Halê me, ‘ne tê kuştin ne tê hiştin’, li wê dera hanê.. di navbera nal û bizmarê de.
Em ê dîsa bertek û paliyên xwe bişidînin, dê bibe gurre gura kerba me û mîna kela nîskê em ê bi ser tifika xwe de vereşin. Çend gotinên qelew ji kîsê me re..
Kurê min! Xwezî me karîba dinyayeke xweştir ji we re bihişta! Nizanim çi bibêjim bo te.
Keça min! Xwezî me karîba ezmanek sayîtir diyarî we bikira! Nizanim çi bibêjim bo te.
Ya me, heçî em in marê di tûr de ne. Ne me ew dil heye di sengerê pêş de bin, ne jî me ew dil heye bi cihekî ve bo xwe raqetin û ji xwe re kuçekek nû deynin. Ji xwe re tevneka nû birêsin, li zemanekî dî, li ser erd û warekî dî.. nexêr. Berxikê min nexêr! Em di tûrê xwe de digevizin û bi jehra xwe diwerimin, dikefizin, paşê ditirsim hûn jî ji jehra me bigirin.
Îro, dinya li kuştina me temaşe dike û bi ser de dibêjin: wîî! Hûn çi xweşkûk dimirin! Ez qurbana wê mirina xweşkûk!..
Kurê min! nizanim, ez ê çawa bikaribim kewşenek ser rûyê erdê peyda bikim û we berxikên xwe tê de stare bikim da ku mirina we ya xweşkûk nebe replîkek ji şanoya vê cihana gewrik û qehpik! Ez çi bikim keça min! Ez bo keziyên te yên bêhna binevşan jê têt, ji kîjan çiyayê asê temberîkan vehênim û te bi kîjan lawijê bixemilînim da ku li ser sehneya vê dinyaya derewîn, nebî ew kuştiya xweşkûk ya di bin qîlên qilêr ên ayetfiroşan de biherimî!..
Xwedê! Tu li kîjan perdeya vê şanoyê yî?
Ez zanim kurê min, çendek naçe, ev kula me jî dê sar bibe. Ev kovan jî dê bikeve ser birînên dîtir û ji birînên me dê çiya di zikê xwe de bizûrin, bibin volkan û bipijiqin.
Çendek naçe, em ê hêrs û rika xwe di şûşecamên twitterê de sar bikin û vegerin ser xewna xwe ya derew.
Bêhnek dî dîsa em ê li malê xwe li ber encamên maçên hefteyê pan bikin. Em ê dîsa xwe bi hevsarê reqemên meaş û mehmizan sûr bikin û em ê dîsa heçku çi tişt li me û li mirina me ya “xweşkûk” neqewimîbe, em ê dîsa bi leqleqa dinyaya xwe bi ba bikevin.
Ez bo te bi kîjan zimanî vê xewna me ya reş şîrove bikim keça min!
Wa ye dinya êdî mîna berê ne kerr û lal e, belam dinya vê carê jî temaşe ye li ber çavê me; em li ber çavên dinyayê..
Dîsa gwîzên xwe li ser dilê me dişkênin. Û dîsa dilê me bi kuştina me ya “xweşkûk” dipalînin. Dibêjine me: bêhna xwe fireh bikin em ê hevsarê wan bi qirika xwe bigerînin! Dilê min bi birîna me honik dibe lê agir hê jî baran e ser serê me!
Kurê min! min efû bike. Keça min! min efû neke! Çima min efû bikin?
Paşê dengê teyarê mit bû. Kurê min ê tifal dîsa ji nav nivînên xwe hilpekî. Ji tirsa xwe avêt ber hembêza min.
Min dî, ji min re bi zimanekî berî tarîxê qise dike. Min fam nekir. Go, “Exa.. Eta.. Eza.. Îlna.. Etna.. Ejma..”
Bêlome! Îja ev çi bû; ev çi felaket bû! guhê min li strana “Ez felaket im” bel bû.
Dinyayê çerxek dî dida ger û geşta xwe. Şevê xwe bi ser rojê de diqulipand. Ez ê dîsa mîna riknê rojane ewilê biçûma ber şaşeya TV û ajansan.. Ka çend mirinên xweşkûk li xezîneya vê dinyaya gewrik zêde bûne.
Dû û bêhna sotinê bi carekê de li kezeba min didewixî!
Her nebî vê carê em dê tev “xweşkûk” bimiryana. Kurê min! min efû neke! Keça min! tu jî min efû neke!
Ji ber ku me ev barê xeman ji we re hişt!.. Vê lawija di tûrê marî de; marê di tûrî de, bi jehra wê re bihêlin. Bila ji xwe re xweşkûk xweşkûk bimire.
Sibe tê.. wekî şairê gewre gotî, “stêrka berbangê mizgîniya xêrê ye” va ye li me da der..


