logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Pirtûka Şivan Xabûrî

Pirtûk 235 rûpel in, û ji şeş beşan pêk tê. Sala 2015ʼan li Weşanxaneya Dar hatiye çapkirin û belavkirin.

  • Dîrok: 20/06/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir

Pirtûk 235 rûpel in, û ji şeş beşan pêk tê. Sala 2015ʼan li Weşanxaneya Dar hatiye çapkirin û belavkirin.

Ji dilê dîroka kevin û dûr ber bi peravên şeveqa serdemê ve; ji deshilatiya serdema Kutiyan 3000 BZ. heta bi dewleta Lolo û Sobarto a Zêbariyan 2000 BZ. her wiha ji serdema Kasekan 1500 BZ heta bi hikumeta Mîtaniyan û Kardoxan û Împeratoriya  Sîtiyan û Mîdiyan ve, di van dîrok û serdeman de Şivan Al Xabûrî di pirtûka xwe de rûpel bi rûpel me li ser baskên zanyariyê li ezmanê fêrbûn û hînbûnê digerîne.

Di despêka pirtûkê di beşa danasînê de. Şivan Al Xabûrî balê dikşîne ser xalên girîng yên der barê dîroka Kurdistanê de û dîroka me du qonax in.

Yek jê ku niha di gelek qadan de em baca wê didin, a din ku di gelek qadan de jî em pê serbilind û serfiraz in.

Şivan Al Xabûrî di pirtûka xwe de hewl dide ku li ser xalên bingehîn û naverokên civakên ku hukim li kurdan kirine, her wiha nivîsên bi şaşî hatine nivîsîn, xal bi xal radiweste.

Yanî wekî ku di pirtûkê de jî diyar dibe bi rengekî panorama ye. Li ser ol û baweriyên li Kurdistanê her wiha li ser desthilatariyên serdemên berê û Împeratoriyên Kurdan bi rengekî lêkolînî radiweste. Her wiha li ser dabeşkirina Kurdistanê, li ser nasnameya wan û erdnîgariya wan bi çavekî lêkolînî mijarê rave dike.

Her çiqasî naverok, lêkolîn û şîroveyên vê pirtûkê bi zimanê erebî bin lê dîsa jî mijarên pirtûkê hemî li ser dîroka kurdan in. Lê pirs ev e, gelo çima ev pirtûk bi zimanê erebî çap bû? Li gorî dîtina Al Xabûrî di hemî heyam û deman de gelek ji nivîskarên ereb pir ji zanyariya li ser dîroka me kurdan bê wijdanî kirine û dîroka me tevlî hev kirine lewma min jî bi zimanê erebî ev pirtûk nivîsî.

Di beşekî pirtûkê de Şivan Al Xabûrî li ser du teoriyan radiweste.

Teroriya yekê ew e ku li ser şîroveyên Minorisky disekine ku ew dibêje, koka kurdan ji farisan tê ku ew jî vedigere ser nislê wan yê bi Hint Ewropî ve tê girêdan ku di sed sala 17 Berî Mîladê de tê naskirin ku ji qerex û keviyên gola Ûrmiya ve tê û ber bi Botanê ve diçe.

Teoriya diduyan jî ew e ku li ser şîroveya dîroknasê Rûsî Mar destnîşan dike ku kurd wekî milet ji Asiyê ne û ji koka xwe ji kildanan, qafqaz û ermanan pêk tên. Di heman demê de zanyarê rûsî Vlademer Menoriskî dibêje, dibe ku kurd ji rojhilatê Îranê koçî Kurdistanê kirin û bûne yên xwecih. Bêguman ev jî vedigere sed sala dehan berî mîladê ku bi nasnsmeya xwe berê jî ew Kûtî bûn. Ku li rojavayê Behra Wanê û rojhilatê Çemê Dîcle di qonaxekê de ew bi cî bûne.

Di pirtûka xwe de Al Xabûrî balê dikşîne ser hebûna ziman ku gelek ji zanyarên cîhanê piştrast dikin ku kurd ji dîroka kevin ve her li cîhê xwe ne û zimanê wan vê yekê îsbat dike.

Di heman babetê de Al Xabûrî ji hinek çavkaniyan der barê pirtûka Zend Avesta, peyv û zimanê Zerdeşt de lêkolînan dike û digihîje wê encamê ku zimanê Zendavesta û Zerdeşt ji Medan bû û ev jî di sed sala 7ʼan de Berî Mîladê ye.

Li gorî Al Xabûrî peyva Kurdistanê cara pêşî di sedsala 12ʼan de hatiye bi karanîn. Dema ku ku beşek ji çiyayên Kurdistanê hatin dabeşkirin, wê gavê bi fermî navê Kurdistanê hat ragihandin, ev jî di serdema Sultan Sincarê Selçûqî de bû ku wî biraziyê xwe Sultan Silêman 1059 kire waliyê wê demê yê Kurdistanê. Ew dema Kurdistan ji 16 wîlayetan pêk dihat.

Al Xabûrî behsa rengînî û dewlemendiya olan û tolerensa wan dike ku niha bingeha wan li rojavayê Kurdistanê heye. Bi taybetî qala ola êzîdiyan dike ku di dîrokê de gelek nêrîn û gotinên şaş û nedurist li ser wan hatine gotin. Al Xabûrî bi şîroveyên xwe wan nerînên çewt û xerab ji bo raya giştî şîrove û zelal dike.

Al Xabûrî li ser pêvajoya Îslamê dibêje, em kurd wekî milet di serdema Împeratoriya Eyûbiyan de bi serkêşiya Selahedînê Kurdî bûne deshilat, lê ji wê demê ve me nankorî nekiriye beravajî wê me xizmet ji bo hemî gelan kiriye.

Di dawiyê de Şivan El Xabûrî bi bîr dixe ku dîroknasan dîroka kurdan bi rengekî nedurist rave kirine, lewra wî xwestiye bi vê pirtûkê peyama xwe bide raya giştî û bi taybet cîhana ereb. Ew dixwaze ereb hûr û kûr bi dirustî û qenc li ser kurdan lê bikolin.

16.06.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helîm Yûsiv dibe mêvanê 'Rojên Xwendin'ê

ad

PEN'ê banga berdana rojnamegeran kir

ad

Salon vedibin, festîval amade ne

ad

Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir

ad

Carlos Latuff xêz kir

ad

Belgefîlmkarê îngilîz Sean McAllister tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname