Hikumetên alman heta niha li kurdên li welatê xwe dijîn bi çavên “zarokên dêmarî” nêrî ne. Sedemên vê yekê jî berjewendiyên aborî û siyasî yên Almanyayê yên bi dewletên desthilatdar yên Kurdistanê re ne. Ji ber vê yekê hikumetên alman gelek caran ji bo kurdên “xwe” ne siyaseta navxweyî lê belê siyaseta derve bi kar anî ne.
Ji bo vê yekê mînak zehf in: Dema rêxistina xwendekarên kurd ya bi navê AKSA (Asociation of Kurdish Students Abroad) di tebaxa 1980’yî de li Berlînê kongreya xwe li dar xist, sîxurên Iraqê xwestin cihê kongreyê bi taqemeniyan bidin teqandin. Lê hê ev yek pêk nehat, sîxurên Iraqê hatin girtin. Sîxur di nava demeke kurt de hatin berdan û sedema vê berdanê jî berjewendiyên Almanyayê yên wê demê yên bi Iraqê re bûn…
Dîsa hê di salên 1980’yî de Almanya biryarekî distîne ku saziyên civakî yên kurdan sûdê ji pereyên dewletê wernegirin û projeyên wan yên civakî bi pereyên dewletê neyin fînansekirin. Di vir de jî dixuye ku heta xizmeta civakî jî qurbanî siyaseta ji derve hatiye kirin. Ne tenê ev, biryareke bi heman rengî di salên 1990’an jî hatibû deranîn lê belê bi hewldanên kurdan ên bi riyên cuda ev biryar heta radeyekî hate pûçkirin…
Di salên 1990’an de jî bi taybetî qedexeya PKK’ê û saziyên nêzîkî wê kete rojevê. Dema mirov li biryara nivîskî ya qedexeyê dinêre, mirov dibîne ku berjewendiyên Almanyayê yên bi Tirkiyeyê re ji bo qedexeya PKK’ê roleke sereke lîstine û çalakiyên kurdan ên li vî welatî ji bo vê yekê ji xwe re kirine hincet…
Nimûneyeke din ya di vî warî de jî kuştuna siyasetmedarên kurd e. Kujerên serokê PDK’a Îranê Şerefgandî û hevalên wî li Berlînê ku piştî bûyerê hatin girtin, beyî ku hemû cezayê li wan hatiye birîn di girtîgehê de derbas bikin, di nava demê de hatin berdan. Di çapemeniya alman de gelek caran hate gotin ku sedema berdana kujeran ji ber bazara di navbera Almanya û Îranê de pêk hatiye. Yanî dîse berjewendiyên derve…
Her wiha dema mirov sedem û bingeha qedexeya rojnameya Ozgur Politika û Roj TV’yê ya li Almanyayê jî vedikole, heman encam diderkeve holê: Siyaset û berjewendiyên bi Tirkiyeyê re…
Ev çend xalên li jor çend bûyerên ku ji hêla raya giştî ve ji nêz ve têne zanîn in û bêguman mirov dikare vê lîsteyê dirêjtir bike…
Li jor jî dixuye ku ne tenê kurdên bakur, her wiha kurdên ji parçeyên din yên Kurdistanê jî ji vê siyasetê zerar dîtine…
Vêce piştî van nimûneyan em vegerin ser sernivîsa vê nivîsê: Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier hefteya derbasbûyî çû başûrê Kurdistanê. Wezîr li Kurdistanê hem pesnê pêşveçûnên li Kurdsitanê da û hem jî ji karsazên alman re got ku Kurdistan ji bo razemeniyê cihekî îdeal e!
Her wiha serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî van rojan bi awayekî fermî tê Almanyayê…
Ev hevdîtinên fermî yên di navbera hikumeta kurd û alman de ji bo me kurdên Almanyayê xwedî wateyeke girîng e!
Almanya her dem di nava hemû biyaniyan de tenê li kurdan bi çavê “zarokê dêmariyê” nêriye û biryarên xwe yên neyînî yên li ser kurdan li ser daxwazên desthilatdarên welatên me dane…
Vê carê Almanya parçeyekî welatê me yê ku heta radeyekî azad e muhatab digre û ev yek bi taybetî ji hêla hîsî ve bandoreke erênî li me dike…
Aqûbet li serê parçeyên din yên Kurdistanê be!
zekiozmen@hotmail.com


