logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
news-details

Min çi got rast derket

Dibêjin, “Aqilê her kesî derketiye bazarê, her kesî çûye aqile xwe kiriye.” Her kes ji aqilê xwe razî ye û her kes bi he

  • Dîrok: 16/12/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Osman Ozçelîk

Dibêjin, “Aqilê her kesî derketiye bazarê, her kesî çûye aqile xwe kiriye.” Her kes ji aqilê xwe razî ye û her kes bi her tiştî dizane. Tu kes nabêje, welleh min bi filan tiştî nizanî, min bîr nebir, ez xelitîm. 

Mirov lixwemikurhatinê wek kemaniyekê dibîne. Mirov ne neheqin ku wisa bifikirin. Gava mirovek di pêşbîniyeke xwe de, an di tevgereke xwe de şaşiya xwe bibîne jî, newêre li xwe mikur were. Dizane ku dê kesên li hember an civak bi xweşbîni lê mêze nekin, dê henekên xwe pê bikin, dê wî bikin mijara pêkenînê, dê wî biçûk bixin.

Ji ber wê ye ku mirov di mijarekê de şaş fikirîbe an şaşiyek kiribe û paşê fikra wî an pêşbîniya wî rast derneketibe, ji xwe re li hincetekê digere, sedema şaşiya xwe li hinekên din bar dike. Çimkî ew qet şaşiyan nake û her tim ew rast difikire, rast tevdigere.

Em hevoka, “min çi got rast derket,” pirtirîn ji devê siyasetmedar û rojnamegerên ku analîz û şîroveyên polîtîk dikin, dibihîzin. Bi rastî, di siyasetê de pêşbîniyeke di cih de; dikare gelek tiştan biguhere, rêya rast nîşan bide. 

Pêşbînî dikare bi riya ferasetê derkeve holê ku ev riyeke sehekî ye, hiskirin e ku ereb jê re dibêjin “Hîssîqablelvûqû” Mirov li ser mijar û bûyerên şênber, nikare pişta xwe bispêre sehekan.

Mirov dikare bi awayekî zanistî (scientific prevision) jî bibe xwediyê pêşbîniyekê. Mirov, li gor tecrube û daneyên teorîk; li gor zagonên pêşveçûnên şênber, dikare beriya ku biqewime ji bûyerên xwezayî an ji bûyerên civakî encamekê derîne, bibe xwediyê pêşbîniyekê. 

Pêşbîniyeke rast; zanîn û zekayê dixwaze, ramaneke kûr, daneheveke entellektuelî lazim e. Ango ji tûrikê vala pêşbîniyeke rast dernayê. Heke ne wisa be, pêşbînî dibe remilavêtin, dibe kehanet.

Her çiqas pêşbîniyên mirov li ser daneyên zanîstî hatibin avakirin jî, pêşbînî her car rast dernakeve. Çawa tevger û bûyerên xwezayê her dem dikare surprîzan bike, civak jî dikare pêşbiniyên herî xurt jî vala derxe.

Mirovên ku li ser her bûyerê, li ser her qewimînan pêşbîniyekê diafirînin û îdîa dikin ku pêşbîniya wan ji sedî sed rast e, hene. Psîkiyatrîst, helwestên mirovên wisa wekî tevgereke narsîzmê şîrove dikin. 

Hevalekî me yê wisa hebû. Wî bi her tiştî dizanî, li ser her bûyerê pêşbîniyeke wî hebû. Gava me ji wî re digot, “tu şaş î” xwe tore dikir. Li gor wî em kêmaqil, bîrnebir bûn. Hevalekî tirk ê elewiyê ji kevneşopiya çepgiriyê dihat. Bi hestên şoreşgerî tevli siyaseta me bûbû, bi dilsozî dixebitî. Partiyê qedrê wî digirt, peywirên bilind dida wî. Çawa be tirkekî dost bû.

Meha pûşpera sala 1996'an bû. Me kongreya duyemîn a HADEP'ê lidar dixist. Salona sergirtî tije bû, bi qasî salonê jî girseyek endaman li derve mabûn. Wekî her kongreyên me coşeke mezin hebû. Salon bi sloganan dihejiya. Ji nişke ve neh deh ciwanên bi rûpoş, posterên Ocalan û alên PKK'yê di destên wan de, li zemîna salonê bi sloganan dest bi meşê kirin. Coşa salonê gihîşt asta herî bilind. Serokê dîwanê Hikmet Fidan şiyarî neda ciwanan.

Serokê Partiyê Murat Bozlak li ser kursiyê bû. Çend ciwanan xwe gihandin ala dewletê ya ku ji jor ve hatibû darvekirin. Ala mezin bi ser serê dîwanê û serokê partiyê ve anîn xwarê, posterê Ocalan li şûna alê darvekirin. Provokasyonek eşkere hebû. Ne dîwanê ne jî Bozlak qet tiştek negotin, mîna ku tiştek nebûbe tevdigeriyan, rojeva kongreyê didomandin. Min Bozlak û Fidan şiyar kir ku vê provokasyonê bibînin.

Di navbera Xelîl û Celîl de, bêdeng man. Ji neçarî ez bi xwe derketim ser kursiyê, min bûyer şermezar kir. Televîzyonan bûyer bi zindî diweşand, benzîn li êgir dikirin, destavêtina “ala pîroz” li seranserê Tirkiyeyê dibû sedema înfîaleke giran.

Berî ku kongre biqede, polîsan salon dorpêç kirin. Em nêzî şêst rêvebirên Partiyê hatin kelepçekirin, berê me dan hucreyên polîsxaneyê. Em ê wekî rêveberên rêxistineke “terorîst” bihatina darizandin. 

Em vegerin ser mijara xwe. 

Ew hevalê me yê ku bi pêşbîniyên xwe navdar, di nav me girtiyan de bû. Fersenda ravekirina pêşbîniyê bi dest ketibû. Ji xwe ewle, rihet bû. Got: “Hevalino, qet meraq mekin, dê polis îfadeya me bigirin û me berdin.” Li gor wî dewlet hebû, hiqûq û edalet hebû. Em deh rojan man di hucreyên tarî de. Hevalê me pêşbîniyeke nû pêşkêş kir, vêca got: “Dê dozger îfadeya me bigire û me berde. Ma çi sûcê me heye?” Dozger, em hemî sewqî dadgeha sûcên gian kirin. Hevalê me pêşbîniyeke nû derpêş kir: “Meraq mekin dê dadger me serbest berde.”

Dadger, berê me da hepsxaneya “Elmadag” ê, ji me hinek jî şandibûn hepsxaneya “Ulucanlar” Me ji hevalê xwe pirsî: “Ka te digot em ê bêne berdan?” Bersiva wî maqûl bû: “Rojname û televîzyonan raya giştî ajîte kiriye, ji bo kerba gel deyne dadger biryara girtina me da. Dê parêzerên me îtiraz bikin. Va ye ji we re dibêjim, dê me berdin.” Îtîraza parêzeran fêde nekir.

Di hepsê de me bihîstibû ku, dema em di hucreyên polîsxaneyê de bûn, li Kayseriyê rêya endamên me yên ku bi erebeya xwe vedigeriyan bajarê xwe, hatiye birrîn, sê endamên me hatine kuştin. Bi alên sor û spî tevahiya bajaran hatiye xemilandin. Televîzyon ajîtasyona nijadperestî didomînin.

Polîsan ew xortikê 17-18 salî yê ku ala dewletê anîbû xwarê, girtibûn. Ne me, ne jî ciwanên partiyê, tu kesî ew xort nas nedikir. Paşê çi bi serê wî de hat, hîna jî em nizanin.

Hevalê me kêfxweş bû. Pêşbîniyeke wî ya nû hebû: “Waye sûcdar hat girtin, dê di rûniştina yekemîn de dadger me serbest berde.” Piştî sê mehan “dozname” ya dozger derket û hat ber destê me. Doznameyeke giran hatibû amadekirin. Diviya me jî parêznameyeke siyasî amade bikira.

Hevalê me digot, “Doznameyeke vala ye. Dê dadger guh nedê, dê me serbest berdin. Pêwistî bi parêznameya siyasî tune.” Mixabin Serokê Partiyê jî di heman fikrê de bû. Digot, “Em ê bêne berdan. Heke em parastineke siyasî bikin, dê me bernedin.” guh neda wan. Min û hevalekî parêzer, me dest bi nivîsîna parêznameya giştî kir.

Di rûniştina yekemîn a dozê de, em nehatin berdan. Hevalê me bi dehan sedem diafirand ku em ê di rûniştina duyemîn de werin berdan. Wî qet baweriya xwe ya bi edaleta dewletê winda nedikir. Li gor wî em kurd, bi pêşdarazî nêzî dewletê dibûn. Edalet hebû, hiqûq hebû. Digot, “Çima hûn wisa reşbîn tevdigerin, ez fam nakim.”

Berî rûniştina sêyemîn, heta rûniştina şeşemîn jî, wî her pêşbîniya xwe ya ku em ê bêne berdan domand û ji bo em qanih bibin ku pêşbîniya wî rast e, hezar delîl dida pêş. Berî her rûniştina mahkemê wî çenteyê xwe amade dikir ku em ê herin malê. Belê her car em diman di hepsê de. Hêdî hêdî hêviyên wî yên ku em ê bêne berdan dişikest.

Ji rûniştina heftemîn re rojek mabû. Hevalê me çenteyê xwe amade nedikir. Me got, “Çi bû heval? Çima tu çenteyê xwe amade nakî, em ê vê carê werin berdan”, got: “Na! Vana me bernadin.” 

Em piştî sê sed rojan, di rûniştina heftemîn de hatin berdan.

Di sohbetan de hevalê me digot: “Ev hevalên me yên siyasetmedarên kurd di afirandina pêşbîniyên siyasî de pir lawaz in. Min digot em ê bêne berdan, wan jî digotin, ‘Na!’ Min çi got rast derket, em hatin berdan.”

Em hatibûn berdan, lê dadgehê 223 sal ceza li me barand. Ên bereat kiribûn jî hebûn. Dadgeha bilind bi hinceta ku Partî bûye rêxistineke îlegal doz vekir. Dema HADEP hat girtin (2003) Me DEHAP vekiribû jî.

Hevalê me yê ku wî çi digot rast derdiket (!) Bi hinceta ku em siyasetmedarên kurd bi kêrî siyasetê nayên, îstifa kiribû, çûbû CHP'yê…
15.12.2019, Nûpel


Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Du nûçeyên ecêb

ad

Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê di rêza yekem de ye

ad

Pêşangeha li ser Wedat Aydin vedibe

ad

Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Mo Yan

ad

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

ad

Oscarên televîzyonê Emmy hatin belavekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname