logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Te Got Ez Diçim Welat! 

  • Dîrok: 14/05/2024

Ka carekedin bibêje te got ez diçim welat!
Ev mizgîniya te wekî şekrokê di destê zarokan de şêrîn e.
Ê de here û heta tu werî bila ronahiya rojê bi te re be.
Ji bîr neke tûrikek mezin bi xwe re bibe ji bo qewîtiyên min.
Dema tu gihîştî Cizîra Botan xwe di nav axa wê de vegevize 
û axa wê du caran maç bike; carek ji bo min, carek ji bo xwe.
Ji bîr neke here serdana pîrozgeha Mem û Zînê jî 
ji wan re bibêje tovê evîna we şîn daye.
Lê qewîtiya min ji bîr neke her tişta tu lê binêrî du caran lê binêre 
carekî bo min û carekî bo xwe.
Li her tiştî binêre heta li mişkan û heta li tepikan jî binêre.
Li her qulê bigere lingek te bo min û yek bo te.
Teqez tu ji bîr nekî here ser tenûran jî, bi nanê tenûrê re destê dayikan jî maçî bike.
Lê li hinek piste pista li ber tenûran jî guhdar bike, guhek te bo min yek bo te.
Bizane ew piste pist nûçeyên welatê min û te ne. 
Îcar ber êvaran li ber çemê Dîcle rûne û li avê temaşe bike.
Dema te dengê zarokên Cizîrê bihîst tûrikê xwe veke 
û tije dengê zarokan bike û ji min re bîne.
Lê divê tu gelek caran li Çiyayê Cûdî binêrî. 
Dema tu li kolanên Cizîrê geriyayî silavan li her kesî bike.
Pisîkên li wan kolanan maç bike, destê xwe li ser kevirên Cizîrê re bigerîne û tewaf bike.
Ha hêj min ji bîr nekirî ez ji te re bibêjim.
Here li ser pîrozgeha Melayê Cizîrî û li wir tobe bike. 
Li ser wêjeya kurdî tobe bike, tobeyek bo min û tobeyek bo xwe.
Dema tu vegeriyayî ez ê ji te re bibêjim Hecî.
Bo ku çûyîna te ya Cizîrê pîroz e, wekî pîroziya Berê Reş.
Tu dizanî qibla min welat û pîrozgeha min Cizîra Botan e.
Hevalê min ez heta sibê bibêjim xilas nabe, bila xîreta te hebe.
Herî dawî berî ku tu werî têr û têr li dengbêjên Botanê guhdarî bike. 
Bila guhên te tije dengên wan be
da ku li vir bi bihîstina dengên wan hişê min were serê min.
Lê heval ez vê qewîtiyî jî ji te re nebêjim nabe.
Bila xêra te be hinek sîrika koçeran bi xwe re bîne
da ku ez van êşên xerîbiyê bi tama sîrikê sax bikim.
Ê de oxir be heval heft xwezî li te ku tu dibî rêwiyê welat
bo çûyîna warê pîroz.

Nîşe: Nivîs diyariya bo Cejna Zimanê Kurdî ye.
14.05.2024 Saet 05:30, Swîsre
   

 Ji bo guhdarîkirinê:
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Wêje û çakûçê Kawayê Hesinkar

  • 10 Tîrmeh 2021

Li bêndera wêjeya kurdî, heta niha gelek berhemên giranbuha berhev bûne û ji bo gelê kurd bûne ronahiya dîrokê. Ji gelan re wêje û berhemdariya...

NIVÎSKARIYA ZIMANÊ KURDÎ

  • 26 Pûşper 2021

Nivîskar, nivîskarî! Dema hin mijar di nav ramanên mirov de beloq dibin, êdî mirov nikare xwe ji wan mijaran rizgar bike. Heta ku mirov li ser wê mijarê xwe qanih neke dê ew...

Berxwedana: Bêje Tu kî Yî?

  • 04 Avrêl 2024

Li Tirkiye û Kurdistanê di hefteyekî de rojev li rojevan aliqîn û pêvajoyên germ derbas bûn. Ji aliyekî ve kelecana hilbijartina rêveberiyên heremî ji...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Em vê hefteyê "Kovî" derdixin pêş

ad

Li jor Xwedê li jêr evd!

ad

Di 2 maçan de 12 gol, û va ne tîmên derbasî Dora 16'an bûn

ad

Li Başûr qedexeya li ser koma Bakur

ad

Di ferhenga tirkan de hin peyv hatin guhartin

ad

Pêşbaziya Kurtefîlman 'Qeyrana Avê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname