çêleka me biore. Sinca me bêhn bide. Dibe nede jî bila nede û dibe nebe jî bila nebe. Lê ezê rabim û bikim. Dibe nekim jî. Nizanim.

Hin Nivîsen Nivîskar

Çend meselok û rêbendan

  • 31 Rêbendan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Çend meselok: 1.Ji bo xatirê Danill Harms:  Sibehekê bê taştê rabû çû ser karê xwe. Qedehek çayê hat xwe li ser masa wî danî. Hêlaw jê dere. Bi du dengan kuxiya. Loqek belxem...

Xêrhatin An… Nehatin

  • 22 Tîrmeh 2024

Silav. Dibêjin agirê cehenemê bi heft avan hatiye şûştin. Dibe hejmara heftan hişê we biribe dereke din lê yê min na.  Hişê min wekî her gavê li vir e. Ez xwe baş nas dikim. Bi awayeke din ji xwe ne dûr im....

Sibatok û sohbeta du qijikan

  • 28 Sibat 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Sibatoka me ji dînikbûna xwe razî ye îsal. Beriya maşot bigire ser vê xakê, rojeke sibatê min berfa ser xênî dimalt. Qirik li min ziwa bibû. Min çengek berf avêt devê xwe, doxa...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zagona Bingehîn bi 15 mîlyon dolarî difroşin

ad

Louvre online bena a

ad

Destdirêjiya li ser nasnameya miletê kurd!

ad

biçûk bûm...

ad

RTUK'ê profîla temaşevanan derxist

ad

Serîlêdana Pêşbaziya Kurtefîlman dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname