Di wêjeyê de, gelek caran nîqaşa sereke ev e: Gelo di berhemekê de, naverok girîng e yan şêwaza berhemê? Wekî ku me got, nîqaşa sereke û di heman katê de jî ya herî domdar e jî di wêje û hunerê de. Lê ligel vê yekê jî her kes bi hêsanî dipejirîne ku naverok, mijara berhemê çi dibe bila bibe; ya girîng şêwaza vegotin û hunera hunandin û afîneriyê ye. Her wiha, bi vegotineke neçê, mijara herî xweş û baş û girîng, dikare bibe ya herî xerab. Û bi vegotin û hunandineke çê mirov dikare tiştekî pir ji rêzê, tiştekî pir hêsan, mîna şikestina kefçiyeke darîn, mîna terpilîna mirovekî ku di riya xwe de diçe, bike berhemeke bêhempa.
Lê ligel van rastiyên gelemperî ramaneke din di hişê min de çêbûye ku taybetmendiya nivîs û her wiha nivîskarî rasterast bi tevahiya berhemê ye. Helbet ligel ku şêwaz û huner nîşaneya herî şêmber ê bikêrî û hunermendiya xwediyê berhemê ye; li hêla din ligel ku bi sedan û bi hezaran mijar hene ku dikarin bibin naveroka berhemê, ew mijara ku hatiye hilbijartin, ew naveroka ku dilê xwediyê berhemê bi her awayî daye ber gezan jî taybetmendiyeke xwediyê berhemê derdixe holê û her wiha nîşaneya herî berbiçav e. Bi min ev yek di heman katê de, nîşaneya herî berbiçav a feraset û zîziya kesê navborî ye. Ku li welatekî, li civakêkê bi sedan û hezaran mijar hebin û mirov xwe li mijarên jiyanane yên ku kezeb û dilên mirovî diperpitînin negre, li vir divê nîqaşeke din hebe. Çima ew, lê çima ne ev?
Ji vê derê, ez dixwazim bême ser berhema (pênc bara) birêz Hesen Bildirici. Ji van pênc pirtûkan sisê jê hatine çapkirin.(Sarya, Donuşu Olmayan Yol, Uçurum Atlilari) û ji pêşgotina berga sêyem em têdigihîjin ku a niha berga çarem dinivîsîne û her wiha dîsa ji pêşgotinê em têdigihêjin ku ew dixwaze berga pêncem li Zapê binivîsîne.
Birêz Bildirici, mirovekî kurdistanî ye. Nîjada wî çi dibe bila bibe (jixwe ji bo kesên dilzîz û şoreşger nîjad ew tişta ku mirov ne hewceye bipirse ye jî) ew wekî kesekî dilzîz û rewşenbîr bi berpirsiyariya mirovahî tevdigere û berê pênûsa xwe dide erdnîgariya welatê xwe. Loma jî hemû mijar û temaya berhemên wî, ew êtûna ku bi salan dadayî ye û bêrawest dilê mirovan diperpitine û dişewitîne.
Bi şêwazeke modern û herikbar, bi wan hestên germ û dilsozî, şer û trajediya gelekî radixe ber çavan. Mirov dibe şahidê lehengên egîd û tevî êş û kesera wan ku bûye parçeyeke ji jiyana gelê vê erdnîgariyê. Û tenê ev her du dane, nîşanî me didin ku bi van berhemên xwe yên ku em qala wan dikin û her wiha bi berhemên wî yên din, mîna “Şervan”; ew hem xwediyê dilekî zîz û pak e û hem jî xwediyê pênûseke bikêr û afirîner e.
Di nivîseke xwe de ku der barê romanê de gotibû, divê lehengên romanê ji yên jiyanê bihêztir bin, da ku xwe bi xwendekaran bidin xwendin. Lê ez bawer dikim vegotina wî ya şênber û rasteqîn, hunandina wî ya ku pêkan û mirovane ku yek bi yek ji nav dilê jiyanê, ji nîvê qada şerî ne wekî tevnekê lê belê wekî fotografekê bi sirûştî hatine kişandin. Helbet bi bikêrî û hosteyatiyeke hunermendî û zanyarî. Ku tenê kesên ku dilê wan hebe dikarin li van fotografan binihêrin, ku tenê kesên hunermend û afirîner dikarin bibînin.
Rist û her wiha sinc û rewişta rewşenbîriyê ev e ku mirov, çavên xwe neke pişt dîwarên tirsê. Wî dilê zîz bike pênûs û di nav pêlên jiyanê, jiyana gelê xwe yê bindest de avjeniyê bike. Ez bawer dikim ku Bildirici jî vê bi xwe dike.
Tenê li vê derê ji rexneyê bêtir, mirov bike û neke dibêje xwezî ev berhemên hêja bi zimanê erdnîgarî û gelê ku têne vegotin bûya. Lê em dizanin ku ji ber sedemên ku tê zanîn, Bildirici jî wekî gelek kesên ji vî welatî ji zimanê dayika xwe bêpar maye. Ji bilî kirin û kirûyên siyaseta pişaftinê, birêz Bildirici ji malbateke tirk tê. Her çi qasî diya wî kurd be jî, ew di temenê xwe yê piçûk de diya xwe winda dike û bi her awayî ji ziman û çanda dayikê bêpar dimîne.
Mala te ava birêz Bildirici. Pênûsa te her hebe. Em ê li hêviya rêze berhemên te bin...


