logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Wêje û çakûçê Kawayê Hesinkar

  • Dîrok: 10/07/2021
Li bêndera wêjeya kurdî, heta niha gelek berhemên giranbuha berhev bûne û ji bo gelê kurd bûne ronahiya dîrokê. Ji gelan re wêje û berhemdariya wêjeyî; sazûmankariyek, avahisaziyek erjeng e! Ango bi wêjeyê birînên civakî tên pêçan û wêje ji hemû êşên civakî re dibe bijîşk. Civakeke ku wêjeya wê dewlemend û xurt be, ew civak dibe xwedî dîrokeke bi hêz û serkêş. 
Civaka kurd jî di mijara wêjeya dewlemend de xwedî wêjeyek dîrokî ye. Bo ku di wêjeya klasîk de bingehek dewlemend ji wêjeye kurdî re hatiye avakirin. Bi pênûsa Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek wêjevanên din bingeheke dewlemend avakirina ku ev bingeh îro ji pênûsên jêhatî re dikare bibe jêderka ‘ronesansa’ wêjeya kurdî. 
Ev wêjeya kurdî ku ez balê dikşînim ser di nav herka dîrokê de qonax, qonax herikiye heta gihîştiye roja me ya îro. 
Di serdema wêjeya klasîk de nivîskariya kurdî herî zêde bi helbestê wêjeyek ava kiriye. Car caran jî çîrok û helbest di nav hev de hatiye hûnandin û bi çîrokan dîrokek hatiye gotin û nivîsandin. 
Ji serdema klasîk derbasbûna serdema nûjen re gelek astengî derketine pêşiya wêjeya kurdî ji bo ku di warê mijarên siyasî de gele kurd ji serdariya xwe hat hilweşandin û li ser axa xwe bindest ma. Bi bindestiya civakî re pênûsa wêjeya kurdî jî bindest bû. Bi bindestiyê re wêjeya kurdî jî li berxwe da û bi hêza wêjeyê hewl dida sînoran li pêşiya xwe reke. Lê ez nikarim bibêjim sînorên li dora xwe pêçayî rakir! Bi sînoran pêçayî, pênûsevanên di nav bindestiyê de li ser bingeha wêjeya klasîk berhem afirandin. Bi vê afirandinê re wêjeya kurdî ber bi berhemdariyeke heta roja me ya îro herikî. 
Bi wêjeya kurdî re têkildar wêjeyên gelên din jî qonax, bi qonax ji civakên xwe re li gorî serdema xwe berhem afirandine. A rast gelek civak bi hêza perwerdehiya wêjeya xwe teşe girtin û bûn xwedî serdariya xwe bixwe! Ango bi hunera wêjeyê ji bo xwe gavên dîrokî avêtin. Bo ku wêjeya wan ne di nav sînoran de pêçayî bûn û pênûsên wan ne di nav bindestiyê de bûn. Ji wan civakan yek jî civaka ereban, civaka farisan, civaka almanan û hwd. 
Her wiha wêjeya hin cavakan jî di nav sînoran de bes ne di nav bindestiyê de ji civaka xwe re hêza serdestiyê ava kirin û bi wêjeya xwe sînorên li dora civaka xwe rakirin tevlî wêjeya cîhanî bûn. Wekî civaka rusan, fransizan û hwd.        
Lê mixabin civaka kurd bi wêjeya xwe di vê serdema bindestiyê de gavên serwer ku civaka xwe pê ava bike ne avêtiye! Helbet gelek sedemên civakî hene ku ez balê bikişînim ser ku bê ka çima wêjeya kurdî di nav civaka xwe de nebûye avakar! Lê belê di vê serdema bindestiyê de rewşenbîrî û nivîskariya kurdî di nav erkeke perçiqî de ye. Ango wêjeya kurdî bi destê nivîskarên kurd rola xwe di nav civakê de nelîstiye! Civaka kurd bi pêşengiya nivîskarên xwe wêjeya xwe ji xwe re wekî çek bi kar neaniye! Gelek civakan ev pêk anî û bi wêjeya xwe bûn xwedî berhemên serkeftinê. Lê mixabin civaka kurd rola zanyariya wêjeyî di kesayetiya kurd de neda avakirin. Di roja îro de jî ev çeka wêjeyî di asta avakar de nayê karanîn. 
Ev mijara wêjeya kurdî bê ka çima ji civaka kurd re ne bûye avakar mijareke gîrîng û hêjayî lêkolînên berfereh e. Ango bi gotarekî ev mijar ji hev nayê veçirîn! Lê belê çend deqên beloq hene ku mirov dikare bibêje sedemên karneanîna çeka wêjeye ew in. Di vir de divê baş were zanîn, ne ku wêjeya kurdî qels e û nikare bibe avakar, wêjeya kurdî têra xwe xwedî bingeh û jêderk e! Bes nivîskariya kurdî ji wêjeya xwe re di guhê ga de ye! Ev mayîna di guhê ga de, deqa herî mezin e ku qedrê wêjeya kurdî di nav civakê de nayê zanîn! Bo ku ên ku îro di vê serdema nûjen de serkêşiya wêjeya kurdî dikin di asta sazûmankariya civakî de ne bûne xwedî berhemdariyeke qerase ku civaka kurd bandor bibe û bi ronahiya hunera wêjeyê sînor û bindestiyê li ser civaka xwe rake! 
Berî her tiştî kesên ku armanca wî/wê bikaranîna çeka wêjeya civakê be demildest divê sînorên li dora ramanên xwe rake û bi vîna xwe azad be! Nivîskarekî ku bi ramanê xwe ne azad, dê çawe wêjeyek avakar û azad bi afirîne ji civaka xwe re! Girîfta sereke ev e ku ramyariya pênûsên kurdî ne azad e. Pênûsevanên kurdî xwe ji kedîbûna bindestiya sînoran rizgar nekirine! Ramanên pênûsevanên kurdî li têlên bindestiyê dialiqe û pênûsevan jî xwe ji aliqandina têlên bindestiyê rizgar nake! 
Di dîrokê de gelek nivîskaran ne bihibrê; bi xwîna xwe wêjeya xwe nivîsandine û sînorên li dora xwe û civaka xwe rakirine. Dîsa di mîtolojiya yewnan de mînaka Prometheus heye ku ji bo ronahiya wêjeya civakê xwe ji bindestiya zeûsan rizgar bike bi zincîran hatiye girêdan û di encamê de wêjeya civaka xwe azad kiriye. Wekî Kawayê Hêsinkar ku bi çîroka Newrozê civaka Medî ji dehaqan rizgar kiriye û bi kesayetên azad civakek nûjen ava kiriye.
Wekî encam li gorî nêrîna min baş diyar dibe ku hewcedariya wêjeya kurdî bi Kawayan heye! Divê nivîskariya kurdî wekî Kawa xwedî çakûçek (di roja îro de pênûs) azad be! Çawa ku Kawa bi çakûçê xwe li ser sindan hêsin di quta û teşeyeke estetîk dida hêsin, divê nivîskarên kurd jî bi pênûsa xwe li ser sindan wêjeya civaka xwe bi qute û teşeyeke estetîk bide wêjeya xwe da ku bi karibe civaka xwe azad bike!
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


Hin Nivîsen Nivîskar

HENEK

  • 02 Avrêl 2021

Vê nivîsê di 1’ê Nîsan/Avrêlê de dinivîsim. Heke ji rojan roj 1’ê Nîsanê be yekser rojevek tê bîra mirov, ew jî; henek e! Li...

NIVÎSKARIYA ZIMANÊ KURDÎ

  • 26 Pûşper 2021

Nivîskar, nivîskarî! Dema hin mijar di nav ramanên mirov de beloq dibin, êdî mirov nikare xwe ji wan mijaran rizgar bike. Heta ku mirov li ser wê mijarê xwe qanih neke dê ew...

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • 17 Gulan 2023

A rast ji devla pênûsê hewceye ez bibêjim klavyeya gêj, lê belê nivîs û pênûs bo ku bi hezar salan e rêhevalên hev in; dema nivîs-nivîsadin...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Parasite' xelata Palmiyeya Zêrîn bi dest xist

ad

Omer Dilsoz dibe mêvanê Cafe'mê

ad

Piştî 96 salan filmekî wî hat dîtin

ad

Fotoyê îro ev e, çima?

ad

Li gor mebûsên HDP'ê, dê HDP sedî çend dengan bigire?

ad

Min çi got rast derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname