Diyarname
Roja 16'ê mehê bi taybetî li Almanya û Belçîkayê baranke gelek gur barî, lehî rabû, xanî û cihên kar ketin ber lehiyê: Li Almanyayê dor 130, li Belçîkayê dor 20 kesî mirin.
ALMANYA
Li aliyê rojavayê Almanyayê baraneke gur barî. Pêre jî lehî rabû, ax ket ber avê, dikan, mal û mil ket ber lehiyê. Li gor agahiyan li herêma Rhineland-Palatinate dor 90 kesî mirine. Li eyaleta North Rhine-Westphalia jî 43 kes mirine.
Yek ji bajarên li Almanyayê gelek bandor ji baranê dîtiye jî Bad Neuenahr e. Ji şahidan yekî gotiye, "Her tişt di 15 deqîqeyan de çêbû. Bi baranê re ji nişke ve herêm ket bin avê."
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel banga hişyariyê kir û got ku ez ditirsim ya herî xirab hê çênebûye.
Tê gotin ku ji bilî hejmara kesên mirî ku hatiye diyarkirin, windayî jî hene û tirs ew e hejmara miriyan zêde bibe.
BELÇÎKA
Li Belçîkayê jî tê gotin baraneke gelek gur barî û li wir li dor 20 kesî mirine. Li welatên wekî Luksemburg û Hollandayê jî baraneke gur bariye.
Ev fotoyê ku AP'yê belav kiriye rewşê xweş nîşan dide.


