logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Parîsabad

  • Dîrok: 27/02/2011

Du xisletên sereke yên nivîskariya Fawaz Husên hene. Yek jê ew e ku, kêm dinîvisîne, mebesta min jê berhemên bi kurdî ne. Siwarên êşê 1994, piştî wê Amîdabad 2001, ku wekî nivîsandineke din ji Siwarên êşê re bû û niha jî 2010 Parîsabad. Carekê heft û cara din jî neh sal di navbera pirtûkekê û ya din de hene. Xisleta din jî ew e ku, yek ji wan nivîskaran e ku nivîsandina wî, rasterast, neynika jiyana wî  bi xwe ye. Wisa jî, dema mirov li jiyana wî ya li Parîsê derbas dibe binêre û bide ber mijûlbûna hiş û giyanê wî ya bi jiyana wî ya berê li Amûdê derbas bûye, mirov dikeve wê gumanê ku ev berhema di nav destên me de, Parîsabad, jînenîgariya wî bi xwe ye. Wekî ku ew bi kamîrayeke piralî, hem ji hundir ve, hem jî ji derve ve, wêneyên rojane ligel bîranînên xwe ji me re dinîvisîne. Lê, bi kûrbûna di nav kûrahiya berhemê de, mirov dibîne ku ev dîtina derbasbûyî, dîtineke xapînok e û mesele ji jînenîgarî û jiyana rojane û bîranînan bi wirdetir e. Parîsabad jî, bi giştî, hêza xwe ji vî aliyê xwe yê sembolîk û veşartî werdigre.  

Jînenîgarî, afirandin û tayê di navbera wan de

Aliyê realîst yê vê berhemê berî her tiştî di binavkirinê de xwe dide der. Wekî mînak, navên Amûdê, Parîsê, ji bilî navên cih, dever, sûk, marketên Parîsê. Bikaranîna realîzma fotografîk ya ku şêweyê nivîsandina rojnivîs û jînenîgariyan tîne bîra mirov.
Aliyê din yê hestiyarî û fantastîk ku di riya monologeke dirêj re û bi hilbijartina hinek bûyerên taybet û sembolîk yên mîna mirina bav dibin mîna stûnên ku wî aliyê realîst hildigrin û hêzeke cuda dide giyanê berhemê.
Her çendî berhem di navbera çîrokeke dirêj û romanê de diçe û tê, lê dîsa jî ji mijûlbûna bi form û awayê honandinê bêhtir nivîskar xwe dispêre piştgirêdana bi lixwemikurhatin û naverokê. Ev şêwe li ser sê şaxan tê dabeşkirin:
- Monolog
- Kompleksa bav
- Jiyana sêyem

Monolog: Ji serê berhemê heta bi dawiya wê vebêjer yek e. Çîroka xwe dibêje. Behsa xwe  û jiyana xwe ya li derbideriyê û bi taybetî li Parîsê dike. Hetanî bi hevpeyvîn û diyalogên di navbera kes û karekterên romanê de li ser zimanê vebêjerê bi tenê têne gotin. Vebêjer kesekî wisaye ku heta dawî bi jiyana xwe ya hundirîn mijûl e. Dema ku kes û der û doran jî dinirxîne, ew nirxandin girêdayî hest û gelemşeyên wî yên hundirîn e.

Kompleksa bav: Balkêş e ku berevajî piraniya kesên sereke yên romanan ku di bin bandora kompleksa “Odîb” anku kompleksa girêdana bi Dê ve, tevdigerin, di vê berhemê de kesê sereke yê romanê di bin bandora girêdana bi bavê xwe re tevdigere. Roman bi bihîstina nûçeya mirina bavê wî dest pê dike. Mirina bav jiyana wî ya li xerîbiyê serobinî hev dike. Di vegera welêt de jî yekem kes bavê wî ku tê bîra wî. Wisa jî rola Dê û bandora wê ya ku hema hema tune ye li ser vebêjerê romanê bala mirov dikşîne ser cudabûn û taybetiya vî kesê sereke, nexasim gava ku mirov mirina bav wekî mirineke sembolîk binirxîne. Ji aliyekî de, îdol û nimûneyê xurt ku wekî stûneke girîng e ji bo vebêjer, bi mirinê re, ev stûna bilind bi yek derbê hildiweşe û ji bo wî dibe sedema şikestinên mezin. Ji aliyê din de jî, mirina bav hêdî hêdî dora mirinê û hestên nêzîkbûna kalbûnê, qelsiyê û bidawîhatinê, li cem wî jî xurt dikin. Nemaze ku vebêjer heta radeyeke mezin bi bîranînên xwe û jiyana xwe ya li welêt ve girêdayî maye.

Jiyana sêyem: Ev nimûneyê jiyanê dibe para piraniya penaberan. Bi awayekî ku nema dikare li welêt bijî û nikare baş li welatê nû jî bijî. Di jiyana nû ya penaberiyê de dibe dîlê bîranînan û jiyana nû lê diherime. Gava dixwaze vegere welêt, dîsa bi xurbetê dihise û xwe wekî biyaniyekî dibîne. Jiyana sêyem ew jiyan e ku di navbera jiyana kevin û ya nû de diçe û tê. Vebêjerê romanê biyaniyekî kurd e ku li sikakên Parîsê dimeşe, lê bi hiş û mejiyê xwe li Amûdê ye. Gelek caran frensiyan dişibîne kurdên Amûdê û her bûyerek li Parîsê bûyereke wekî wê ku li Amûdê dîtiye tîne bîra wî. Bavê wî, li Amûdê dimre, ew li Parîsê, piştî vê mirinê, nikare baş bijî. Wisa jî, dema vedigere Amûdê, bêriya Parîsê û jiyana  lê, dike. Di heman demê de, digihêje biryareke bê veger ku ew êdî nema dikare li Amûdê bijî û wekî biyaniyekî di nav malbata xwe de tevdigere. Ronîkirina nakokiyên vê jiyana sêyem siya xwe davêje ser seranserê berhemê.

Nirxandineke giştî

Parîsabad, ji mijarên mezin, her wisa ji zimanê giran yê vebêjiyê, xwe dûr digre. Tevna berhemê pala xwe dide jiyana penaberekî û bûyerên rojane û hûrik yên wê jiyanê. Carinan jî  bûyerên mezin yên dîrokê, yên ku herdem li paş perdeya nivîsarê ne, ji nişkê ve, xwe tînin bîra xwendevanê vê berhemê. Wekî mînak, banoda bûyerên hilweşandina “septembera 2001’ê” li Amerîkayê li ser jiyana penaberên misilman, kurd jî di nav de, li Ewropayê. Her wisa ziman jî xwe dispêre çêja zimanê ku di axaftina rojane de tê bikaranîn. Wekî mînak, “kêfa gurê manco”. Ma ku em bêjin, di berhemên Fawaz Husên de, ji siwarên êşê heta bi Parîsabadê, mijûlbûneke germ bi jiyana kurdan ya derbideriyê heye. Ev şêwe ji mijûliyê, di dîroka wêjeya kurdan de, ku li derbideriyê şax dabûn, cudayiyeke berbiçav û erênî ye.

Parîsabad / Fawaz Husên / Weşanên Avesta

helimyusiv@hotmail.com

 

 

 

 


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Silav li helwesta Ahmet Turk

  • 26 Sibat 2009

Dereng be jî, roj bi roj, siyasetmedarên kurd bi girîngiya zimanê kurdî û bikaranîna wî ya di siyasetê de dihesin. Ji destpêka şiyarbûna kurdên bakur ya...

- 2007 -

  • 01 Rêbendan 2008

Hejmarek bû, wê ji ser rûpelan bê rakirin û li şûna wê, wê hejmareke din bê nivîsandin. Cara sedî piştî vê carê, mirovin din ku niha tunene,...

Romanek li ser rexnekirina romanê

  • 15 Adar 2010

 Romana “Siya dema borî” ya Fêrgîn Melîk Aykoç (1), ya nû, ji serî heta dawî bi rexnekirina du romanên kurdî û bi nivîskarên wan,...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Tiştên Rojavayiyan di salekê de kirin Barzanî di 22 salan de nekirin'

ad

Cezayê girtinê li Denîz Nakî birîn

ad

W'ya nû derket

ad

Çi eleqeya muzeyan bi dolar heye?

ad

'Bila Vedat Kurşun serbest bê berdan'

ad

Bi kayûmê dest danîn ser Şaredariya Akdenîzê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname