Li dû Midyada MAHABADê
Xwehê, Xweha Midyadê; kevn û nû li xwendinê ye defter -deftera îşaretkirî.
Lêv pê daketiye, her herfê heft caran bi Deng ve dike. Tilî îşaret dikin herfan, yek û dudu -helbet tiliyên destê bi deq; ta ku hilçine nepeniya mohrê -mohra li ser qelb!
Ne destpelînk e ev ku pelgê çinarê bi mist dike -sor û zemanî; ev keşf e, gul bi gul -mor û şîn. Lewlew e, hilnayê di binê bîra dîrokê de -li dû derdevbûnê ye.
Serbare jî, Melekê ahd kiriye bi mohrê. Hû dike qelb, wê durist bike keşfa dêrîn:
"Hebû tunebû -hê berî gul û xwînê. Berê bû, û tibabekî berê -wekî ku do! Kaînatê hê pelûlî bû ziman
Erê bêqesem, tehn nebaniyabû li kevir. Av hê nebû û ne jî nav -tu yeqîn meke ji Thales, wî av û çirav tevehev kiriye!.
Tav cenîn bû hê, di malzaroka tariyê de -ma “tarî hebû ewil” dibêjin kitêb?!
Kêm û zêde wilo bû; ne destpêk û ne dawî, dêran û dêran bû destxet, -qedera ku ayet çêlî wê dikin!
Bermahiya vegotineke berê bû di defterê -bertir ji zemanan. bi tûmerî hê xalî bû Ev Ax ji têhna kevir -Ax ku kewna wê Tu!
Û qelb ewil li Midyadê Jeniya!"
Deng wilo bi benîadem ket -te jî bihîst ew Deng ne?
Ew Jena qelb min bihîst, û ew Deng jî, bi van guhan; bi van guhên ku Dengê te jî bihîstin li Midyadê -wekî ku mindalek bêje 'Yadê'!
Çilak wê hingê li sêvê ket û sêv bû çar felqe -belkî ev neyê bîra Adem! Te divê bipirse ji Hewayê, lew wê rû vekir bi çar hêlan -û çar derî vebûn li dinê!
A wilo fesilî kirasê royê li şevê -li yekî Atlasê.
Lê, û belê Xwehê, şevê ev hilneanî di berkurka xwe de, dada Atlasa te, kir xwelî ew defter di devê bê de -deftera ku min esmerî jê xwend Xweha Midyadê -bi van çavan!!


