“Di heft saliya xwe de xwendevan, di çardeh saliya xwe de gerîla, di hivdeh saliya xwe de dîlekî azad û di bîst û heft saliya xwe de stranbêj im.”
...
Çiyayiyek. Çeprast li piştê rextê Rizo. Tiving spartiye zinêr, lûle berzûrî asîmanê “Qutikşîno” bûye. Pala wî li zinêr, li dewsa pişta Baba Duzgun. Li ser çongê tembûra bêtêl. Di dêst de tasek tije, ji şîr-ava Mûnzûr. Wisa tî, wisa keribî, şûr hilaniye daniye li Kerbeleyan. Ji ber qir û qetlan maye dengê wî, olan dide li newala Laçê.
- Ji Dêrsima asî, ku esîliyê enî lê hilkirî! Wekî ku ji asêbûna çiyê dawerivibe, wisa hêmin, wisa rewan. Û car caran jî serhişk û bi hêwirze wekî ku qewmê xwe; qewmê ku sercem nusheyan û papîrûsan û qederan û dîrokan û defteran û her çar kitêban rûpelên xwe lê dadaye û heft parzemînan bi heftê û du zimanan lêv lê badaye; qewmê ku Xwedê bi xwe jî tevî kaînata xwe lê xezibî ye!
Sî û heşt caran kitim maye di destnivîsa Felekê de, bênav û bênasname. Besê bi kederê ew mijandiye û stirandiye di bin parsûya xwe ya şikestî de. Bi Eyloyan re bi firê xistiye -welat û welat. Mûnzûr bi ava şîr-în ew bi xwe kiriye, bi xwedî kiriye û bi hawara sibehan de gihandiye. Ji tabletan fêrî xwendina “Sûreya Serhildanê” bûye. Li ber deriyê nîrekî beravêtî, roj li ava, wekî ku derwêşekî ku tara erbane di dêst de derizî, serî li ber beytan hildaye. Mirinên spî spî, qiyametên çilsar, çil çilkên şîr, çil çavî, çil şikeft û berqef ji ber kiriye bê ziman.
Qederê çendîn lê kiriye çeqoberî, çendîn kiriye ku deqa xwe li eniyê mar bike. Kindirê dil bijandiye stû. Qelem li navê wî şikestiye, sêdarên ji hestiyên bav û kalan qesta ciwaniyê lê kirine. Lê asî ye nehatiye rayê, li ber xwe daye, li ber xwe daye.-
Bi newalên dîrokeke mişt şikestin ve rapêlikiye, hatiye. Pişta wî li birînên qewî û berê wî li zemanekî xedar, li qible û kabeyên bê Xweda. Li ber deriyekî sîmîn, siwar e li şêhespê Baba Duzgun. Dil daye bi xemekê, çav daye di riya eşqekê’d; maye bêfer ji bilî fera dil!
...
Onder Sîm li ber destê sibehekê, bi destê peyvê girt, xwe ji tevlihevî û toz û tebara kavilên hişê min şûşt. Bi rû bala min ket û hat bi gewde kir ev kurtenivîs.


