logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Tirkên Iraqê, Kurdên Sûrî

  • Dîrok: 18/08/2012

Ji bo Tirkên Iraqê gaveke nû dest pê kir, lê ji bo Kurdên Sûrî?... Vane Tirkên Iraqê û Kurdên Sûrî...

Pêşî ez bibêjim, peyva "Tirkên Iraqê" û "Kurdên Sûrî" min taybetî hilbijartiye û ezê vê nivîsê ji ser van peyvan re bidomînim.

- Hejmara Tirkên Iraqê bi nîqaş e. Yên ku dibêjin 600 hezar kes in jî hene, yên qala 2 mîlyonan dikin jî. Zêdetir "Tirk" qala vê hejmara zêde dikin.
Hejmara Kurdên Sûrî jî bi vî awayî. Yên ku dibêjin hemara wan 2 mîlyon e jî hene, yên ku qala 4 mîlyonan dikin jî. Zêdetir "Kurd" qala vê hejmara zêde dikin.

- Tirkên Iraqê alfabeya Erebî bikar tînin. Hindik nivîskarên wan bi alfabeya Latînî dizanin û meyl lê dikin.
Kurdên Sûrî alfabeya Latînî bikar tînin. Lê ji ber ku zimanê dewletê erebî ye û dewlet alfabeya Erebî bikar tîne, Kurdên Sûrî jî mecbûr dimînin alfabeya Erebî jî bikar bînin, di karên fermî û tiştên wisa de. Bi gotineke din ew Latîniyê diparêzin, lê ji ber mecbûrî bi ya Erebî jî dizanin. Jixwe têkiliya Kurdên Sûrî bi kurdên bakur û kurdên li Ewropayê re jî heye û ev yek jî dike ku tercîha wan ya sereke bibe alfabeya Latînî; ev jî xalek din e û xalek baş e jî. Helbet digel hin sedemên din jî terciha alfabeya Latînî hatiye kirin.

- Tirkên Iraqê bi awayê nivîskî Tirkiya Tirkiyeyê bikar tînin.
Kurdên Sûrî jî bi awayê nivîskî nêzî kurdên bakur in.

- Zaravaya Tirkên Iraqê zaravaya "Başûrê Azerî" ye.
Zaravaya Kurdên Sûrî kurmancî ye, lê mirov dikare bibêje ji hemû devokên kurdî li nav Kurdên Sûrî peyda dibe. Lê piştî Hawarê ew di nivîsê de nêzî devoka Cizîra Botanê bûne.

- Tirkên Iraqê xwedî dibistanan in, bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin.
Kurdên Sûrî heta îro ne xwedî dibistaneke bi vî rengî bûn. Niha bi destê xwe hin dibistanên wisa vekirine, lê hê ev gava “berpêşî” ye.

- Tirkên Iraqê misilman in, wekî mezheb jî şiî û sunî ne.
Kurdên Sûrî jî misilman in, lê wekî mezheb piranî sunî ne. Ev jî heye: Di nav Kurdên Sûrî de parek kurdên êzîdî, hinek jî kurdên elewî hene (li Mabetlî li Efrînê).

- Stranên Tirkên Irakê li Stenbol û Enqereyê navdar in.
Stranen Kurdên Sûrî jî li Amed û bajarên din ên kurdan navdar in. Gelek hunermendên ji Kurdên Sûrî li parçeyên din di nav hunermendên herî navdar de cih digirin.

- Tirkên Iraqê ji dema Osmanî ve li wir mane; Ataturk ji wan re demekê "Bayat Turkleri" gotiye. Heyeta Îngilîz di Konferansa Lozanê de ji wan re gotiye "Tirkmen". Enqereyê di peymana Lozanê (1923) û peymana Enqereyê (1926) de gotiye "Tirkên Musilê". Piştî Ebdulqadir Qasim li Iraqê hat ser kar, êdî ji wan re got "Tirkmen" û wisa ma.
Piraniya kurdan ji Kurdên Sûrî re "Kurdên Binxetê" gotin. Di lîteratura siyasî de wekî "Kurdên Rojavayê Kurdistanê" û carinan wekî "Kurdên Başûrê Biçûk" jî hatin binavkirin.

- Tirkên Tirkiyeyê bi dehan salan hay ji Tirkên Iraqê nebûn. Kengê meseleye siyasî derket holê, yan Tirkiyeyê xwest wan li hemberî gelên din bikar bîne (mînak li hemberî başûr, yan di van demên dawî de li hemberî rojavayê Kurdistanê) wê çaxê hay ji wan çêbûn û çûn serdana wan.
Her çiqas kurdên başûr û bakur ji bo Kurdên Sûrî zêde tiştek nekiribin jî, her haya wan ji hev hebû. Kurdên Sûrî di nav hemû tevgerên kurdan de cih girtine. Ji aliyê wêjeyî ve jî têkiliya Kurdên Surî û kurdên parçeyên din her hebûye.

- Parlemena Iraqê, Tirkmen wekî "Sêyemîn gelê bingehîn ê Iraqa Federal" (01.08.2012, Milliyet) qebûl kir. Berdevkê Weqfa Kerkûkê yê tirkmen Mahîr Nakîp li ser vê biryarê wisa gotiye: "Bi vê biryarê hemû mafên siyasî, îdarî, çandî û perwerdehî yê tirkmenan ketiye bin ewlehiyê. Heta niha digel hemû giliyên me jî ev maf nehatibûn qebûlkirin lê êdî bi vê biryarê re digel Ereb û Kurdan, Tirkmen jî dê bibin xwedî mafên xwe yên di Zagona Bingehîn de." Her çiqas bi awayekî fermî Tirkên Iraqe nehatibûn qebûlkirin jî lê kesî ew înkar nedikirin.
Kurdên Sûrî heta niha ne ji aliyê rêveberiya Sûriyê, ne jî yên dibêjin em muxalif in ve hatine qebûlkirin. Her wiha heta niha rêveberiya Sûrî bi sed hezaran Kurdên Sûrî red kirine û bê nasname hiştine. Hê jî navê wan di tu zagon, yan peymanî de nîn e.

- Di serî de PDK û YNK, partiyên kurdan û partiyên Iraqê, Tirkên Iraqê red nekirine.
Kurdên Sûrî ji aliyê partiyên li Sûrî ve her hatine redkirin. Hê jî yek ji nûnerên (yê Tirkiyeyê) Konseya Neteweyî ya Sûriyê (ew bi xwe endamê Birayên Misilman e) wisa digot: "Sûriye ji Esad rizgar bibe, xala yekemîn dê ev be: 'Komara Erebî ya Sûriyê'."  (CNNTurk, 2012)

- (li gor biryara li jor me qal kir), (1) Bajar û herêmên ku Tirkên Iraqê lê zêde ne, dikare yekîneyên girêdayî Teşkîlata Polîsan a Federal a Tirkmenan ava bike. (2) Nifûsa Iraqê sedî 75-80 ji ereb, sedî 15-20 ji kurdan û sedî 2-3 ji tirkmenan pêk tê.
Kurdên Sûrî hê jî bi tu awayî ne xwedî biryareke wisa ne.

- Tirkmenên Iraqê dikarin ji dewleta Tirkiyeyê yan dewleteke din a Tirkan piştgiriyê bigirin, digirin jî.
Kurdên Sûrî hê jî nikarin alîkariyeke xurt bigirin, bes her tiştî bi rêxistinbûna xwe ya xurt dikarin bikin. Ku bi desxistina hin bajarên kurdan* jî mînakek wisa ye.

- Rêveberiya Tirkiyeyê ji bo Tirkên Iraqê her tiştî wekî maf dibînin, mafên wan diparêzin, Wezîrê Karên Derve dişîne wê derê...
Heman rêveberî Kurdên Sûrî wekî neyar dibîne, dixwaze destkeftinên heyî jî ji destê wan bigire.

Wekî encam:
Tirkmenên Iraqê bi awayekî fermî mafên xwe bi dest xistine.
Kurdên Sûrî, bi hêza xwe dest daniye ser herêma xwe (beşek jê), dixwaze mafê xwe bi dest bixe, lê ji aliyê fermî ve hê ji aliyê tu dewletê ve nehatine qebûlkirin, ne diyar e dê bêne qebûlkirin jî yan na. Lê ev jî diyar e: Kurdên Sûrî ji vir bi paşvetir gav navêjin.


cemilo@diyarname.com

 

*Ji bo vê xalê hûn dikarin li nûçeyên Diyarnameyê, di beşa NÛÇE de binêrin. 

Têbinî: Ji bo nivîsê beşa Tirkên Iraqê min ji Wîkîpedîa û hin ajansan sûde girt. Ji bo Kurdên Sûrî jî Helîm Yûsiv alîkarî min kir. Ez ji sipasiya wî dikim.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şimikên Şêx Seîd

  • 23 Avrêl 2007

Na, ne gotinên wî, ne serhildana wî, ne cihen ku têre derbas bûye, ne jî heybeta wî. Tenê şimikên Şêx Seîd. Ev gelek li xweşa min çû.Wisa dest...

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • 29 Tîrmeh 2026

Em pêşî hinek qala yên xwe bikin, di dawiyê de emê li ser 'çima'ya vê nivîsê rawestin. Wisa bifikirin: Hunermend Tara Mamedova derketiye ser dikê, berî stranên xwe bistrê pirtûka Celadet Alî Bedirxan di dest...

Ji nû ve: 'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'

  • 20 Adar 2014

Îro salvegera wefata nivîskar û helbestvanê kurd ê êzdî Çerkezê Reş e. Sala 2006'an de ew dê biçûya Amedê û beşdarî Konferansa Ziman...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Erdogan: Dê osmanî û kurdî bibe dersa hilbijêr

ad

Saksafonkarê navdar Dibango ji coronayê mir

ad

Romanek nû “Reş” li fûara pirtûkan e

ad

Bi we dilê zarokek hêjayî çend welatan e?

ad

Mehek derbas bû, hê gavek pêş ve neçûye

ad

Li gundekî Torê pere û kirde

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname