logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo bikarhênerên tora civakî û hêja Zinarê Xamo

  • Dîrok: 12/12/2021
Emê di vê nivîsê de ji aliyê etîka rojnamegerî (em nivîskarî jî lê zêde bikin) û hiqûqê ve li meseleyê binêrin. Û di vê çarçoveyê de ezê çend gotinan ji bo hêja Zinarê Xamo jî bêjim.
Pêşî meseleya etîkê
Bûyer ev e: 
Meha borî li Silêmanî xwendekaran Hikumetê Herêma Kurdistanê protesto kirin. Asta protestoyan bilind bû. Hinan nûçe û dîmenên "xwendekaran ala Kurdistanê xist bin lingan" belav kirin. Derket holê ku xwendekaran tişteke bi vî rengî nekiriye. Meseleya me ev e.
*
Di çapemeniyê de, em bibêjin rojnameyeke nûçeyeke (bi zanebûn, yan bi nezanî) şaş weşand, dema aliyê hember serî lê bide "tekzîb"ê li heman cihî, bi heman puntoyan belav dike û lêborînê dixwaze.
Helbet çapemenî jî şaşiyan dike, helbet rojnameger jî şaşiyan dikin, lê ya muhîm ew e ji şaşiya xwe vegerin û lêborînê bixwazin.
Çapemenî wisa saziyeke muhîm e, rojnameger (em nivîskaran jî lê zêde dikin) wisa karekî muhîm dikin, ew notan ji bo dîrokê lê dikin. Loma mecbûr in rastiyan binivîsin, hebin şaşiyên wan, wan şaşiyan rast bikin. Wê çaxê asta wan bilind dibe, yan jî dadikeve.
Û niha tora civakî wisa bûye mimkûn e di her tiştê hatiye belavkirin de manîpulekirineke hebe. Belkî kesên ji rêzê nizanin tiştên hatine belavkirin li bêjingê bixin, lê rojnameger, nivîskar divê vê yekê bizanibin û li gor wê bi wî tiştî bawer bin, yan na... Û ger şaşî kirin jî divê bizanibin ku etîka rojnamegerî ji wan lêborînê dixwaze. 
QUBAD TALABANÎ LÊBORÎN XWEST
Piştî rojek du rojan derket holê ku ew nûçeya li ser al û xwendekaran hatiye belavkirin derew e, xwendekaran tiştek wisa nekiriye. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî derket pêş çapemeniyê (bi kurtahî) got, "Me nûçeya şaş belav kiriye, em lêborînê dixwazin."
Gelek kesên ev dîmenên şaş belav kirin hebûn, yek ji wan jî nivîskar hêja Zinarê Xamo bû. Min twîtek wisa belav kir:
- "Hêja Qubad ji xwendekaran lêborîn xwestiye. Kek Zinarê Xamo ji ber ku bêyî tu bifikirî ku ev vîdyo ne rast e û te belav kir û te ew wekî "kesên şîrheram" û wekî xayîn îlan kiribûn. Fikra min ew e tu jî divê lêborînê bixwazî ji wan kesan. Dîsa jî tu zanî. Silav bo te."
Çima min tiştek wisa kir? 
Ev mesele jî meseleya hiqûqê ye. Em niha bên ser aliyê hiqûqî:
Hiqûq ew tişt e ku li dû rastiyan e. Mirov nikare li gor kesek wê biguherîne. Şaşiyek hebe tê cezakirin, yan jî lêborîn tê xwestin û mesele tê girtin. Hêja Qubad Talabanî ku cîgerê serokwezîr e di asta bilind de lêborînê dixwaze, lê kek Zinarê Xamo bêyî lêborînê ji xwendekaran bixwaze dibêje, 
"- Hinekan gotin di meşê da heqaret li alê kirine. Min jî bawer kir.
- Ji bo çi ezê uzrê xwe bixwazim? Min çi derew, çi bêbextî kiriye?
- Min di medyaya sosyal da xeberek dît, jê bawer kir û ew rexne kir. Ne min tenê, bi sedan kesên wek min eynî tişt kirin, partiyan belavok belav kirin."
Pirs ev e: 
Mînak bi sedan kes herin diziyê bikin, dê kek Zinarê Xamo jî rabe bêje 'wele wan dizî kir, ez jî çûm, min jî dizî kir"? Wisa dibe?
Mesela, gelek kes rabin heqaretê li aliyek kurdî bikin, wan xirab nîşan bidin divê tu jî herî wisa bikî?
Ê Zinarê Xamo 12 hezar şopînerên wî di twîttirê de hene.
Mesela gelek kes bêjin "Zinarê Xamo wê rojê fotoyeke di twittira xwe de belav kir, al xistibû bin lingê xwe" û ez jî bawer bikim û vê gotinê ji bo 12 hezar kesî belav bikim dê çêbe? Paşê derkeve holê ku Zinarê Xamo al nexistiye bin lingên xwe, berevajî ew daye hev, gere ez lêborînê nexwazim? Çima divê ez lêborînê bixwazim? Ji ber ku min 12 hezar kes şaş agahdar kirine, divê ez "tekzîbê", yan jî lêborînê belav bikim ku ew 12 hezar kes bizanibin ku tiştek wisa çênebûye. Yan na, ger ez tiştek wisa belav nekim, ew 12 hezar kes dê her bêjin "Zemanekî Zinarê Xamo jî al xistibû bin lingên xwe." 
HIQÛQA SWÊDÊ ÇI DIBÊJE?
Tiştek din: Mesela li Swêdê kesek diziyê bike bi awayekî tê cezakirin, kesek li hemberî kesek din gotinên xirab bike bi awayekî din tê cezakirin. Dadgeh dema biryarê bide, ew kes nikare xwe biparêze û bêje "wele Cemil wisa kiribû, min jî kir."
Mînak niha parêzerê yek ji wan xwendekaran li Swêdê here dozgerî û bêje, "Birêz Zinarê Xamo gotinên şaş der barê muwekîlê min de belav kirine, ew wekî hedef nîşanî 12 hezar şopînerên xwe daye" dê çawa be?
Hiqûq li niyetan nanêre, li kirinan dinêre. Kirina te çi ye? Em bêjin tiştê ne rast wekî tiştê rast te belav kiriye. Wê çaxê hiqûq dibêje ka were vir û ezê te ceza bikim. Mesele hemû ev e.
Min jî ji ber ku qedir daye Zinarê Xamo min jêre gotiye "Hêja Qubad Talabanî lêborîn xwestiye divê tu jî bixwazî." Lê diyar e kek Zinar ev yek jî fêm nekiriye.
Kesek ji rêzê be jixwe mirov guh jî nadê. Lê kek Zinarê Xamo ev emrekî ye di nav nivîsê de ye, divê hay ji van hiqûq û rêgezan hebe û her wiha çawa agahiya şaş daye 12 hezar şopînerên xwe, divê bizanibe agahiya rast jî bide û lêborînê jî bixwaze. Ew vê yekê dike nake, wekî di wê twîtê de jî min gotiye "Dîsa jî tu zanî. Silav bo te."
ÇEND GOTINÊN LI SER MIN Û WÎ
Û bi destûra we ezê çend tiştên din jî bêjim (Yên "xêz" li ber gotinên kek Zinarê Xamo ne):
"- Bi zor dilê min li te sipî bûbû, te ez poşman kirim, te dîsa dilê min ji xwe hîşt."
Wele ez ne ji bo li ber dilê te sipî bibim, ne jî reş bibim dixebitim. Tu karek/peywirek min a bi vî rengî nîn e. Ha, ger kesek ji ber te rexne bike li ber dilê te reş bibe, bila bibe. Berevajî, dema te rexne neke divê tu bizanibî ku ew ne dostê te ye.
"- Ez ne dijminê xwendekara me."
Min tiştek wisa negotiye jixwe.
- Ez ne zilamê Barzanî me! Gava hewce dibînim rexne dikim.
Min li tu cihî negotiye Zinarê Xamo zilamê Barzanî ye. Ne derdê min e jî zilamê yekî ye yan na. Û çawa mesele aniye vir ez wê jî nizanim. Di twita me de navê Barzanî jî derbas nebûye.
- Lêz ne mecbûr im wek te dijminatiya hukûmetê Barzanîyan bikim. 
Li vir vê carê kek Zinar min sûcdar dike. Wekî ku ez dijminatiya barzaniyan dikim nîşan dide. Ji aliyê însanî ve ev tiştek eyb e, ji ber ku min tiştek wisa nekiriye. Bila bizanibe ku ji aliyê hiqûqê ve jî ev yek ne tiştek rast e. Min tu demê dijminatiya Barzaniyan nekiriye û ez nakim jî. Tu demê roleke min a bi vî rengi tunebûye, dê tune be jî. Ha, ez wan rexne dikim ev tiştek din e. Wekî rojnamegerî kurd û wekî kurdekî ji rêzê mafê min e ku ez rêveberên kurdan rexne bikim. Lê "dijminatî"? Bila Zinarê Xamo bizanibe ku ev ne karê min e. Ez ne mecbûr im bibin yar an neyarê kesî. Yên ku bizanibin di rêya sêyem re jî biçin dê bikaribin bi ser bikevin.
- Te û çend hevalên te, we ji kok da xera kir. Şûşa dil carê bişkiyê hew dicebire…
Herhal kek Zinarê Xamo dizane dema mirov dimirin her yek dikeve gora xwe... Ez nizanim çima kek Zinar fêm nake ku her kes şexsek e, her kes mimkûn e fikrek wî hebe û her kes ne mecbûr e îlle hevalê/a hin kesan be?
- Diyar e kuleke min di dilê te da heye, tu li dû heyfekê yî. 
Herhal kek Zinar difikire ku ji bo mirov yekî/ê rexne bike îlleh divê "kulek di dil de hebe" loma. Lê bila bizanibe ku medeniyet, kesên medenî ne li dû kulan in, li dû rastiyan in û dema şaşiyan bibînin bêyî li "kulan" bigerin rexne dikin. Tiştek din ku ez li vê zêde bikim tune ye. 
Û peyvek jî ji bo "dijminatî"... Hêja Zinarê Xamo nivîskarekî kurd e, hêja ye, heta niha ked daye, loma em van dibêjim. Wekî li jor jî min got kesek ji rêzê ba min guh jî nedidayê. Bi vî awayî, bila kek Zinar jî, kesên vê nivîsê dixwînîn jî bizanibin ez ne dijminê kesî me, ne jî ez mecbûr im bibim alî kesî. Ez çi rast bibînim ez dibêjim, ezê bêjim jî. 
Ha, helbet ez jî însan im, mimkûn e ez jî şaşiyan bikim. Ev tiştek din e. Lê heta ji min tê ez li gor hiqûqê, li gor pîvanên modern, pîvanên pêşketî li meseleyê dinêrim, ne li gor pîvanên paşketî, pîvanên kevn û paşverû.
Notek ji bo xwendevanan: 
Ger heta vir we ev nivîs xwendibe û min dema we girtibe biborin.  Lê ez mecbûr bûm van gotinan binivîsim. Wekî min got, em rojnameger (nivîskar jî têde) em notan ji bo dîrokê her datînin. Ev jî tiştek wisa ye. Ji bo min mesele bi dawî bû. Xilas.

Hin Nivîsen Nivîskar

Li ser zimanê Diyarnameyê ji bo baldariya çend nivîskaran

  • 16 Adar 2011

Her dem, ez gotinên xwe raste rast dibêjim. Carinan ez ji vê zirarê jî dibînim, bila... Mesele ev e: Ez ji gotinên Îbrahîm Seydo Aydogan ên di facebooka wî de aciz...

Biryarên ku Hikumeta Başûr digire ne meşrû ne!

  • 03 Gulan 2014

Ji salan 1995. Şerê di navbera PKK'ê û hêzên Dewleta Tirkiyeyê de berdewam dike. Her roj balafirên şer bombeyan bi ser çiyayên kurdan de dibarînin. Her roj gelek pere...

Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?!

  • 06 Adar 2017

Li Başûr jî gelek hevalên min hene. Ji wan didu; yek jê bi eslê xwe ji Silêmanî, yek jî ji Duhokê, her du hevalên min ev çend sal in dibêjin, "Tu...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dersên Kurdî yên Online ji nû ve tên

ad

Pirtûka Şivan Xabûrî

ad

Konsera NÇM'ê rastî eleqeyek mezin hat

ad

Azadiya Welat jî girtin (Deqeya dawî)

ad

Ji bo çapemeniyê rojek nebixêr!

ad

Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname