logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li gundekî Torê pere û kirde

Li ser pirsa hevalekî xwe, ez îro lê fikirîm ka pere li hawîrdora ez jê me, kengî weke nirxa sereke ya kirrîn û firotinê

  • Dîrok: 20/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Li ser pirsa hevalekî xwe, ez îro lê fikirîm ka pere li hawîrdora ez jê me, kengî weke nirxa sereke ya kirrîn û firotinê hatiye bikaranîn. Ji ber ku nirxên pevguherînê di avakeriya hunerî, îfadeya çandî û hilberîna aborî de jî diyarker e, rastî bêhemdî bala min çû ser meseleyê. Heta bi salên 60´î jî li devera ku malbata min jê ye, ji bo pevguherînê ya esas hilberîna ji erd, zevî, rez, werz, baxçeyan hatiye hilanîn bûye. Li navendên navçeyan, li bajaran dibe ku rewş ne ev be, lê navçe û bajar jixwe cihê ji sedî 10´ê serjimarê bû hingê. Li cem vê ya esas, li kêlekê pere jî hebû, lê pere ji bo tiştên diyar ên weke tivingê yan jî hin tiştên din bû ku hilberîna wê tenê li navçe yan jî bajaran dibû. Helbet heger kesê hilberandî ew tişta xwe di ber nîsk, dims, mewîj û beniyan de nefirotana.

Xaniyê ku kalikê min li gund beriya qederê 70 salan daye çêkirin û çîroka wê di nava vê hizrê de hat bîra min. Bapîrê min ê rehmetî, xwe li dirûtina cilan diqewimîne. Ji bo vê mekîneyeke dirûnê dikire (nediyar e ka pere pê dane yan tiştekî din pê guheriye). Ew bi vê mekîneya hanê, dest bi dirûna cilûbergan dike. Hem jî li gundekî 60-70 malî.

Heta hingê cilûbergên Kurmanciyê (helbet yên devera me) xelkê li xwe dikirin û ew jî bi pevguherîna li jor min behsa wê kirî yan jî bi tevnên li malê, li gund hatî danîn, dihatin hûnandin û dirûtin. Tişta ku vê mekîneyê kirî, ne tenê karekî bêguneh bû; helbet, ew nebaya jî ya ku wê bibûya, wê bibûya, lê bi xêra wê, ez rehettir dikarim bibînim, ka tiştekî piçûk tesîreke çawa mezin li tevahiya awayê hilberînê yê berê kariye bike.

Xelkê gund û gundên derdorê diçûn bajêr û dihatin, yanî hajê wan ji cilûbergên bajariyan hebû, ji bo mêran nexasim jî şal û sakoyên wan. Gava mekîne hat gund, û bapîrê min jî xwe li terzîtiyê qewimand ya ku guherî ne ew bû ku pere bi carekê kete bazarê, lê zehniyeta ku pere lazim dike, êdî weke qijnikekê bi xelkê ve hêdî hêdî digirt.

Ez vegerim ser meseleya xênî; bapîrê min bi hosteyekî keviran re li hev dike ku temamê kevirên xênî bibirre di ber dirûna şalekî bajarî de. Ev bazar diçe serî, yê kar dike helbet bapîrê min e. Jixwe, ew zêde li gund nema û berê xwe da bajêr, cihê ku wî yê bazarên xwe êdî hema hema tenê bi pere bikira. Gundê jê hatibû, bixwe derengtir wê evqasî biketa ber bayê pere de, lê xelkê gund êdî, hêdî hêdî berê xwe wê bidana bajarê ku li bazara wê bêhtir tişt hebûn û ji bo pevguherînê jî pere diviyan.

Di vê bazara li jor de em nelitayêhevbûna nirxan rast tên. Şalê bajarî ku hosteyê keviran dixwaze jê re bê çêkirin jî ya rastî ne pêdiviyek e, bi her awayî semboleke statuyê ye. Pevguherîna berê ku xwe dispart pêdiviyên bi rastî, gava hêdî hêdî cihê xwe ji pêdiviyên çêkirî re hişt, êdî pevguherîna şênber a ku esas bû, diviyabû cihê xwe yê esasî ji pere re bihêle. Pere jî di rastiyê de “sozeke” hilberînê ye. Yanî ehdek e û wê yan bi cih bê yan jî wê bibe deyn. Ji metal, kaxetê ber bi dîjîtalbûnê ve, ya ku pere herî zêde bi kêra wê tê, desthilata(ên) navendî û vê dawiyê jî sermayeya bê hed û hidûd berhevkirî bû û hîna jî wisa ye.

Kirdeyên pevguherînê, ku berê kirriyarên hayjixweheyî bûn, niha veguherîne nesneyên ku ne pêdiviyên xwe diyar dikin, ne jî tercîh dikin. Neçar in û tên ajotin ji bo peydekirina wî pereyê ji bo pêdiviyên ku li ser (çêkirina, belavkirina, diyarkirina nirxê) wan ti tesîra wan nîne.

Axir, di nava “cehaleta” serdemên beriya me de, kirde ji me kirdetir bûn. Îro em nesneyên bê serî ne ku nirxê xwe di nava xwe de dinepixînin û bi peyvên xweşlihevhatîanîn û maqûliyeteke sermayeya civakî û zanistî li ferdbûna çendekan xwedî derdikevin. Di rastiyê de ferdên civakekê ji ber pêdiviyê ferdên wê civakê ne. Helbet ji ber vê, civakan kariye çend ferdên xwe bikin qurbanî jî. Lê ev kirdebûna wan a di nava pirraniya civakên berê de tine nake. Bi heman rengî ferdbûna çend kesan jî nesnebûna pirraniya ferdên civaka roja me ya îro tine nake. Doh û îro ya xelkê 600 ta 700 salan dihewîne, lê ez lê dinihêrim ya me 60 ta 70 sal in li gundan, 150 ta 200 sal in li bajaran.

20.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Foto: Ridvan Başkurt
**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon:  0212 -6266455, info@davetiyeonline.net 

   

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li hemberî derbeyê meşek pêk tê

ad

‘Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê’ derket

ad

Bîrnebûnê got 87

ad

‘Eşkiya’ û ‘Her Şey Çok Guzel Olacak' bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

ad

'Zrîng'ek nû derket

ad

Stenbol ji bo 1'ê Gulanê li Bakirkoy e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname