Diyarname
Du fîlmên sînemaya Tirkiyeyê bi navê "Eşkiya" û "Her şey çok guzel olacak" dema hatibûn nîşandayîn gelek hatibûn ecibandin. Niha her du jî bi awayê restorekirî ji nû ve têne nîşandayîn.
EŞKIYA
"Eşkiya" (Eşqiya) fîlmê derhêner Yavuz Turgul e. Şener Şen û Ugur Yucel serlîstikvaniya wî dikin. Fîlm sala 1996'an hatibû kişandin û li Tirkiyeyê gelek hatibû ecibandin û temaşekirin. Fîlm wekî klasîkek fîlmê tirkî ketiye nava sînemaya Tirkiyeyê.
"HER ŞEY ÇOK GUZEL OLACAK"
"Her şey çok guzel olacak" (Her tişt wê hê xweştir be) di sala 1998'an de hatiye kişandin. Fîmê ku derhêner Omer Vargi kişandiye, Cem Yilmaz û Mazhar Alanson serlîstikvaniya wî dikin.
Her du fîlm 6'ê vê mehê ji nû ve dikevin vîzyonê.


