logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

ŞÎR HELAL

  • Dîrok: 11/08/2010

Ji bo ku deng bi navê wan bikeve dinivîsin hin nivîskar, navê wan bela dibe li her çar hêlên gerstêrka girover.
 Hin ji bo dilê xwe yê tije vala û rehet bikin ristan dirijînin peyv bi peyv. Ku nenivîsînin nabe, mîna xwîna kelî yê ku êdî tu carî nikare di rayan de bimîne; teqez divê ew derê. Loma hest û raman bi hinên din re têne parvekirin.
Hin li rastiya jiyana xwe digerin; li ser hespê dil siwar bûne, hefsarê wan pênûsa wan e, şev û roj digerin, li wê qonaxa ku  dixwazin bêjin, ha va ye ev der e, ew cihê ku ez lê digerim.
Belkî jî dermana kula dilê wan e nivîs, ji bo hin camêran.
Hin ji bo xwe û hin jî ji bo kesên din; hin pêlên şahiyê, hin jî dilopên êşê radixin ser kaxeza  spî yê mîna şîrê dayika xwe.
Sedem û mebest çi dibe bila bibe, ji bo rûmeta mirovî, ji bo rewişta rewşenbîriyê, ji bo sinca nivîskariyê, teqez divê kesê nivîskar şîr helal be. Ji bo şîrê spî yê ku ji guhanên dayika pîroz hatiye mêtin helal bibe çi divê gelo? Bi dîtina min ji bo vê yekê, serê pêşî divê mirov şahidê demê be. Ew dema ku tê de dije û ya borî û ya ku dê bê. Bi hemû kirû, kiryar, geşdan û bûyeran, kêlî bi kêlî şahidê demê, ango şahidê jiyanê be.
Li gorî baweriya olî, her kêlî, bi her mirovî re du melaîket hene. Yek li milê rastê, yek jî li milê çepê ye. Yê milê rastê, şahid û tomarkarê xêr û qenciyan e, tiştên baş dinivîse. Yê milê çepê jî şahidê  nebaşî û gunehan e. Kesê nivîskar jî bêşik divê bi heman peywirî tevbigere. Lê ew, divê tomarkarê (nivîskarê) her du milan jî be. Jixwe ev yek dibe taybetmendiya rewşenbîriya wî, her wiha pîvana mirovantiya wî jî.
Ji bo vê yekê çi divê? Bi ya min, ligel dilekî wêrek û zîz; bawerî û ked divê. Ku dilekî wêrek û zîz nebe jixwe şahidbûna demê bi tu awayî ne pêkan e. Ku bawerî nebe, li hemberî dijwariya jiyanê mirov zû têk diçe. Û jixwe ku ked nebe, pela çixareyê jî ji cihê xwe nalive.
Ku em di roja îroyîn de li welatê xwe, li gelê xwe binêrin, ne tenê ji bo dilên zîz, ji bo dilên kevirî jî têra xwe rûdan û rewş hene ku dil û hinavên mirovî dişewitînin û diperitînin. Wekî ku birêz Helîm Yusif jî di nivîseke xwe de gotibû, “agirê ku me dişewitîne.”  De îcar heke xaka mirovî dayika mirovî ya ku mirov xwedî dike be, heke mirovên wê xakê jî qet nebe bi qasî afrîkiyan bi qasî filistîniyan nêzîkî mirovî bin; mafê mirov heye ku ji wan kesên ku li agirê pêketî temaşe dikin, bipirse; ma qet ev agir piçek be jî têhna xwe nade we. Ma mirov şîrê xwe helal nake?
Jixwe ku mirov li kesên temaşavan (nivîskar!) binêre, nivîsê wan tamsar in, tu dilgermiyekê di mirovî de pêk naînin. Tu hestên dilanî û her wiha vegotineke zelal li ba wan peyda nabe. Ew li der û dora mijarê digerin lê gotina vekirî ya wêrekî tu car ji devê wan dernayê. Di cih û demên ku divê ew jî li wir, li nava gelê xwe bin, pêjna wan nayê. Ji ber vê xemsariya wan e ku di civakê de jî pir kes hez ji wan nake. Ma belesebep negotine ku hezkirin ked e.

b.zelal@mynet.com


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurd kirasê xwe didirûn

  • 17 Pûşper 2015

Welatê kurdan, ji deştên fireh û çiyayên ku bi lûtkeyên xwe ezmanî maç dikin; bi her du rûbarên dirêj ên ku mîna du guhanan şîr didin...

DERBARÊ NIVÎSANDINA ÇEND PEYVIKAN DE

  • 19 Sermawez 2013

Mixabin ji ber pêknehatina rêbazên rastnivîsê yên hevpar û her weha ku bi disîplîneke zanistî û rêvebirî zimanê nivîskî nehatiye...

Ji 100 zarokên mamosteyên kurd çend bi kurdî dizanin?

  • 15 Gulan 2010

Wekî ku tê zanîn, Mîr Celadet Bedirxanê mişextî, mişextiyê mîrekiya Botan, bi hewldan û kirinên xwe yê neteweyî, kirûyeke pîrozwer e. Ew bi ked...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Vîzyona vê hefteyê wekî festîvalê ye

ad

Ji aliyê BDP'ê ve encamên hilbijartinê

ad

5 welatên din Filistîn nas kir, Netanyahu bersivek tûj da

ad

2023: 100 pirtûkên sereke

ad

Daxwazên kurdên Rojava yên ji Kongreyê kirine

ad

Cenazeya Turgut Ozal îro tê definkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname