Wêje ne mehsûm e. Wêje sûcdar e û divê sûcdarbûna xwe qebûl bike.
Georges Bataille
Pirtûka Mem Zînistanî a bi navê “Bindarûk” ji deh çîrokan pêk tê û pirtûk ji Weşanxaneya Lîsê derketiye. Helbet ez nikarim bi kitekit behsa naveroka çîrokan bikim loma ez ê bi kurtasî behsa naveroka wan bikim û yeko yeko rexne bikim.
Çîroka: “Ayeta Sî û Sêyem”
Ayeta Sî û Sêyem çîroka du birayan e. Çîroka Hesen û Huseyn e. Hesen karekterekî oldar e, Huseyn berovajî birayê xwe karekterekî modern e. Di navbera her du birayan de qayişkêşiyeke dijwar heye. Qayişkêşiya birayan dibe sedema qesasiyê. Dema ku Hesen birayê xwe dikuje şûn de em dibînin li ser tirba wî diayê dixwîne. Mînakek: “Îro li ser vê gora ter û teze, çaxa ku mela ayeta sî û sêyem xwendibû, kesî pê nizanibû yê ku bi bihîstina vê ayetê re giriyê xwe gur û zêde kiribû qesasê serê birayê xwe bû.”(rp17).
Li gor vê hevokê qesas bira xuya dibe. Feqet ji ber ku çîrok hem efsûnî û hem jî surreal e mirov tam qanih nabe ka kê birayê wî kuştiye? Halbûkî her du bira di destpêka çîrokê de li ser mezel bi awayekî normal bi nîqaşên oldariyê ve mijûl in. Dema em vê diyaloga di navbera wan de diqewime dibînin mirov bawer nake qesas bira be. Ji ber ku çîrok di navbera du zemanan (Dema niha û borî)de diqewime loma her tişt şikdar dixuye. Yanê her tişt xumamî ye, hew em dinêrin çîrok qediyaye û di destê me de tenê meytê Huseynî maye. Paşê em têdigihên di dema niha de ango di rastiyê de Hesen li ser tirba Huseyn e. Feqet di destpêka çîrokê de mirov fêm nake yê mirî Huseyn e. Di dawiya çîrokê de em têdigihên yê mirî Huseyn e. Di çîrokê de du zeman serdest bû. Loma em dikarin bêjin çîrokek post-modern e. Çîroknûs, rastî û efsûnî di nav hev de strandiye. Rastî veguhezandiye efsûniyê, efsûnî veguhezandiye rastiyê. Di navbera rêwîtiya rastiyê û efsûniyê de me li dîwarê dojehê diqewimîne û di hundirê vê dojehê de çîroka me diteqe. Çîroknûs çîroka Habîl û Kabîl nûsaye. Îcar di çîrokê de pirsên herî girîng ev in: Hesen bêhemdî an jî bi nêtxerabî birayê xwe kuşt? Yê li ser tirbê dia dixwend kî bû? Gelo mele ne Hesen bi xwe bû? Kî qesasê Huseyn bû? Derba guleyê ji ku ve hatibû? Gelo bi rastî jî Hesen birayê xwe Huseyn kuştibû an na? Qesas kî bû? Pirs li ser pirsê, feqet hemû pirs di xumamiyê de difetisîn. Taliya talî çîrokek surreal û trajîk bû.
Çîroka: “Bindarûk”
Çîroka xwezayê û ve-gotinên xwezayî ye. Çîroknûs mirovên di xwezayê de dijîn û guftûgoyên di navbera wan de diqewimin bi şêwaza xwezayî a ji rêzê derandiye. Di axaftina karekteran de nifir, xeber, çêr, fesadî, pêkenok û aforîzma giş li hewa ba dibe. Karekterên devfilitî û derbinhişfilitî di bin konê deviyan û daran de xwe didin der. Gotin û vegotinên karekteran dîyalojîk in. Konê folklorê û post-modernîzmê li xwe rapêçane. Di binê vî konî de berê berê serlehengê me Hezar’ê, paşê jî Gozê, Bedê, Mêxo û hwd gotin û vegotinên berên wan nediyar li dar dixin. Her gotinên wan mîna derbên fîşekan in. dema diteqîne dûxanê li dû xwe radike. Ne diyar e gotin û vegotinên wan ew ê di ku de biteqin. Karekterên devbêfirên in, karekterên herkeşiûreke serserkî ye loma gotinên karekterên me hinekî aporetîk û dîyalojîk in. Karekter giş bi şêwazeke ji rêzê û tijî çêr û nifir, xeber, fesadî, dijûn, pêkenok û argoyî ji xwe re qise dikin. Navenda gotin û vegotonan û navendeyeke mijarê tune ye. Mîna çivîka ji ser guliyekî darê bifire ser guliyekî dinê. Di çîrokê de çiqas serleheng Hezarê bixuye jî talî hemû karekter aktîf in, rêza axaftina karekteran tune ye. Karekterên zehîf tune ne. Ev çîrok bi gotin û vegotinên xwe çiqas folklorîk be ew qasî jî post modern e. Çîrok ji gotin, vegotin û hevokên natural û pastoral afiriye. Loma çîroka me konê folklorê li ser serê xwe rapêçaye. Esasê çîrokê bingeha xwe ji kurdewariyê wergirtiye...
Çîroka: “Jana Çargoşe”
Çîroknûs ewil bi pênaseyeke hûrgulî odeyekê bi me dinasîne, paşê vê odeyê bi şêwazeke kitekit mîna ku mirov li tabloyên empresyonîst yên monet û manet temaşe bike wiha berbiçavkiriye. Feqet ev sehneya sehneyeke empresyonîst a kurdewariyê ye. Di vê sehneya ewil a “Dekor'ê” de teswîrkirina odeyekê û deriyekî kevnare tê kirin. Mînakek: “Ji xênî zêdetir dişibe koxekî kavil. Deriyekî darîn pê ve ye. Zirzeyeke reş a hesin bi dêrî ve ye, ku bi vekirin û dadanê re bi vî û wî aliyî ve dileqe.(30) Li milê rastê kox û kulîn hene. Kêlîka ku meriv gava xwe davêje hundir, bêhna rûnê nivîşkî, bêhna toraqa sîrimê û penêrê mendikê ber dibe ser çavên merivî.(31)” Çîroknûs ewil bi teswîrên weha çîrokê dixemilîne. Lê belê paşê hew em dibînin mijara çîrokê veguhezîye sadîzmekê. Çîmkî çîroknûs ji çîrokekê wêdetir şanoyek nûsandiye. Di çîrokê de çar sehne hene, di van sehneyan de çar mêr, jinek û heft zarok dilîzin. Feqet zarokê dawiyê yê heftem nivîskar bi xwe dixuye. Di her sehneyekê de zilamek li sehneyê zêde dibe. Di sehneya ewil de û heta sehneya çarem a dawiyê jî îşkence, sadîzm, narsîzm, mazoşîzm, seks, pornografî, eros, kaos û tundîtî serdest e. Mehsûmiyet di vê çîrokê de hilatiye, mehsûmiyet diçe û di dewsa xwe de Sadîzm hiştiye? Georges Bataille wiha dibêje: “ Sadîzm, nebaşî bi xwe ye, nebaşî li dijber başiyê serîrakirinek e”. (1)
Em dibînin ji sehneya ewil bigire heta sehneya çarem zilam îşkenceyê li jinê û zarokan dike yanê sadîzma xwe pêk tîne û zarokek neçar lê temaşe dike. Feqet zarokê heftan esil vê bûyerê hem dinûse û hem dilîze. Yanê hem derhêner e û hem jî lîstikvan e. Di van sehneyên sadîstîk de tecawiz û bi xwe lîstin (bi kîrê xwe lîstin berbiçav e). BYung-Chul Han jî wiha dibêje: “Porno derîvekirina danîşana jiyaneke tazî ye. Loma ji exleqê zêdetir bi bandor e. Porno pîrozbahiya erotîzmê xera dike.”(2) Talî di sehneyan de ji pornoyê bêtirîn sehneyên tecawizê, tunditiyê û sadîzmê heye, ji xwe sadîzm porno bixwe ye. Sadîzm pornoya jiyaneke tazî ye. Lê belê dema karekter destê xwe davêje kîrê xwe a wê çaxê bêhna pornoyê dîmena tecawizê xera dike. Destavêtina kîrê xwe û tecawizkirina çar kesan a li dijber jinekê derîvekirina jiyaneke tazî bi xwe ye û qetilkirina erotîzmê ye. Hasil kelam di sehneya diduyan de vê carê dibe du zilam û dîsa îşkenceyê bi jinê û zarokan dike, sehneya sêyem dibe sê mêr û di a çaran de dibe çar mêr û giş bi hev hemû celebên îşkenceyê bi jinê dikin. Çîroknûs tabloyeke sadîzmê a Sadewarî li ber sifreya çavên me raxistiye. Sadîzma nêran berbiçav kiriye. Desthilatdariya nêran a li dijber jinê destnîşankiriye. Di çîrokê de gelek bîner ji van sehneyan ra çepikan dixin. Di vir de çîroknûs xwestiye îroniyekê destnîşanî me bike helbet. Çiqas sehneyeke şanoyê be jî talî li dijber vê sahneyê nivîskar mîna ku bîneran û lîstikvanan şermezar bike dixuye. Di sehneya mêrên bi jinê re şa dibin de esil ne şabûn e, tecawiz e. Halbûkî şabûn û tecawiz ne heman tişt in. A girîng di van sehneyên tecawizê de ji nav bîneran yek bi xwe dilîze an jî kesê vedibêje destê diavêje navrana xwe û şa dibe. Erê mîna li fîlmekî seksê an jî pornoyê binêre wiha şa dibe xwebixwe. Mînak:“Hemû bîner radibine ji pêyan, li çepikan didin. Ez jî çirtekê didime xwe û radibime ser pêyan. Awirên min li ser sîngê min digerin, ev e, çiçikên min winda bûne. Bi lezgînî destê xwe dibime navrana xwe û kîrê xwe teselî dikim.”(39) Li gor vê hevokê kesê temaşe dike li dijber vê tecawizê ew jî orgazm dibe loma çîrokek sadomazoşîstik e. Hewante Georges Bataîlle nabêje: “Sadîzm, temasekirina zewqa rûxandinê ye û rûxandina a herî bi êşdar jî rûxandina benîademî ye.(3) Loma çîrokek patolojîk û psîşîk e. Çîrokek libîdonal e. Lacan wiha dibêje: “Lîbîdo ne tiştekî difire û herikbar e, divê mirov libîdoyê wekî organekî bifikire, hem parçeyekî organîzmayê ye, hem jî alav û organ e.(4) Di vê çîrokê de libîdo organa orgazmê ye û alava enerjiya îşkenceya sadomazojîmê ye loma çîrokek libîdonal, pisîkanalîstîk û trajîk e.
Çîroka Kî berx e, Kî Beran e?
Ev çîrok çîroka kalekî navdar e. Di çîrokê de Kalo ji her kesî re rêberiyê û pêşengiyê dike. Zana û aqilmendê civakê tê hesibandin. Mehkemeya civakê ya darizandinê ye. Di çîrokê de Cenderme û zarokên çolê dixwazin wî ji holê rakin mixabin nikarin serî pê derxin û talî bi ecelê xwe dimire. Gelek tûrik û dûrik li pê wî xistin, gelek dûxan li pê xwe rakir. Gelek çîrok û çîrçîrok hatin gotin feqet tu kes qanih nebû û ew meraq ma û ma...
Çîroka M.
Georges Bataille dibêje: “Wêje taliya talî xwegihîştina zarokatiyê bi xwe ye.”(5) Loma esasê çîrokê û îskeletê wê xwe digihêjîne çavkaniya zarokatiyê. Çîrok, çîroka dînekî ye û dixwazin sersebebê vê dînbûna wî fêr bibin. Loma wî qanih dikin û dibin cem bijîşkekî. Ji çar seansan xwe bera binê bîra zarokatiya wî didin. Talî bi devê xwe yê derbinhişî veridişe û sehneya çar zilamên ku tecawizî dêya wî kiriye ji me re berbiçav dike. Ango sedema dînbûna wî xwe dide dest. Di van seansan de tim diçe bîranên zarokatiya xwe û werîsê girêkkirî ên derbinhişiyên wî jixweber difilitin û rastiya wî wekî aveke zelal xwe bera holê dide. Çîrokek trajîk û psîkanalîstîk e.
Çîroka Oblomovîzeke Dîtir
Di vê çîrokê de kesek an jî vebêjvan-vêgeran rojnivîskê karekterekî dixwîne û em jî guhdar dikin. Li gor rojnivîskvan xwendeyên wî tune ye loma gilî û gazinê dike. Çîroka nivîsbêjekî û daholvanekî ye. Piştî daholvan bêkar dimîne xwe dikuje û nivîskar vê rewşa wî bi şêwazeke rojnivîskî dinivîsîne welew a ku hatiye nûsandin (rojnivîsk) dixwîne û em jî lê guhdar dikin. Çîrokek di hundirê çîrokek din de ducanî bûye. Feqet carinan mirov dibêje qey daholvan û nivîskar heman kes in. Şikdariyeke wiha bi mirov re çêdike. Gelo xwekuşkina daholvan ne daxwaza xwekuştina nivîskêr bi xwe be. Di esasê çîrokê de kî dixwaze xwe bikuje? Van pirsên bêbersiv di serê xwînêr de dinizile û wekî qirincokê tim bêhizûr dike. Ecêba çîroknûs xwestiye karekterê Romana Îvan Gonçarov destnîşan bike. Wekî em dizanin karekterê vê romanê Oblomov karekterekî tiral û xwerenediye. Herhal xwestiye bêje di her kesî de tiralbûn heye. Karekterê vê romanê Oblomov tim di hundir de ye, hemû pêdiviyên xwe jî di vê odeyê de tîne cî. Vêgeran-Vebêjvan di odeya xwe de rojnivîska xwe dixwîne û em jî guhdarî dikin. Tim di karekteran de dualîte hene. Çîrokek şikdar, trajîk û îronîk e.
Çîroka “Sêdar"
Karektera vê çîrokê wênesazeke jin e. Karekter di warê hunerê de bi nav û deng e û xwe ispat kiriye. Karekter êdî niqrîskên hebûnê dikêşîne, bi xirecirra rihê xwe re têdikoşe. Her tiştî dide ber lêpirsînên xwe. Wênesaz hatiye radeyekê êdî xwe winda kiriye. Di lûtkeya xwewendakirineke narsîstîk de dijî.
Byung-Chul Han wiha dibêje: “ Îro, her diçe zêdetirîn em di civakek narsîst de dijîn. Esil libîdo ji subjektîfbûna xwe re veberhênan çêdike. Narsîzm, ne ji xwe hezkirin e. Kirdeya ji xwe hez dike, di navbera xwe û ên dîtir tixûbekî negatîf datîne. Kirdeya narsîst tixûbên xwe nikare bi awayekî net deyne. Îro berî her tiştî performansa kirdeya narsîst li pê şopa serketinê ketiye.” (6) Îcar karektera me jî gelek serketin bi dest xistiye û navbera xwe û kesên din bi awayekî xûmamî tixûb daniye. Heta piştî her tiştî bi dest dixîne şûnde êdî heyat jê re bêwate û tewş tê. Jixwe ev xwetêkbirinek e û lûtkeya narsîzmê bixwe ye. Yanê xwestina xwegihîştina her tiştî narsîzmeke nepixî bi mirov re diafirîne navê vî tiştî “Xwewindakirin e”. Daxwaza xwegihîştina her tiştî xwestina xwetêkbirinê ye. Navê vî tiştî jî “Zîrweya narsîzmê” ye. Wênesaz karektereke dijcivak, rihmelankolîk û depresîf e.
Byung-Chul Han dîsa wiha dibêje: “Depresyon nexweşiyeke narsîst e. A ku dibe sedemê depresyonê nepixandineke zêdeyîn e û bi awayekî şaşomaşo xwereferansgirtin e. Kirdeya narsîst-depresîf ji haldeketî ye, hilweşiyaye û ji qewet ketiye, bê dinya maye û ji terefê dîtir hatiye terikandin.”(7) Ew hemû celebên depresîfê û narsîzmê di karekterê de xwe dibîne. Jixwe tu tiştî naecibîne, neecibandin bi serê xwe depresîf û narsîzm e. Têrbûn e. Talî karekter li ber neynikê bi xwe re dikeve nîqaşên monologî ên xwekuştinê (Xwetêkbirin e) û gelek guftûgoyên cur bi cur dike. Li dijber neynikê bi dû şopa rastiya xwe, heqîqeta xwe, xirecirra hebûna xwe ya parçe parçekirî dikeve. Karekter piştî hemû serketinên xwe şûnde wêneyekî sêdarê diresimîne. Hemû wêneyên xwe rengereş diresimîne. Em têdigihîjin ku karektera me veguheziye reşbîniyekê. Çîroknûs di vê çîrokê de felsefeya Camûsî a ku dibêje: “Yan întîxar yan jî têkoşîn” berbiçav kiriye. Lê belê karekter felsefeya Camûsî, a ku dibêje her tişt bêwate û tewş e dipejirîne û întîxarê dihilbijêr e. Bingeha vê çîrokê xwe digihîjîne heta efsaneya Sîsîfosê...


Çîroka dawîn “Mêrê Dêya Min”
Mêrê Dêya Min çîrokek şanowarî ye. Di vê çîrokê de serleheng Bêzar e. Lê belê di çîrokê de, dayika Bêzar û Bendo jî aktîf in. Hin karakterên din jî Rizo û Şadîye, Bijîşk, hemşîre û paqijker e. Şadîye karektereke seretenûr e. Karektereke fesad û a tevliheviyê ye. Heman demê de guhlivek e, karektereke ji bo xerakirinê ye. Hewante Nietzcshe nabêje “Însan heywanekî herî zalim e.” Ji ber ku Şadîye karektereke neyînî a xerakirinê ye. Di rihê vê karekterê de xerakirin heye, yanê tiştekî karekterîstîk e.Kkarektereke nekedîkirî û nêtxerab e. Loma heywaneke herî zalim e. Bendo qayişkêşek e. Bendo bi birayê xwe Bêzar ra qayişê dikêşîne. Feqet Bêzar pirr guh nade vê qayişkêşiya wî, ji ber ku ew bi xirecirra rihê xwe ketiye. Ango Bêzar bi xirecirra derûniya xwe ya li dijber bavê ketiye. Tistên di zarokatiyê de bavê wî jê re milk hiştiye bûye bela serê wî, tim bêhizûr e, tebatî nayê, heta ku bavê xwe dikuje. Feqet piştî qesasiya bav rewşa derûniya wî dijwartir dibe her kesî dişibîne bavê xwe. Dema diçe dijber neynikê sûretê xwe dişibîne yê bavê xwe, Bêzar di vê derûniya têkçûyî de gelek groteskan dibîne, talî bi vê derûniya têkçûyî xwe ji paceya nexweşxaneyê ve diavêje derve. Girêka zarokatiyê a ku bavê wî jê ra wekî milkekî hiştibû, bû sedema qesasiya bavî û mirina wî. Di çîrokê de Bêzar bi têkiliyeke monologî bi bavê xwe re danûstendinê dike. Di vê monologê de têkiliya desthilatdariya navbera bav û kur tê teyisandin. Ango çîroknûs qayişkêşiya di navbera bira û bav de diqewime bi ta û derzî kiriye. Di çîrokê de a herî girîng û baldar gava ku Bêzar bi çavê serê xwe dibîne bavê wî bi dêya wî re şa dibe. Helbet ev sehneya Şabûnê di Bêzar de trawmayekê çêdike. Loma çîrokek psîkanalîstîk e û çîroka kompleksa Odipûsê ye. Xwestina kuştina bavî ji bo ku desthilatdariya bavî rûxîne, sedema vêya jî dê ye. Çimkî di zarokatiyê de eşqa wan a ewil dê ye. Naxwazin dêya xwe bi tu kesî re parve bikin. Di dinya wan de dê tenê eşqa wan e. Loma desthilatdariya kur û bav ji zarokatiyê dest pê dike... Di romana Dostoyevskî a Birayên karamozovî de heman dîmenên xwestina bavkuştinê heye. Loma ev roman jî bingeha xwe ji hêlkê ve ji mîtosa Qidîpûsê werdigire. Di vê çîrokê û di vê romanê de her du karekter jî bo kuştina bavên xwe direhilin. Di romana Dostoyevskî û di çîroka me de heman dîmenên axaftinên di navbera malbatê û qayişkêşiya birayan de heye. Ji gelek hêlan ve dişibin hev. Çîroknûs xwestiye ji heyamên Freûdî kompleksa Qidipûsê li ber çavên me raxîne...
Hasilkelam: Çîroknûs di piraniya çîrokan de niqrîskên têkoşîna hebûnê mijarên wekî Sadîzmê, mazoşîzmê kaosê, libîdo, eros, narsizm, folklor, postmodernîzm û hwd hûnaye... Çîroknûs di navbera folklorê û postmodernîzmê de pirek ava kiriye. Gelek metaforîzma û aforîzma bikaraniye. Her çîrokek mijarên wan ji hev cuda bi tehm bûn. Feqet piraniya çîrokan bingeha xwe ji zarokatiyê werdigirt û bi awayekî şanowarî sadomazonarsizma xwe bi berbiçav kiribû.
Çavkanî:
(1, 3, 5) Wêje û Xirabî(Nebaşî), Georges Bataille, Ayrıntı (Rp 14, 16, 18)
(4)-Çar Têgihên(Çemkên) Psîkanalîzmê, Jaeques Lacan, Metîs, (Rp, 198)
(2, 6, 7)- Izdiraba Erosê, Byung-Chul Han, Metîs, (Rp, 10, 11, 35)


