logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Lêrasthatinek û Ronî WAR

  • Dîrok: 06/02/2009

    

Ez bi pêlikan ve hilkişiyam qata çaran. Kafe nîvtije bû. Koşeya min a her car vala bû.  Lê danişîm. Qelebalixeke zêde tunebû, lewra min ling bi ber xwe ve dirêj kirin. Kafe bi zewkeke xweş, wekî dîwanan hatibû dîzaynkirin. Mînder û balîfên mişt û nerm raxistî bûn. Sobeya êzingan li dar û dadayî bû. -Lê şorbeya “ciya min Fata Hewê” ne li ser bû!.- Hundir germ bû, derve sar... Min çayeke qaçax vexwar û li dû cixareyek...û çayeke dî û çayeke dîtir -qewl sê bû! Bêhna min hate ber min. Ez hebekî germ bûm, reng û xwîn bi min ve hat.
Lê serê min bi gêre bû. Hê jî “yeqîn şer-e” bû!  Min û “tiştinan” tê de ber hev didan. Wê kê ji me zora kê bibira hê ne kifş bû. Û xirecira kar û bar jî nehika ser dehikan bû! Her wiha ji do êvarê ve mêşa helbestekê bi dora min ketibû. Geh wê bi min vedida, geh jî min digot qey min zeft kir, lê ji bilî hîçekê mista min hê jî vala bû. Dîsa jî min çenteyê xwe tevda, ji bo qelem û defterê... Wilo hinekî ez û mêşa xwe li dor hev çûn û hatin -çûn û hatin, çûn û hatin... lê encam? Encam ma wexteke dî...  
Min serê xwe hinekî hilda û çav li hundirê kafeyê gerand. Li tenişta min a rastê, hinekî bi wêdetirî min du keç û xortek danişî bûn, û rû bi ken wekî ku ketibûn henek û laqirdiyan. Li koşeya dûr a çepê min, keç û lawek bi kurmanciyeke hebhebo û herikbar ketibûn şêwr û mişêwrê. Sewta wan geh nizm û geh jî berz bû. Wan bêhtir bala min kişand. Wekî ku hinekî ji mijareke giştî dipeyivîn. Min bêhemd cixareyekê guh lê bel kir. Belê... mijaran wan jî bala min kişand -xwîn jî xwînê dikişîne ya! Mijara wan wêje bû... 
Çêlî wêjevanekî dikirin. Nemaze jî keçik wisa bi kewn dipeyivî. Min hinekî dî jî guh li wan bel kir. Keçik wilo ne tenê bi dev, bi zar û timtêlê jî kurdewartir bû. Jixweqayil û xwezan dixuya:
- Bi gewhera nivîskariyê ye. Xuyaye bi wêjeyê dizane, xwendiye... di cûreyên vegotinê xweş gihaye. “Çîrokê” xweş vedibêje... Û her wiha ji derûniya civakê jî qenc fêm dike. Dizane wê kirasekî çilo vebire li bejna leheng. Xwediyê pîstikeke xurt a çanda devkî ye jî. Carinan wekî ku dengbêjekî dest li ber guh e, car caran wekî ku vebêjê çîrokên berê... nizanim pir ketiye serê min, ez bi ekleke wilo wî dixwînim.” 
Lêwik jî:
- Nizam...min hinekî xwendiye. Têgiham ku zimên baş bi kar tîne. Bi min jî zirav û dirêj e, ne qut û qalind...lê bi giştî, wekî ku min got, nizam...  

Min xwe bi giştî ji bîr kir.. ketim hetira wî nivîskarî! Ji peyva lêwik, min fêm kir ku mêr e lê kî ye?.. Pir ji min re bû meraq ku çêlî kê dikin. Min xwe negirt û ez rabûm wekî ku dikim biçim... tam ku dikim di ber wan re biborim, min got; “merheba, biborin lê ji gava dî ve bêhemd guhê min li ser we ye. Sohbeta we bala min kişand, gelo ew nivîskar kî ye ez dikarim bipirsim? Keçikê hema bêdudilî got: Ronî WAR! Nivîskarekî kurd e...
Min ne kin kir ne dirêj... û min xatir ji wan xwest û meşiyam...
Hêvî xurtir bi min re hasilî.
 
Pêrgîhatin û şahidiya min a vê diyaloga ku min li jor neqil kir lêrasthatinek e- hem jî xweş... lê û bi ser de jî belê, tiştekî teqez heye ku nivîskariya Ronî WAR bi tu awayî ne lêrasthatin e -ji xwendinê dizanim!..

ezyeqin@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Berfanbar e

  • 20 Berfanbar 2008

                     “wext dereng e/ xew şîrîn, şiîrînte xew divê/ min bêdengî,...

Ez ê Li Ser Hêviyê Bêjim

  • 20 Tîrmeh 2020

Cesar VALLEJO Ne weku ez Cesar Vallejo me ez diêşim. Îro, ne ku ez bi xwe hunermendek im, mêrek yan jî ne ku ez bûnewerekî ketûber ê jîndar im ku diêşim. Ne weku...

Xweha “Ax”ê

  • 05 Adar 2009

Li dû “Ax”a MAHABAD'ê“Ev kevir qedera vê axê ne. Şûşa dil şikest, ax bi xwên e.” Xwehê, ev çîrok a “do”ya “ax”ekê ye;...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bakur ji bo ziman li ser piya bû

ad

Min efû bikin

ad

Vateya 76'inan veciya

ad

Lehengê nepenî yê siyaseta kud Abbasoglu

ad

Serokên berê yên klûbên Beşîktaş û GS'î jî têde gelek navdar hatin binçavkirin

ad

Nivîskar, rewşenbîr û weşanger tên ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname