Diyarname
Îro Serfermandarê Giştî yê HSD'ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) û Serokê Desthilata Şamê ya niha Ehmed El Şerî bi hev re peymanek îmze kirin.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her duyan bi hev re Peyman îmze kirine ku ji 8 xallan pêk tê.
Va ne ew xal:
1- Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên mîsogerkirin.
2- Civaka kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên kurdan di Zagona Bingehîn de mîsoger dike.
3- Li seranserê Sûriyeyê dê agirbest bê ragihandin.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.
5- Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.
6- Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.
7- Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.
8- Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê dê xebatên xwe bidomînin.



