Evîn…
Carinan du çavên di kerînekên xwe de du dinya!
Carinan jî… bişirînek, bi lêvên reng-Seydakûj: erxewanî…
Carinan jî bejn û balek, husn û cemalek, meşeke ordek ordek, qitikî…
Yan jî bi gotina gelerî, ‘ya Rebî ne bixwim ne vexwim, hima ji xwe re li wê binerim.’
Min jî carekê nêrî, û çavên min bi wê nerînê re mîna ku ava reş bi wan de were xwarê name keseke din dîtin!
Dîtin ew dîtin…
Pêşiyên min ên aqilmend û dilmend belasebeb negotibûn, ‘çav dibîne, dil dihewîne’!
Jixwe ku te dît û te hewand û te deriyê dil vekir û te ew ezimand, êdî tu hêz nikare wê/wî biqewirîne?
Evîna herî dilêr, dildariya herî eşkere û wêrekane –ya şerkerên azadiyê li hêlekê- bi taybetî dildariya jinê ye di stiran û çîrokên gelerî/xelkê de xwediyê cihekî girîng.
Mînak; stirana Besnayê…
Ciwanikê, eyan beyan mêrê xwe yê kal red dike û doz û dawê dike ku dildarê wê Hesenê Mala Mûsa, ji êvarî heta destê ferecê têkeve ser can û cesêdê wê, û wê biqulipîne vî alî, wî alî…
Ya stirana Delal? Ya ku Aramê Tigran dibêje û bi gotina xwe re mirov dihelîne:
De hey lo, lo delal…
Xanima ku gazî delalê ber dilê xwe dike, ji hêlekê de sîngûberê xwe yên altûzî pêşkêşî wî dike, li rexê din amade ye ku ‘rûnê himisa’ li ser nanê delaliyê malê bike, tew…beranê sorî nizanim çawa jî bi gorî serê wî bike!
Evîn e…
Evîn xwedayîn e.
Evîn xwepêşkêşkirin e.
Evîn fermkirin û destûrdayîna talankirina milk û dil û bedênê ye…
Yan jî kurt kurmancî, mîna sifreyekê xwe raxistin e ji hev re, ‘bîhna xwe li hev deranîn’ e, ku me jî wêriya û em rabûm di ‘Eroûtîka’yê de me got:
heçî eşq e b’ tahb û sahb e
jankêşiyek e, weyyy gidî!
mîna min te jî dil dabe,
biborê, tu ê xwe jî bidî!(1)
Ne ‘xwedayîn’bûya evîn, çi îşê Şêxê Senanî hebû li devê deriyê Qeranê Darayê, ku Feqiyê Teyran, heyran heyran 313 çarîn li dû radûna bûyera Şexê ‘diltenik’ yek li dû yekê rêz kir:
……………………...
Qameta sekran û mestan
Horiya lu’lu di destan
Birme dêra xaçperestan
Xelweya xumxane tê (2)
Xelweya xumxane…?
Hez ayîn e!
Şêxê ku pênc sed mirîd li dû, piştî nezerekê, yanî bi çavên serê xwe dîtina qîzê, dide dû qîza qeran û qîma xwe tîne ku bo xatirê ‘horiya lu’lu di destan’ heft salan gavantiya berezan (3) bike.
Weeeyyy li min dilrebenî…
Ez jî dibêjim şa’ir im!
Bala we kişandibe, ne bi tenê di şi’îra klasîk de, her wiha di ya gelerî de jî evîn, dildarî pîrozwer e û bi stiran û çîrokên berdest ji hêla gel/xelkê ve hatiye ‘teqdîskirin’!
Li gorî pirtûka dawî ya pîroz Xweda erş û ferş bo Mihemed Mistefa afirandibe jî; dinya bi çavên evîndaran xweşiktir e.
Dinya di hembêza evîndaran de hêdî hêdî, bi hêminî digere!
Dinya bi hezê xweşîktir dibe.
Hez rıhê jiyan û jiyînê ye.
Hez keskesora xwezayê ye.
Hez hêz e, hêz hez e; ku seydayê min û kalê min Cegerxwîn rabûye gotiye:
Canan taleb in hin ji boyê can
Hin cantaleb in ji boyê canan
Hin wesleheb in ji rengê Tajdîn
Hin derdeguzîn wekî Mem û Zîn…(4)
Piştî ku seydayê min û kalê min evînê wisa ji hev tîş dike/vediqetîne, mîna ku bibêje ‘binêrin binêrin, nebe nebe hûn bixapin’, wan malikên li jêr bi ser ve zêde dike:
Aşik û bulhewes cuda ne
Hin faîdexwaz û hin fîda ne.(5)
Faîdexwaz û fîdakar/xwegorîker?
Du tiştên bi qasî serî û binê dinyayê ji hev dûr in!
Ya ne dûr, ya ku em her roj lê diwarqilin û di ber de ev dused sal e bi çiyan dikevin, tevdilivin û diqilqilin, heza welatekî ye…
Bi min heza herî mezin a gewre…û ev çend bi heval û hogir û şirîk, bêşik ev hez e ku xort û qîzên avirkêr, dildilêr û evîndar wekî Leyla û Mecnûn bi çol û çiyan dixe!
Ji welatekî hezkirin gelek caran mirin e, pirê caran sirgûn e, carinan jî bi salan pala xwe dayîna hîmekî ye; tik û tenê di nava çar dîwarên rûsar û sik û sar de…
Mirovekî/a ku karibe heza welatekî di dilê xwe de bihewîne, bihimîne, bijîne… dikare hemû hezên heyî têxe genciniya hezê, yanî dil!
Û dil têrî çi nake?
Me dilê xwe da te, welat!
Me xwîna xwe da te, me canê xwe!
Umrê xwe me da te welat, me umrê xwe!
Tu ê jî ji me hez bikî welat, tu ê jî!
1- Erotîka,A.Arî, Wş.Lîs
2- Feqiyê Teyran, Ey avê Av/Şexê Senanî, Wş.Ens.Kurdî ya Stenbolê
3- Ji Çîroka gelerî ya ku di nava gel de dihat gotin,li herêma Mêrdînê
4- 5- Mem û Zîn, Ehmedê Xanî
Têbinî: Spas ji nûçeya Diyarnemeyê, ‘Cezaya çêkirina gorekê 15 meh ceze ye’ re, ku bû sedemê vê nivîsê binivîsim!


