Amed
Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakîz ji bo balê bikişîne ser rûdanên li bajarên ku qedexeya derketina derve lê hebûn di tora civakî de hin tişt nivîsî bû. Dadgehê ji ber van gotinên Nakî bi îdîaya ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” cezaya hepsê lê birî.
4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îro darizandina Denîz Nakî li dar xist. Nakî ligel parêzerê xwe li dozê amade bû. Dadgehê gotina dawî ya Nakî pirsî, wî got ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û beraeta xwe dixwaze.
Piştî Nakî parêzerê wî Soran Haldî Mizrak jî got ku, betalkirina îlama îstînafê ya ku ji 2 rêzikan pêk tê û xwe naspêre tu hincetan em qebûl nakin. Mizrak got ku muwekîlê wî peyama aştî û biratiyê daye, xwestiye ku şer bisekine û aştî were. Mizrak got heke di binê parvekirinan de şîddet hebe divê lêpirsîn li xwediyên şîroveyan werin vekirin.
Di dawiyê de dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê hepsê li nakî birî. Lê dadgehê ev ceza ji bo 5 salan taloq kir. Nakî heta 5 salan sûcekî wekî vê neke, wê cezayê wî betal bibe.
Nakî: Ez dijê şer im
Denîz Nakî piştî dadgehê ji bo çapemenî axivî û got: "Bi vê encamê ji vir derketin tiştek nexweş e. Wekî min got, min peyama aştiyê da, min gotibû ez dijî şer im û ji ber vê yekê ez hatim cezakirin. Lê ez dixwazim her kes vê bizane ez mirovek aşiqê aştiyê me, ezê her demê van peyamên xwe vebêjim, berdêl çi dibe bila bibe ez amade me."


