Cîgirên Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û îdrîs Baluken bi daxwaznameyek serî li meclisê da, navên hemû mebûsên xwe pêşkêş kir û xwest meclis destnedana wan a mebûsiyê rake.
Duh Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan HDP tehdîd kiribû û ji dozger daxwaza vekirina dozê kiribû. Dozgerê jî ji bo destnedana Demirtaş bê rakirin fezleke şandibû meclisê. Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş duh gotibû yên ji we bitirsin bila bibin wekî we û gotibû ew bixwe serî li meclisê bidin. Û îro Buldan û Baluken serî li meclisê dan.
Her wiha CHP'ê jî piştî vê helwestê bang li Meclisê kir ku destnedana wan jî rakin.


