logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Gerînendeyên Azadiya Welat niha çi dikin?

  • Dîrok: 19/05/2008

 

Saziyeke navê wê çi dibe bila bibe xebatkarên wê çiqas demeke dirêj têde bimînin, xebata xwe bidomînin ew sazî ew qasî dibe sazî, ew qas dibe kokqewîm.
Saziyeke çiqas xebatkarên wê zû jê veqetin, her kesên nû bên ser kar ew sazî ew qasî di nav amatorî de digevize, pêlavêtina ji bo profesyonelî ya wê saziyê dereng dimîne.
Saziyên me yên kurdan jî wisa ne.
Ez pêşî vê bibêjim: Min li Azadiya Welat dest bi karê rojnamegerî kir, ez hê jî Azadiya Welat wekî rojnameya xwe dihesibînim loma ez dixwazim li ser mînaka Azadiya Welat biçim.
Tê zanîn, Azadiya Welat li ser şopa Welat û Welatê me karê xwe didomîne ji ber vê yekê emê ji Welat dest bi gerînendeyên rojnameyê bikin.
Heta niha ji Welat, Welatê Me û Azadiya Welat van kesan gerînendetiya weşanê ya rojnameyan kiriye*: Abdullah Keskîn, Mazhar Gunbat, Samî Tan, Zana Farqînî, Sevda Eldemir, Cemil Oguz, Davut Ozalp, Tayyip Temel (Ger em kovara Pîneyê jî parçeyeke vê pêvajoyê bihesibînin divê em navê Mazlum Dogan jî lê zêde bikin)...
Mesele ne ew e ku ev navên ku gerînendetî kirine çima niha naxebitin, mesele ev e: Ev kes herhal hinek zanîna wan hebûye ku bûne gerînendeyê rojnameyê. Wê çaxê ev kes çima niha di Azadiya Welat de nanivîsin?
Her yek herhal quncikekê heq dikin...
Mesela Azadiya Welat here pêşniyazê Abdullah Keskîn bike ku Keskîn ji bo wan qunciknivîskarî bike dê çawa be? Bi ya min Mazhar Gunbat xwedî qelemekî baş e, çima ji bo Azadiya Welat nanivîse?
Yê xelkê wisa dikin: Ji Tirkiyeyê ji we re tenê çend mînak: Yalçin Dogan, Umur Talu, Ahmet Altan, Altan Oymen, Murat Belge, Mehmet Y. Yilmaz û gelekên din... Ji van mînakan A. Altan niha gerînde ye lê yê din ne gerîndeyên rojnameyan in lê her yek di rojnameyekê de qunciknivîskarî dikin. Ji ber ku ew gihîştine, bûne xwedî fikir û ramanên kûr. Ew fikir û raman çima li derve bimînin?
Me ji gerînendeyan dest pê kir, em dikarin li ser nûçegîhanan jî bisekinin. Mînak niha nûçegîhanê herî kevn ê Azadiya Welat gelo çend sal in di rojnameyê de dixebite?
Nûçegîhanên ku niha di Azadiya Welat de dixebitin gelo deh sal hene ku di rojnameyê de ne? Ji xwe nûçegîhanek di çend salan de dikare bibe nûçegîhan ew jî pirseke din e.**
Em bibêjin kesek ku di sala 1995'an de nûçegîhanî dikir niha li ku ye?
Ma nûçegîhanekî nikare 10 salan nûçegîhanî bike? Ger neke û her nûçegîhanên kamilbûyî dev ji kar berdin, her yên nû bên dê çawa be?
Wekî min got ez ji ber ku Azadiya Welat rojnameya xwe dihesibînim min  mînaka Azadiya Welat da. Saziyên kurdan ên din ên li Tirkiyeyê jî di heman rewşê de ne. Li ser vê ji we re mînakek: Niha nêzî deh kesên ku di rojnameya Tarafê de îmzeya xwe davêjin bin nûçeyên girîng ji DÎHA û Gundemê çûne.
Wê halê ev saziyên kurd çawa be êdî hûn bifikirin.
Gotina dawî di heman demê de wekî pêşniyar: Gere Azadiya Welat xwedî li gerînende jî, xwedî li nûçegîhanên xwe jî derê.
Her wiha saziyên din jî...


*Ger navên gerînendeyên 'Welat'an ên ku min ji bîr kiribin hebin xêra xwe bila min haydar bikin ku ez navên wan lê zêde bikim.
** Yên ku dixwazin dikarin li pirtûka "Rojnamegerî û pîvanên wê yên sere", Cemil Oguz, Weşanên Pêrî binêrin)

cemilo@diyarname.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji kurdên Başûr pirsek li ser Amerîkayê

  • 22 Kewçêr 2024

Li Başûr gelek kompanî hene. Pêşî mînakek: Serokê TISÎAD'ê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Iraq-Tirkiyeyê) Nevaf Kiliç wisa gotiye, "Niha nêzî 1500 kompaniyên tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin, li temamê...

Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises

  • 15 Kewçêr 2005

Berî her tiştî ez bêjim: ez ji Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises hez dikim. Di nav hemû hunermendên kurd û yên ne kurd de, herî zêde ez ji wan hez dikim....

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • 18 Gulan 2026

Agahiya Pêşî: Armanca nivîsê ne ew e tiştên erênî-neyînî li ser nav û saziyên di vê nivîsê de derbas dibin bibêje ye; Derdê vê nivîsê ew e ku di meseleyên wisa de mirov dikare rêyek/rêyên din çawa...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di şerê Arenayê de Fenerbahçe bi ser ket

ad

Mebûsê HDP'ê Murat Bozlak wefat kir

ad

Fîlmên Festîvala Îpekyolu li benda temaşevan in

ad

Mîrname û erotîzmeke nepen

ad

Qedexeya cixareyê bikêr hat

ad

Surprîzek din: Brezîlya jî pûan winda kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname