logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

BERXWEDANEKE DERÛNÎ

  • Dîrok: 17/04/2020
Berî her tiştî di romanekê de a herî girîng şêwaz û hûnandina mijarê ye. Bawer im ji bo hemû berheman derbasdar in. Di romana nivîskar Mervan Serhildan de a bi navê “Berxwedana Elektropola” mijara xwe ji serdema 12 Îlonê/Rezberê wergirtiye. Bêtirîn behsa îşkenceya fizîkî, biyolojîk û kîmyevî kiriye. Helbet gelek mijaran di xwe de dihebîne. Gelek kitekitên mirov behs bike di romanê de heye, feqet ez ê bêtirîn li ser şêwaz, hûnandina mijarê û li serlehengê me Celadet bisekinim. Çimkî mijar pirr in di romanê de heke ez behsa mijaran gişan bikim û bikevim kitekitên wan dawî nayê loma mecbûr im berê berê behsa îskelet û anatomiya romanê bikim. Ango ez ê bêtir li ser mijar, karekter û bingeha romanê bisekinim.
Îskelet û anatomiya romanê li ser têgihên “Tirsê, şikdariyê û bawerîbûnê” ava bûye. Îskeleteke din jî di romanê de “Desthilardarî, bindestî û Îxanet” e. Roman anatomiya xwe li ser van têgihan ava dike. Ango îskeletê romanê van têgihan ruhber dike. “Mijar û karekterên romanê li ser van têgihan hatine hûnandin. Di romanê de çar karakterên sereke hene. Karekterên romanê: “Celadat, Zafer, Mamed û Cemal e.” 
Celadet serlehengê romanê ye. Her çar karakterên romanê di dema 12 Îlonê de li Enqereyê xwendevanên zaningehê ne. Her çar karekter ji derbekê de tên desteserkirin ango tên bincavkirin û paşê heta demek dirêj nayên berdan. Îcar ji ber partî û saziyan an jî ji ber xebata Koçagezê bû ne diyar e. Lê belê di romanê de ji her çar karekteran pirtir ên berbiçav bûye serleheng Celadet e. Karekterên dinê piraniya wan tefiya ne, ango di romanê de ne zêde xwedîrol in. Hinekî hatiye paşguhkirin. Edaleta hevpariya karakteran kêm maye. Dibe ku karekterên din zehîf bin an jî qels bin, lê divê vê qelsbûna wan bi qasî serleheng ango bi qasî Celadet divê xwedîrolbûna û vê rola wan divê bi awayekî kitekit bihata destnîşankirin. Yanê bi qasî başî tên şayesandin divê ewqasî xerabî jî bihata şayesandin. Çawa  heqê serleheng di romanê de heq e, ewqasî karekterên qels jî divê wî heqî werbigire. Helbet ne bi qasî serleheng be jî divê derûniya kitekitên karakterên ên zehîf jî biteyîsanda. Para her karekterî kêmzêde divê bên şayesandin. Ji ber ku karekterên romanê ne. Lê belê em bêtir di romanê de derûnîya, felsefeya, sîyaseta û monologên Celadet guhdar dikin. Belê Celadet heq dike vê rolê lê a ku tê jibîrkirin karekterên dinê ne. Halbûkî bi saya dijayetiya karekterên dinê Celadet xwe diheyîne. Bi saya qelsbûna vîna karekterên dijayet bi vîna xwe ya xurt dihese lê haya wî ji vê rastiya vînxûrtbûyîna wî tune ye. Welhasil di romanê de pirtirîn serleheng derketiye pêş.
Mekanê romanê Enqere ye. Şêwaza romanê nêzî 200 rûpelî şûnde hinekî tama wêjeyê dide mirov û xwendevên bera nava rûpelên xwe dide. Feqet berî nêzî 200 rûpelî mirov dibêje qey me re televîzyonê belgesela serdema 12 Îlonê temaşe dikin ango hinekî rijî û neherikbar mabû. Halbûkî romanên mijarên xwe ji serdema 12 Îlonê û mijarên xwe ji îşkenceyê werdigirin divê têrtîr bin. Divê kesên xwendin vê îşkenceyê hîs bike. Divê kesên xwendin rihê wan îşkenceyê bikêşin û biêşin ji dil ve. Mixabin wekî xwendevanekî min pirr zêde hîs nekir, neêşiyam. 
Dikarim bêjim dema piştî 200 rûpelî şûnde hêdî hêdî min tama têkilîyên di navbera" tirsê, şikê û bawerîbûnê”nû ji romanê wergirt yanê dema derûniya Celadet têk diçe, hêdî hêdî dihilweşe, di hundirê serê xwe de dikeve hefsa xwe û di vê hefsa xwe de dema bixwexwe dest bi monolog dike, paronayak difikire, diaxive û bi şîzofrenî û bi hestên têrtijî tevdilive a wê çaxê hîna nû em tama wêjeyê û derûniyê jê werdigirin. Halbûkî di romanê de divê teqez hestên şikdarîyê û tirsê xwe bigihîjîne lûtkeyan. Lê di romanê de min dîmenên wiha pirr kêm dî. Tenê dîmenên werê bi Celadet ra hebû. Dema mirov romanên wiha xwend divê teqez xwendevan xwe wenda bike û têkeve hundirê romanê gerek xwendevan mekanên ku romanê lê dixwîne jibîr bike. Heke xwendevan dema ku xwend û ket  hundirê romanê a wê çaxê roman herikbar e û baş e. An jî romanek gerek mirov gêjomêjo bike, welew gerek tiştekî di destê te de nehêle hwd. Lê di romanê de piştî nêzî 200 rûpelî şûnde mirov hinekî tama herikbariyê û wêjeyê hîs dike. Celadet karakterekî baqil xuya dibe. Xwe zûbizû nade dest, bi şikdar tevdilive û baweriya xwe bi tu kesî nîne. Loma ev baqilbûna wî derdixe holê lê di romanê de dibêje Celadet yekî ji rêzê ye. Mînak: “Lê belê Celadet, hem ne “Mîr" bû, hem ne şerkar bû û hem jî ne mêrxas bû. Wekî ku ne tirsonek û bizdonek bû jî...
Mirovekî wekî “min û te” ji rêzê bû...“ (324) halbûkî Celadet heta dawiya romanê jî baweriya xwe bi ti kesî nîn e li dijber her tiştî û her tevgerê bi şikdar tevdilive, ma yekî wilo dê çawa ji rêzê be. Heta ji xwarinê gûman digirt û digo gelo jehr nexistibe nav xwarina min? Digo gelo vana hundirê mejiyê me nexwînin? Jixwe îşkenceya fizîkî bi her awayî pêk dianîn. Yanê hundirê mejiyê wî bi cîhaza elektropola dixwend û diweşand, erê tiştên di hundirê serê Celadet de diboriya giş diweşandin, loma Celadet him îşkenceya derûnî dikêşand û him a fizîkî. Jehra nav xwarinê îşkenceya derûnî û kîmyevî bû. Îşkenceya fizîkî jî li ser bedenê ye, lê belê ew jî îşkenceya derûniyê bi xwe ra ava dike. Talî hemû cûreyên îşkenceyê derûnî bûn. Loma ji bo hefsiyekî a girîng derûnî û baqilbûn bû. Ev herdu jî bi Celadet ra hebû loma ne karakterekî ji rêzê ye. Karekterekî xurt e. Mirov nikare karekterekî wiha ji rêzê danîşankirin bide. Feqet ji bo karekterên dinê dibe mirov ji rêzê bihesibîne. Lê Celadet serleheng e. Ji xwe di romanê de a baş hatiye hûnandin karekterê me Celadet e. Di hûnandina mijarê û şêwazê de roman hinekî qels maye. Jixwe şêwaz û mijara romanê dema em nêzî 200 rûpelî dibe şûnde xurt dibe. Beriyê van rûpelan hinekî qels in. Feqet dikarim bêjim serleheng ango Celadet serketî bû. Başbûna berhemekê ne tenê hejmara rûpelane, başbûna romanekê bi têrtijîbûna derûniyê ve, bi sehneyên kitekit û bi lêhûrbûyîneke baldar ve têkîldar e. Bi hûnandineke edilî têkîldar e, bi şêwazhûnandinê ve girêdayî ye. Esil mijar ne zêde giring e, a ku berhemê têrtijî û baş dike hûnandina şêwazê ye. Ango tu bi çi awayî û şêwazê dihûne a girîng ev e. Mijareke herî basît mirov dikare bi şêwazeke gelekî xurt û hêja bihûne û mijarê qelîtetir bike. Loma mijar ewqas ne girîng e. Welhalsil Karekterê me Celadet baş hatiye hûnandin û bi şêwazeke baş hatiye hûnandin. Bi gotineke din ji bo karekteran û bo mijaran a ku piranî hertiştî diyarde dike Şêwaz e û hûnandina şêwazê ye. Celadet karekterekî felsefîk, Derûnî ramanger, sîyasî û welatparêz û welathez e. Mînakek ji romanê: “Felsefe, hezkirinek xwezayê û jiyanê ye; felsefe, qêrînek çand û hunerê ye; felsefe dika helbestê û bingeha zanistê ye.”(72) 
Di romanê de gelek cîyan de gotinên ramanî felsefîk  û aforîzmatîk hebûn. Mînakek din: “Îşkencevan berî her tiştî nexweş in.”(52) Ev gotin bi xwe gotineke him derûnî û him jî felsefîk û sadîstîk e. Jixwe îşkencevan ne sadîst be dê çawa zewqekê ji îşkenceya xwe bistîne. Yanê bi saya vê îşkenceyê zewqê ji heyatê werdigirin. Mijara romanê îşkence, desthilatdarî û bindestî ye. Wekî em dizanin lehengên me jî hinekî dişibin me û jiyana me. Loma jiyaneke rasteqîn hatiye xemilandin. Yanê mijar bingeha xwe ji jiyaneke qewimî wergirtiye û ev jiyana qewimiye hinekî bi honakî hatiye xemilandin. Bûyera mijarê çiqas rasteqîn be jî, bi fikr û xeyalan hatiye xemilandin. Esasê bûyerên di romanê de qewimîne ji rastiyê zaye. Lê ev rastî hatiye xemilandin. Hema bi xwerûyî ango rasterast nehatiye nivîsandin. Karekter bi awayekî derûnî hatiye xemiladin. Yanê Celadet tim û tim di hundirê serê xwe de dijî û bi awayekî şîzofrenî, paranoyak û şikdar tevdilive. Carinan dikeve gotinên dîyalogî û guftogoyên tevlîhev û car caran jî diçe bîranînên xwe, diçe warê xwe, welatê xwe û zarokatiya xwe. Paşê dîsa bi xwe diese ku li cem îşkencevan e. Di gelek sehneyên romanê de îşkencevan wekî tiştekî normal dike welew vegotvan weke tiştekî normal be rave dike. Helbet hemû sehne ne wilo ne. Halbûkî sehneyên trajediyên îşkenceyî mirov li bin guhê dîwaran dixîne, mirov sar dibe, dicemide, dibe bûz ango mirov lal dibe. Hestên îşkenceyê tam nehatiye hûnandin. Tenê dema behsa tecawizê dike a wê çaxê hinekî mirov pê diêşe. Halbûkî di wê serdemê de bobelatî û trajediyên nayên gotin bawerim pêk hatine. Tenê sehneyeke baş a îşkenceyê ji gelek sehneyên îşkenceyên xirab baştir e. Welhasil di dawiya romanê de Celadet diçe welatê xwe, heta diçe welatê xwe  (Şemrexê) hezar dijwariyan dikêşîne. Piştî diçe welêt dinêre rewş li wir jî dijwar û xirab xuyaye. Ew hevalê xwe Ronî didin rê û diçin çiya, tevlî refên şervanan dibin. Dema di hefsê de bû hevalên wî pê re xayîn ketibû loma tim û tim şikdar bû, loma baweriya xwe bi Ronî jî zêde nedianî, tirs û bêbawerî û şikdarî seranserê welêt rapêçabû. Yanê motora der-bihişê Celadet êdî jihevketibû Mînakek: “Her tişt li ser xapandinê ye. Dengên ku dertên, dibe ku nîva pir ne dengên rast bin. Teqlîda îşkenceyê dikin û bi wan dengan azadîxwazan dixapînin û ditirsînin.”(191)
“Dibe ku polîs dengê cemal teqlîd dike"(193) Em dibînin ku êşkeceyê êdî çi aniye serê Celadet. Celadet êdî di navbera hest û vîna xwe de dipêle, xwe wenda kiriye grotesk dibîne, xewnên tewlomewlo dibîne, her diçe derûniya wî xirab diçe û têk diçe û dirûxe. Lê belê li hember desthilatdaran heta dawiyê têkoşîna xwe didomand. Hebûna xwe li hember desthilatdaran neditewand. Dema xwe dinasîne dibêje: “Ez Celadet Hêvî. Di dîroka 04.04.1958'an de, li Şemrexa Çiyayê Mazî ji dayîk bûme.”(318) Di vir de em dibînin karekter xwe radestî me dike. Dibêje ez nivîskar bi xwe me, ji ber ku nivîskarê romanê jî ji Şemrexê ye û nivîskar jî di heman dîrokê de ji dayîk bûye. Loma roman çiqas ji rastiyekê welidî be jî, talî rasteqînî xwerû nemaye bi awayekî hatiye xemilandin û hûnandin, yanê şax jê hatiye berdan. Ango rastî veguheriye rastiyeke xemilandî û honakî. 
Mînakek din ji romanê:”Mixabin êdî ji her kesî û ji her tiştî guman dikir. Her çiqas berî ku bên girtin; bi Zafer, Mamed û Cemal sedansed ewle dibû jî, îro parametreyên berê guherî bûn; yanî piraniya baweriya wî ya kevn, mîna berfa bin baranê herifîbû. Madem ku hevalan her tişt îtiraf kirin, li ber dilê Celadet, ne ewle bûn jî. Îleh jî Zafer...”(333) Di vir de paronayên wî, îxanetên hevalên wî, şîzofreniya wî û şikdarbûna Celadet êdî giş tevlîhev bûye û xwe radestî me dike. Mînakekek din ji romanê:“Di xewna xwe de jinekek xerîb, bi navê Baranê dît. Dû re jinik li ser nivînê xwe seh kir. Di xewnê de jinik kiribû hembêza xwe û “ew kara" pê dikir. Her çi hîkmeta xewnê şevan e; piştî ‘wî karî' ji nişka ve niqutî dila ku navê wê jinikê Baranê ye û tavilê veciniqî.”(401)
Qêrîn û axînê pê girt, di bin weşana elektronîkê de.
“Te diya xwe...!”
“Çîpa te di diya te...!”
“Tiffûûû, bazda ser...”
“Xwe bişo jî, bi heft avan helal nabe!” (402) Em dibînin Celadet êdî ketiye rewşeke pirrûpirr awarte û xwe wenda kiriye, Elektropola binhişiya wî dixwîne û diweşîne li ber çavên wî, dîn û har dibe. Tiştekî wilo ne mimkun e. Li gor Celadet desthilatdar an jî îşkencevan cîhaza elektronîk ava kiriye û hundirê mejiyê me û wî dixwîne û diweşîne. A girîng di vir de navê dêya Celadet e. Ji ber ku navê dêya Celadet Baran e. Loma di axavtina jor de xewna Celadet ji terefê cîhaza elektronîk hatiye xwendin û weşandin. Celadet di xewna xwe de bi dêya xwe ra ketiye têkiliyeke zayendî. Loma Celadet ji ber îşkenceya derûnî û a elektronîk veguhesiye paranoyekî û şîzofrenekî, tevgerên wî giş bi şikdarîn e. Îcar misebêbê vê xewnê cîhaza elektronîk e an jî derbinhişê Celadet diteyîsîne? Helbet di vir de çîroka mîtolojîk a ku Freûd ji mîtolojiyê wergirtiye tîne bîra mirov ango Çîroka Kompleksa Qedipusê. Di vê çîrokê de jî Qedipus bi şaşî bi dêya xwe ra radizê, piştî pê dihesin dîn dibe. Dêya wî xwe dadiliqîne û kurê wê jî dîn dibe hema tu bêjî bi çola dikeve. Hema hema dişibin hevdu çîrokên me. Yek mîtos e û a din jî xewn e. Jixwe xewn û mîtos ne dûrî hev in. Giş der-binhişîyê dizên. Welhasil Piştî van bûyerên tewlomewlo, xewneraşkan û paranoyayî hevalên Celadet ên pê ra xayîn ketibûn ji Celadet ketibûn şikê, digotin Celadet dîn bûye. Welhasil îcar em werin ser hin mijarên din û em bi dawî bikin. 
Nivîskar welew vegotvan carinan behsa hin bûyerên qewimî dike. Behsa jiyana Şemrexê û qetilkirina fileyan (ermeniyan) dike. Halbûkî ermenî di binê kirasê misilmaniyê de û bi destên şêx, nezan û kesên feodal ve bi destê dewletê ji terefên kurdan hatin qetilkirin ango kurd xapandin û cop da destên wan û ji wan ra go vana ne misilmane biqelihîne. Kesên zana û bi hişmend bi vê qûrnaziya dewletê dizanîbû û nedikuşt vedişart ango li wan xwedî derdiket welhasil di romanê de behsa gelek dewerên din jî dike. Yanê mijar berfireh bû. Lê belê esil mijarên me: Desthilatdarî, Îxanet, sîxûrbûn, bindestî, bawerî, tirs, hêvî, paranoya, şikdarî, vîn, hêz û îşkence hwd bû...

Hin Nivîsen Nivîskar

BEYTIKÊN ŞEVÊ

  • 13 Tebax 2020

Her helbestvan pîneyên birînên dil û binhişê xwe bi saya helbestên xwe didirûn. Di dilê her helbestvanî de pîneyên nekêlkirî hene, derdê...

ÇÎROKÊN DERSJÊDERXISTINÊ

  • 20 Berfanbar 2019

Pirtûka çîroknûs Hesen Qizilcî ji 14 çîrokan pêk tê û her çîrokek bi serê xwe taybet û girîng e. Piraniya çîrokên...

Deqa li ser kulîlkê

  • 31 Tebax 2019

Gotinên bîranînên bîra zarokatiyê di bêjinga hiş de maye û serasera rêz dibin, mîna şekelîyekêdiherikin hebên ku di binê ziman de tam dane...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Şahiya piştgiriyê ya ji bo rojnameya Evrenselê

ad

Leman û Penguenê Oymen kir mijara xwe

ad

BDP'ê ji hikumetê guherînên çawa xwestin?

ad

Di lîsteya hilbijartinê de cihê serbixweyan diyar bû

ad

We saeta xwe bi pêş ve da!

ad

Piştî 94 salan yekemîn car zirar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname