Diyarname
Hunermend Ayfer Duzdaş vê carê bi projeyeke din, bi stranên herêma Arxawûnê hat. Duzdaş li herêma Meletî li derdora Arxewûnê stranên bi kurdî yên wê derê dane hev û di albumeke de bi cih kirine.
Duzdaşa ku berê bi kedeke mezin albuma "Ji Xorasanê heta Çorûmê Newayên Kurdên Elewî” albumeke cihêreng û serketî pêşkêş kiribû, vê carê klamên derdora Meletî, herêma Arxawûnê dane hev û bi navê "Kilomên Arxawûn"ê amade kiriye. Ji bo nasandina albumê roja 1'ê meha pêşiya me konsere danasîna albumê li dar dixe.
Konser dê roja 01.10.2022, roja şemî saet 19.00 doe li Navenda Çanda Kent a Cemil Candaş a li Şîşliya Stenbolê li dar bikeve.
Ji bo têkilî:
0535 891 3061
.jpg)


