logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

8 fîlm para vê hefteyê ne

Vê hefteyê pirengiya fîlman xwe nîşan dide. Lê di nav van 8 fîlmên vê hefteyê de herî balkêş "Charlie li ser kar e" ye.

  • Dîrok: 29/02/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Diyarname
Vê hefteyê binavê "Plajda"', "Benimle Evlenir misin?'', "Charlie li ser kar e", "Guh bide dilê xwe'', "Çav", "Oyunbozan", "Mij", "Hazan Mevsimi / Bir Panayir Hikâyesi". Di nav van de yê herî balkêş "Charlie li ser kar e."

***

Charlie Îş Başinda
(Charlie Bartlett)

Derhêner: Jon Poll
Lîstikvan: Robert Downey Jr., Hope Davis, Anton Yelchin...
Cure: Komedi / Dram
Sala Kişandinê: 2007

Fîlmê Jon Poll "Charlie Bartlett" bi navê "Charli li ser kar e" li Tirkiyeyê ket vîzyonê. Fîlmê herî balkêş ê vê hefteyê ye. Xwendekarekî lîseyê yê kurê dê û bavekî ji hevqetiyayî lê dewlemend ji lîseya taybet tê avêtin û diya wî, wî li lîseyeke dewletê qeyd dike.
Ev kurikê jîr û biaqil dê li lîseya dewletê rehet nehêle, bi ser de jî tiştên ku dixtorê wî yê taybet jêre bibêje ewê were li tiwaleta dibistanê wekî dixtorekê li ser hevalên xwe de bikar bîne. Dê bi ser bikeve jî. Û hebên ku bi dixtorê xwe dane nivîsandin dê li dibistanê bide firotin: Hem pere kar bike, hem bibe lehengê mezin ê xwendekarên ciwan ku aqilê wan bihostek li hewa ye.
Û meseleya evînê, hevşabûna yekem a ciwanekî dê were xwe li dilê Charli Bartlett bide... Lê ger bavê keçikê midûrê dibistanê be?
Fîlmê ku mîzah, komedî, aqil, serhildan û anarşîzmê di nava xwe de dihebîne ji bo fêmkirina hestên ciwanan, ji bo fêmkirina veqetîna dê û bavan ku tesîrê li zarokan jî dike fîlmeke serketî ye. Û lîstikvaniya fîlm jî baş e. Ji ber van taybetiyan em "Charlie Bartlett" dikin fîlmê hefteyê û pêşniyarê we dikin.

  Fragman:

 

 


***

Plajda (Li Plajê)

Derhêner: Murat Şeker
Lîstikvan: Tuba Unsal, Guçlu Yalçiner, Gurgen Oz, Sarp Apak...
Cure:  Komedî
Sala Kişandinê: 2007

Gurgen Oz û Sarp Apak ku di rêzefîlmê 'Avrupa Yakasi' de performanseke serketî nîşan dabûn ew performansa xwe anîne "Plajda" pêşkêş dikin. Ali (Sarp Apak) û Can ( Gurgen Oz) ku di Şanogeha Zarokan de dilîzin di heman demê de hevalên hev ên malê ne, xeyala wan ew e ku di fîlmekî sînemayê de bilîzin û hem navdar bibin, hem pere kar bikin. Lê kar wisa ne hêsan e. Beşdarî partiyeke dibin bêyî vexwendîbin. Di derketina ji wir a bê hêvî de li otoparkê dibin şahidê pevçûneke tilyakfiroşan... Û xirecir ji wir û pêde dest pê dike. Fîlmê komedî ji xurtbûna naverokê wêdetir bi lîstikvaniya xwe balê dikişîne.

***

Kalbini Dinle (Guh bide dilê xwe)
(August Rush)

Derhêner: Kirsten Sheridan
Lîstikvan: Robin Williams, Keri Russell, William Sadler...
Cure: Dram / Muzîkal
Sala Kişandinê: 2007

Gîtarjenekî jîr û karîzmatîk ê îrlandî û çelîstek delal li Washington Square ya li New Yorkê rastî hev  tên, lê ev ne rasthatineke û şevek ji rêzê ye.
Evên ku bûne xwedî kêliyeke efsûnkar dê ji hev dûr bikevin lê zarokek biçûk dê wan bîne cem hev: Zarokê êtîm August Rush ku li kuçeyan karê muzîkê dike ku ji aliyê hêzeke efsûnkar ve tê parastin. Augustê biçûk her ku diçe hêza xwe bi her kesî dide pejirandin.

***


Benimle Evlenir misin?
(27 Dresses)

Derhêner: Anne Fletcher
Lîstikvan: James Marsden, Malin Akerman, Katherine Heigl, Edward Burns...
Cure: Romantîk / Komedî
Sala Kişandinê: 2008

Fîlmê derhêner Anne Fletcher "27 Dresses" li Tirkiyeyê bi navê "Benimle Evlenirmisin?" (Tu bi min re dizewicî?) ketiye vîzyonê.
Jane her çiqas eşkere neke jî ji patronê xwe hez dike, lê xwişka wê xwe bera dike û dilê patronê wê zeft dike. Li ser vê yekê Jane fêm dike ku li cihekê şaşî kiriye û ji nû ve tevgerên xwe ji ber çavan re derbas dike.
Di dolaba wê de 27 qat cilên cihê hene, dest bi wan dike. Ew dawetan organîze dikin. Di dawiyê de dê organîzeya daweta xwe de çi bikin? Dê çerxa felekê kengê ji ku vegere...

***
 
Goz (Çav)
(The Eye)

Derhêner: David Moreau
Lîstikvan: Jessica Alba, Parker Posey, Alessandro Nivola...
Cure: Dram / Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2008

Sydney Wells li Los Angelesê viyolonjenekî ye lê ji ber ku di zarokatiya xwe de qezayeke derbas kiriye kor bûye. Fîlm li ser Sydney derbas dibe. Ew emeliyet dibe lê bi vê yekê re gelek tişt diguherin. Ji heval û malbatê dûr dikeve, çavê ku anîne li çavên wî dane jêre deriyeke din vekiriye.

***

Hazan Mevsimi / Bir Panayir Hikâyesi (Serdema Payîzî / Çîrokeke Panayirê)

Derhêner: Mehmet Eryilmaz
Lîstikvan: Zumrut Erkin, Erol Tezeren, Halil Kumova...
Cure: Dram / Romantîk
Sala Kişandinê: 2007

Çîroka du kesên ji hev bêhêvî hez dikin li panayirekê derbas dibe. Çîroka Cemalê ku di çêkirina avahiyeke ku nêzî panayirê de ye dixebite û çîroka stranbêj Nurşen ku li panayirê dixebite...
Her du jî kokên wan ne li cihekê hatine avêtin. Her du bêkok in, bê cih û war in...

***
 
Oyunbozan
(The Game Plan)

Derhêner: Andy Fickman
Lîstikvan: Brian J. White, Roselyn Sanchez, Walter Salles...
Cure: Malbatwarî / Komedî
Sala Kişandinê: 2007

Fîlmê Andy Fickman ku bi navê "Oyunbozan" ket vîzyonê li ser çîroka Joe Kingman (Dwayne Johnson) ê lîstikvanê navdar yê Futbola Amerîkayê derbas dibe. Ew dewlemend, populer e û bi xwe tam bawer e; xwe ji bo maça şampiyoniyê amade dike. Lê Joeyê ezeb bêyî hay jê hebe hîn dibe ku bavê keçikek biçûk e. Û jiyana zarok û maça şampiyoniyê tevlihev dibe...

 ***

Olduren Sis (Mijê ku dikuje)
(The Mist)

Derhêner: Frank Darabont
Lîstikvan: Laurie Holden, Marcia Gay Harden, William Sadler, Thomas Jane...
Cure: Hêrsdar / Xeyalê Zanistî
Sala Kişandinê: 2007

Mijeke ku wekî ji  dinyayeke din hatibe bi ser navçeyê de digire  û tirs dadikeve nava bajêr; her kes direve marketekê. Di nav gel de David Drayton û kurê wî yê biçûk Billy jî hene.

***

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 29 08 2026

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

news
  • 28 08 2026

Jurî 'Belgefîlman' û 'Kurtefîlman' eşkera bî

news
  • 19 08 2026

Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

news
  • 18 08 2026

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev

news
  • 14 08 2026

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê

news
  • 07 08 2026

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

ad

Komeleya Nivîskarên Kurd piştgirî da nivîskar Dilbihar

ad

Dema maçên Super Lîgê û Kûpaya Zîraatê diyar bûn

ad

NY'ê hejmara kesên di şerê li Sûriyeyê de mirin eşkere kir

ad

Albumeke nû: 'Kilomên Arxawûn'ê tên

ad

Qedexeya ser muzîka kurdî bi stran û govendê hat şermezarkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname