Li dû sibeha MEHABAD’ê
Xweha sibehê; sibeha te bi xêr! Hê tibabek heye ji sibehê re, jê bi hay im. Lê wisa hat ji dil, hema wisi... Wext derengî şevê be jî, min pêdivî ye ku navê te û sibehê û xêrê bi hev re hildim, qena bi xêrekê bikim -ma jixwe têr ne bêxêr im!?
Li vî derengî, serê te li ser destên şeva lal û te çav li xewê. Ê tu yê binivî û razêyî helbet, ma ne divê çavên te vebin li sibehê, vebin esmer esmer û dûr wekî ku ji dilekî heta bi dilekî. Xwe ragire li xewnê delala delalan, ew ê teqez destê te bi destê sibehê re bixe tev. Xwe ragire û bi ser kewna xwe ya dêrîn ve bê. Tu binive, divê tu mezin bibî, mêzîn bi mêzîn -têbigihêjî ku mirov di xew de mezin dibin!
Xew tayekî mirinê ye digot Fata Hewê. Wê xew jî, mirinê jî dît têr û têr; û bêpayan jê tamijî. Lew wilo yeqîniya xwe bi gotinê û sibehê anî. Vêca li birînekê bifikire cana ber vî canî, li canekî... ku qelema li dêst xencereke ji qeşayê ye û can jî, birîn jî dutayên mirinê ne canan!
Şev jan e, bi min girtiye bi revendî. Dil kiriye heps û zindan. Destên felekê li gewriyê gihaye, qesta te NEFESê dikin! Lê li hawarê ye wekî ku caran Bavê Felek, dadide fera dil, radinîje janê: Hey can, canê, cana şêrîn*.
Xew çû, xem revîn, tu binive niha, heta bi çend qederên dîtir, dest di dêst de em ê bi hev re, li vir û li wir hilên sibehê.
***
Li beyana ku perde ava xwe ji reşê hildiçine, ka ku min bikariya ji te re çêlî rohilata çivîkan, lewlewa sibehê û bêhna deryayê bikim. Lê bêhavilî ye, devêm nagere canecan, nalive destêm. Li hemanan e qelem, dike ku bişikê. Ma ne ev mîrat ji mêj ve ye li min û yeka xwe digere ku bike qesta can, canecan?..
Aaaxx û xwezî, -ma ax û xwezî li ku digihên hev birra jî?- min bikariya bigota te: Canecan vê katê gewrikê avêtiye, xumîneke ji bin ve, giran û bi hemd dadide her derê. Ax şiyar dibe bi teqil, kolanên vikîvala hêdî hêdî diolin bi dengên sax û mirî, roya ku do terka me da, bi îroyekê li me vedigire, vedigere bi bişîrîn, asîman çik î sayî wisa jî hêmin, çivîk li ser
-ne li ber- destê sibehê û şax û çeqilîkên daran venîştine û dixwînin li qismet, qismet; ka ku bibûya qismet serê tiliyên te li kef û kîşwera destê min!
Axx ji min nayê... nayê ku bibêjim: Li ber deriyê şeveke beyhûde, ez pêrgî pêgên te bûm. Bêhna sînoran dihat ji pêgên te. Û şev xunavî mabû bi têlê ve. Şevê dengê te ji ber nekiribû hê. Hê darê nekiribû pêjna baranê. Dûr bû sibeh hê, lê nêz bû NEFESa te, nêztir ji dilê ku’d qefesa sîngê de li xwe vedilîst.
Ax ez! Ez çi bêjim xweha birînê; sibeha te bi xêr...
*: Cana Şêrîn: straneke Mihemed Şêxo


