Dem, xwedan rih e. Mirov, mehkumî ‘vî rihî’ ne, ev rih, hukim li her reftar û kiryarên mirovên ‘dema xwe’ dike. Lê heçî dîrok e, bi destê wan kesên ku bikaribin ber vî bayê demê rawestin, tê nivîsîn.
Belkî jî ‘nivîsîna dîrokê’ heman demê jî derewa herî mezin a ‘dîrokê’ bi xwe be. Mirov û dem, piştî derekê tenê xweliya ber pêla bagerê ne, ba li ku dem jî li wir şîn dibe.
Em, kurdên vê dem û dewrana ‘reş, bi ergatîv û zayenda xwe, bi daçek û bireserên xwe, xweliyê li tahtê nokan diçînin, pê re pê re vê xweliyê bi ava xwêdana xwe av didin, lê ji ber ku xwêdan piçekî ‘şor’ e, mîratê ‘bizir û tovê’ me di bin erdê de dirize. Çîroka me û rizyanê wisa dest pê dike. Em, ji hemû gramer û rêzimanan bêhtir rêgez û pîvanên ‘rizyanê’ dizanin. Ji bo nimûne: Ez bi te dirizim; tu bi min dirizî; ez û tu bi wan dirizin, pê re pê re –li rêgeza ergatîviyê hişyar be heval! – ew, min û te û wan dirizîne…
Welê ye mîr’im, bizir heta nerize şîn nabe. Bi ser bextê xweliya kel, arê ber devê tenûra bav û kalan, dapîr û bapîran kim, heta nerize şîn nabe.
Piştî ku me ergatîva xwe wekî werîsê ‘heft gundan’ şaryarê heft bajaran bi ser hev ve girêda û mukim kir, a niha jî, em dikarin vê dema ha, vê çîroka halê xwe, bi dû bayê dem û dewrana dilê xwe, li gorî ergatîviya civaka ekolojîk û xwenasîlojîk birêsin. Îja, meseleya me êdî ji rizyanê ber bi risyanê ve tê. Îja heta em li gorî rênimayên ergatîviya ‘ez te dibînim, tu min dibînî’ vê hevoka hevedudanî û dariştî û pevbestî, bi gihanek û guhanekên şîrfûrfûrî nerêsin, baweriya we bi Xewsê Geylanî bêt, çi mesele ron û eşkere, safî û tafî nabin.
Ezîzê’m, zimanê vê demê, zimanê parzinandinê ye. Tu berî her tiştî ‘rizyan û risyanên’ xwe yên ekolojîk, di coniyê hizrên felsefîk û fîrfîrîk de dikutî, paşê jî wan li ser dorika nanpêjên biskbadayî pahn dikî, heta şikeva dibe, paşê jî dikî girik, wan girikan dikî totik, wan totikan tînî û li bejn û bala sor û gewezî ya tenûrê dixî. Bi ser bextê ergatîviyê û li gorî rêgezên nêrzatî û mêzatiyê dikarî wan li sêlê jî bipêjî. Jixwe, qonaxa parzinandinê bi pahtinê kelkvedana xwe dide.
Yanî Ezîzê’m, nivîsîna vê demê, ji her tiştî bêhtir pahtin e. Heta hevîr nekî, nayê pahtin, nayê pahtin, û, nayê pahtin… Îja, rizyan û risyan, parizîn û givêrîn jî derdê bi ser derdan!..
Gava tu dinivîsî, tu ji peyvan cîhanekê lêdikî, wê cîhanê bi xewn û xiyalên xwe, xwezî û keserên xwe dixemilînî. Tu, ji kirdeyê heta bi bireserê, ta bi ta li hespê ergatîviyê siwar dibî û gerguhêz û gerneguhêzan diguhêzî bîra dilê xwe û li wê derê, wekî morî û gergerikan bi nênûkan kirasekî heftrengî ji bo kovana dilê xwe didurî û li bejna ramanên xwe dikî. Ya ku di vê rê de berpêngan dide te îlem ev malkambaxa ‘ergatîvê ye; ji heft bavê xwe tu dibêjî min te dît, ê ergatîf edetê nû tîne û îlem ji te re dibêje, bibêje: Min TU dîtî!... Mîratê, îja zimanê vê dema nû jî, wekî rihê xwe ye, îlem DAYATMACÎ ye…
Îja derdê ‘ergatîviyê’ bes nebû, ev tiştên cuda û bi hev ve têne nivîsîn, bi serê xwe derdekî din e. Îja gramer û rêziman bes nebû, niha jî rastnivîs û baneşan li serê me bûne bela… Bi rast, ev nîn e, pêkve bû, an cuda… Kambaxê, her kes tiştekî dî dibêje. Wekî modêlên telefonên mobîl, hêj tu hînî bikaranîna yekê nebûyî te hew dî modêla nû derxistin… Ma dibe wê nestînî! Pa! Ma ez ji xelkê kêmtir nîn im, wî! Ev jî natewe, mîratê, umir di bin barê modêlan de ditewe lê ji ber vê gerguhêziyê natewe û naçe serî! Ehewww!
Zimanê vê demê, hinekî jî mirov şîrê teyrê bazî ji risteyên dengbêjan bidoşe, di eyar û kevilê şêrgeleyan de bîne, li ser nexşeya dilê hesinî biçîne. Bi vî zimanî, mirov ‘NERM’ dibim; wê rojê, hevalekî ji hazir û xwendeyan neçêtir, di sohbetekê de digot: “Heval, ez fêm nakim, çima ev kesên dikevin qada ziman û çandê, piştî demekê wekî marê tûvilavêj wî çermê hişk ê îdeolojîk ji xwe dikin û bi carekê de dibin sofîstîk û dibin mirovên hûmanîter, dilnerm, te hew dî helbestan lê dikin!...” Ez keniyam, min jê re got: “Tew sûcê vê ergatîviya bênamûs e, erê welle! Çi dibe ji xokê wê ye! Mîratê, wekî benîştê kizwanê mirovan dikêşe nav zikê axê û ji zirx û qalikên hişk û req ên îdeolojiyên xelkê dadiweşîne…”
Camêr got, “Ez henekan nakim, bi dehan kesan dinasim, çawa pê xwe avêtine nav bîstanê kurdiyê yekser di cih de guherîne û bûne kesek din. Wekî destekî sêhrî bi wan bikeve, wisa sertapê guherîne…”
Min gotê, “Sond bi ergatîviya pîroz, ez jî henekan nakim. Kurdî wiha ye. Ax e, dayik e, bêhna şîr e, tehma kade û nanê sêlê ye. Germ e, dilovan e, bi eşq e, evîn e, çi zanim; Belkî jî Evdal e, Dewrêş e, Siyabend e; Edûl e, Xecê ye, Mem û Zîn e…”
De bes e lo! Îja demogojî ha! Bi sê telaqên bêfitû yên ergatîvsaz, hema xwelî bit jî, zimanê kurdî xweş e û kurd xweşkûk in! Ev mirovên xweşkûk, li vê dinyaya kambax, jiyaneke azad, serbixwe, xweş û aram wekî şîrê dayika xwe heq dikin, li gerdana wan aza bit!


