Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) li Almanya, îsal 20’emîn Pêşbaziya Wêjeyê ya li ser navê pakrewanê kurd Huseyîn Çelebî li dar xist.
20 sal..temenekî temam e! Lawê kurd Huseyîn Çelebî, jixwe li her cî û warê dinê, bi giştî pakrewanekî nemir e ji bo ciwanên vî gelî, lê vê pêşbaziyê navê wî li hişê helbesta kurd û nemaze jî li ya kurmancî xweşiktir kola. Pêşbaziya îsal, çendekî berî vê bi encam bû. YXK karekî pîroz, gelekî xweşik û giranbuha dike. Kesên ku ked dane/didin û her wiha YXK, divê ku bi dil û can bêne pîroz kirin.
Peşbazî, bi du çeşnên wêjeyî helbest û çîrokê, bi zaravayên kurdî û bi tirkî têne lidarxistin. Çima ne tenê bi kurdî, lê belê bi tirkî jî? Helbet ev pirs pirseke temam e! Lê bersiva vê pirsê ne li cem min e û ne mijar û qesta vê nivîsê ye jî. Û dîsa, pêşbaziyek havil û fêdeyeke çawa digihîne wêjeya civakekê, ev yek jî pirsa mijareke xweşik lê dereke ye, ji bo vê nivîsê!
Ev pêşbazî, di nava kurdan de pêşbaziya herî dorfireh, temendirêj û bi prestîj e… Tişta girîngtir, ev pêşbazî bi kevala beşdarên xwe ve dide xuyan ku pêşbaziya herî netewî ye jî -ta vê gavê! Ji çar parçeyên welêt beşdarên wê hene; her wiha ji kurdên li metropolên tirkî, ji dîasporaya kurd, ji Kurdistana Sor, ji girtîgehan û ta bi çiyê, xwediyê nav û dengekî karîger î xweşik e!..
Di sala 2010’an de, ez jî yek ji endamê juriyê yê helbesta kurmancî bûm. Berhem û berhemdêrên xweşik ji pêşbaziya wê salê derketin. Tişta ku ez dizanim, niha du beşdarên 2010’an (Semra Çelebî-Birîn, “Weşanên Tevn” û Roşeng Rojbîr-Gêjebêj, “Weşanên Belkî”) xwedî pirtûk in ku “helbestkî dipijin û li helbesta kurmancî digihêjin!” Helbet ev ciwanik û ciwanmêr, ne ku îro bi saya serê vê pêşbaziyê bûne helbestkar û xwedî dîwan, lê û belê.. ez yeqîn dikim hindikî be jî, navê vê pêşbaziyê best û feyz li wan rakir û ji bo wan bû dilêriya pêngavekê…
Organîzasyonên wiha dorfireh û giran (û giranbuha), bivê nevê hûrbijêriyê û pêwendiyeke baş û bi kitekit divên; bi endamên juriyê re û bi beşdarên pêşbirkê re. Ev pêwendî jênager in, pêşbirkeke wiha xweşik xweşiktir û watedartir dikin û dike ku beşdar û endamên juriyê bi çavekî dîtir jî li meseleyê ho vedin û bi dilekî safî xwe jê bibînin!
Di vî derbarî de, qenaeta dilê yeqîn ev e; di 2010’an de, ev nişmîtî/ hûrbijêrî bi organîzasyona 2010’an re tunebû, yan jî min nedît! Di vê mijarê de, min ji wan re e-maîl jî darêjt, lê (ez ê nebêjim mixabin!) tu deng û bersiv ji wan nehat. Jixwe bi giştî jî, ji bilî peyamek-du peyamên ku ber bi dawiya pêşbaziyê ve şandin û gotin; “wext dereng dikeve, divê em bilezînin”, tu pêwendî, dan û stendin çênebû -qet nebe bi min re!
Niha, wê teqez hin kes bipirsim; çima piştî du salan rexnekirina vê yekê!?
Belê.. ji ber vê;. Îlhamî Ozer helbestkarek e ku li Mêrsînê dijî. Temenê wî di ser 60’î re ye. Derdora 10-12 sal in ku bi kurmancî dinivîse. Berî hinga bi tirkî nivîsiye. Niha jî bi du zimanan a dilê xwe dadirêje, dinivîse: kurdî-tirkî. Ta niha 5-6 pirtûk bi tirkî û 5-6 jî bi kurdî, bi giştî helbestkarê 10-12 pirtûkan e. Îlhamî Ozer di pêşbaziya Huseyîn Çelebî ya îsal de, bû 1’emîn ê helbesta kurmancî.
Di şêwra me ya ku mijar helbest, ziman û “yekemîniya wî” bû de, rewş rexne kir û got; ta niha ji organîzasyonê ji bilî vê peyamê “Di pêşbaziya Huseyîn Çelebî, Helbesta Kurmancî de helbesta we xelata 1’emîn bi dest xistiye”, kes li min negeriyaye, pîrozkirinek, dilxweşiyek nedaye min.
Wê kêliyê ku min hişê xwe tevda, min maf dayê. Çimkî di 2010’an de jî, ji bo organîzasyonê heman rexne-lome hebûn, ji beşdaran. Wê wextê jî min maf da wan.. lê tenê maf, ne bersiv! Xelat li aliyekî, teqez diviya spasiyek, pîrozkirinek an dilxweşiyek hwd. hebûya. Û helbet wê demê ji bo me jî ev yek nebû! Xuyaye ku ev mijar nehatiye tevdan û nirxandin.
Ji qewlê kurman”ciya” min ve, wekî peyva dawîn em (ne wiha be jî!) wiha bêjin; “kurdî, halê xwe wer dî!”
We got çi?!


