logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Dîrok: 14/11/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Berê, zimanê me, kurdî, ji tuneyiyan dihesibandin; pişt re jî kirin zimanê tirkên çiyayî; gotin tirkên çiyayî dema li ser berfê dimêşiyan ku pêlî berfê dikirin, ji berfê dengê "Kart û Kurt" derdiket; ji ber vê yekê ji wan re 'Kurt' hatiye gotin. Ew jî nebû; niha jî kurdî wekî zaravayekî farisî dihesibînin. Qala peyvên farsî û kurdî  ên hevpar dikin dibêjin, "Ev her du yek ziman e"; ji bo ku farisan dewleta xwe heye kurdî dikin zaraveyek farisî. Ji yên vê îdîayê dikin dibe ku hinek bi farisî zanibin; lê eşkere ye, ew hemû bi kurdî qet nezanin. 

HEREDOT: PERSAN CIL Û BERGÊN MEDAN GIRTIN
Ji bo ku her du ziman, xuya ye, di demeke boriya dûr de ji yek zimanî, ji yek dayikê zayî ne. Li hêla din ve, em ji dîroka Herodot dizanin ku fars an pers, ji aliyê Başûrê Medya hatine Mediyayê; demekê di bin serweriya Medan de jiyî ne û pişt re bi derbeyekê, bi alîkariya hin giregirên Medî, dewlata Medan bi dest xwe xistine. Û Herodot dibêje, "…Pers ji her neteweyê hesantir tiştên neteweyên din ji xwe re digirin; cil û bergên Medan ji yên xwe xweşiktir dîtine, bi xwe jî wekî Medan cil û berg li xwe kirine…" Ji vê agahiyê û bi mantiqê, divê persan zimanê medan jî ji xwe re kirine zimanê resmî. Dibe ku zimanê ku îro "Farsiya Kevn" tê gotin zimanê medan bû. Niha di destê me de tu belge tune ne.

DANBERHEVA ME YA HER DU ZIMANAN
Êdî li min bû derd û min bi amatorî lêkolînek kir; her du ziman da berhev: Berî her tiştî li peyvên herî kevn ên hevpar geriyam. Piştre, a yekem, min ev peyvên hevbeş li gor dirêjiya peyvan dan berhev û ji bo ku bi gelemperî peyva herî kurt a herî kev e; a duyem, ji van peyvên herî kevn û resen di kîjan zimanî de ji xwe re peyvên nû çêkirine û şixulîne. Bi vî awayî, peyvên ew qas kevin dibe ku, di zimanên din ên Hînd û Ewropayî de jî hebin; min ew jî kontrol kirin.

PEYVA HERÎ KEVN
Min berê ev ji xwe pirsî: Bi rastî pêdiviya mirovan bi kîjan deng an peyvan heye, ji vê deh-hezar bîst-hezar sal berê? Li gor arkeolojiyê, kifşa mîrovan a herî kevn "ar" e û hema hema ji îro mîlyonek sal berê mîrovan ar kifş kirine. Divê navek jî lê kiribin an jî ji bo wî tiştî ku di jiyana wan de pir girîng e,  bi dengekî nîşan kiribin. Kurdî "ar", farisî "ataş", almanî "feuer", fransî "feu", yewnanî "pyr", îngilîzî "fire" gotine. Ez dipirsim kîjan kurt e; bînin ber çavên xwe an jî çavên xwe bigirin di dema hovî û hên ziman baş ava nebûyî de bi kîjanî mîrov nîşan dide? Bi xwezayî bi dengên herî hêsan wê bi nav bike; ya herî hesan "ar" a bi kurdî û "pyr" a yewnanî ye. Lê dema em li her du peyvan binêrin û li ser hev dubare bikin, em dibînin, her du jî ji yek dengî der tê. "Ar" û "pyr" eynî dengî didin. Em dikarin bêjin ev her du deng an peyv di zimanê Hînd – Ewropî de ji bo vî tiştî an alavî yê herî kevn in. 

PEYVA HERÎ KEVN DI KURDÎ DE YE
Heta deh-hezar salan berê, mirovan, bi sedan sal bi nêçîrvanî û komkirinê jiyana xwe domandine. Dema diçin nêçîrê, ji bo nêçîrekê bibînin tiştê herî girîng çi ye? Şopandina ajalan e; ji bo şopandinê emê li ku mêze bikin? Li rê û rêçên ajalan; ne viwa ye? Em mêze bikin bi kurdî "rê", bi farisî "rah", bi hindî "rast "an "path", bi yewnanî "dromos" an "odos", bi fransî "route", bi îngilîzî "wey", "rood", "route". Ê niha emê çi bêjin; "rê" ya kurdî, "rah" a farisî, "route" a fransî û "rood" an "rout" a îngilîzî ji yek kokî ye; lê  peyva herî kurt "rê" ya kurdî ye. Ev jî nîşan dike ku di wê malbata wan ziman de peyva herî kevn di kurdî de ye.
"Mê" an "ma" heye; zayendê nîşan dide di kurdî de. Zayenda "mê" di kurdî de ji xeynî mîrovan ji bo piraniya ajalan bi kar anîne. wekî Ma-nga, Ma-nker,mî, ma-yîn hwd. Lê di zimanên din ên ji hevmalbatê ji bo "da"yikê bi kar anîne. Farisî "mader", hîndî "mata", fransî "mere", almanî "muter", îngilîzî "mother" û hwd. Ev peyv hemû ji heman kokî tên; ji "ma" an "mê"yê tên û ev kok an jî peyv ji peyvên herî kevn a van zimanan e; di kurdî de wekî mîna ya destpêke dijî.
Ev mînakên peynên rêsen ên zimanî Hînd û Ewropayî di zimanî kurdî de dikarim zêde bikim; min kir jî û naxwezim bi van mînakan vê nivîsê bifetisînim. Mijar û pirsgireka min lêkolîna bi temamî etîmolojiya zimanên Hînd – Ewropa nebû; ev karê akademîsyenan e. Derdê min kurdî û farisî bi berhevdayîn bû û kîjan ziman ji kîjan zimanî kevintir e, an kîjan ziman bi kîjanî xwedîbûyî ye bû.
Eşkere ye, ew kokê resen, an jî peyvên bi hezaran sal in, hên jî di zimanî kurdî de dijîn. Lê tiştek din heye; ew jî di wan zimanan de, bi wan kokên resen, di kîjan zimanî de çêkirina peyvan berdewam kiriye? Yanê ew peyvên resen an jî kok, di kîjan zimanê hevmalbatî de jîndarbûyîna xwe berdewam kirine; ji wan peyvan zêdetir peyv çêbûne? Ezê li jêr bi tenê kurdî û farisî bînim berhev.

BERDEWAMIYA PEYVAN
Ji "da" an "dê" ya bi kurdî, bi sedan nav û lêker hene ji nêzîk wateyê: "da",  "dê", "dayîn", "daketin", "dar", "dan", "dendik" û hwd; di van hemû peyvan de wateya tiştek dayinê veşariye.  Lê dema em li farisî dinêrin, li hemberî van peyvan bi tenê li hemberî "dar", "derakht" heye; yên din peyvên ji vê kokê resen wê "da" dûr in.
Mînakek din "ba" ye. Bi sedan peyvên wekî "ba", "baran", "bahoz", "bager", "brûsk", "bazdîn" û hwd yên bi "ba" an jî hewa re têkîldar hene; lê di farisî de bi tenê "baran" bo "baram" û "bargh" bo "brûsk"ê heye. Ev "baran" û "bargh" jî "ba"yê kurdî girtin an jî kurdî ji farisî; dê hûn bêjin.
Ez dikarim hê zedêtir mînakan bidim. Ew peyv di kurdî de wekî yên rêsen dijîn û ji xwe bi sedan û hezaran peyv jê hatiye çêkirin. Lê farisî ji wan peyvên resen girtiye, lê ew qas. Yanê ew peyvên resen di zimanê kurdî de zayî ne, dizên û dijîn. Eşkera ye, farisan bi derbê, dewlet ji destê med an kurdan girtin; ew li ser mirateyê wan rûniştin.


 

Hin Nivîsen Nivîskar

'Ez yek yek dibim, tu çima dudo dudo dibî?'

  • 05 Tîrmeh 2021

Ve biharê ez li gund bûm, min kesek nas kir kesek gelek axifkar, şorxweş û meselebêj bû. Min ji wî re digot Xalo, ji ber ku ew ji gundê diya min ji dûr xismê diya min...

Pergela nû, ax û welat

  • 06 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Ez hatibûm; piştî sî salan, cara yekem bû min pêl vê axê kiribû û ez li ser lingên xwe sekinî bûm, erd û ezman, zevî û girên bi çendek darên giwîj û hermî, çiyayên dûr ên serî...

Li Ser Pirsgireka Wergera Berhemên Cihanê

  • 13 Tebax 2012

Van salên dawî berhemên bi zimanî kurdi yên zaravayê kurmancî her diçe zêdêtir dibin. Roman, çîrok, helbest tên wesandin. Ji van yên ku ji...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Buldan: Ocalan tu êrîşeke li ser Rojava qebûl nake

ad

Sînemardîn dest pê kir

ad

Li Euro 2024'ê dengê çekan hat

ad

Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn

ad

Navdar bi Obama re hatin cem hev

ad

Newroza Wanê bi gurahiyeke mezin dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname