Diyarname
Çînê di warê fûtbolê de gavên mezin avêtin, lîstikvanên herî navdar dikire, ji bo hinên din gavan diavêje...
Salên borî Katar, welatên ereb ku li Îngilistanê tîmên fûtbolê dikirîn navdar bûn, lê ji par ve êdî nav û deng di warê fûtbolê de ji Çînê tê.
Tîmên fûtbolê yên Çînê par gelek lîstikvanên navdar bi gelek pereyan transfer kirin.
Vaye hin notên li ser fûtbola Çînê:
- Tevez çû Shanghai Shenhua
Lîstikvanê ji Arjantînê Carlos Tevez transferê (meha borî) tîma Shanghai Shenhua bû. Carlos Tevez dê salane 37 mîlyon Euro bigire ku bi vê yekê bû lîstikvanê ku li dinyayê herî zêde pere digire.
Rojnameya The Sun bi meaşê Tevez hin danhev çêkir û got; Ew 911 heb Porsche Carrera bikire dîsa meaşê wî zêdetir di dest de dimîne.
Oscar 24.7 mîlyon Euro digire
- Lîstikvanê fûtbolê Oscar ji tîma îngilîz Chelsea transferê tîma Çînê Shanghai Sipg bû. Oscar salane tam 24.7 mîlyon Euro dê bigire ku bi vê bû lîstikvanên ku li Ewropayê herî zêde pere kar dike. Bi vê Oscarî Ronaldo jî, Messi jî li dû xwe hişt. Tê gotin ku ji bo Oscar Chelsea jî dê 70.5 mîlyon Euro pere bigire.
Hulk 19.6 mîlyon Euro digire
- Lîstikvanekî din Hulk ku ew jî transferê tîma Shanghai Sipg bû. Hulk ji tîma Shanghai Sipg ku tîma Şangay a Çînê ye salane 19.6 mîlyon Euro digire.
50 hezar heb seha
- Li Çînê di sala 2016'an de 5 hezar heb dibistanên fûtbolê hatin vekirin û di sala 2025'an de hedef ew e ku ev hejmar bibe 50 hezar.
- Li welat 11 hezar sehayên fûtbolê hene û di nav 3 salan de dikin ku vê derxin 70 hezar hebî.
- Teknîk dîrektorê spanyolî
- Tîmên jêrîn ên Çînê van deman zêdetir teknîk dîrektorên ji Spanyayê bi rê ve dibin.
Meha reşemî muhîm e
- Li Çînê serdema transfermê meha reşemî yanê meha pêşiya me de vedibe. Tê gotin ku dê gelek lîstikvanên din ên navdar berê xwe bidin Çînê. Li Çînê serdema nû ya fûtbolê di meha adarê de dest pê dike.
- Ji Tirkiyeyê lîstikvanê Galatasaray Burak Yilmaz par di meha reşemiyê de transferê tîma Çînê Beijing Guoan bûbû. Yilmaz ji bo 4 salan îmze avêtibû û salane 8 mîlyon Euro pere digire. Lîstikvanê Beşîktaşê Demba Ba jî par transferê Çînê bûbû.
Tîmên Super Lîgê
- Di tîma Super Lîg a Çînê de 16 tîm hene. Vane ew tîm:
Guangzhou Evergrande
Jiangsu Suning
Shanghai SIPG
Shanghai Shenhua
Beijing Guoan
Guangzhou R&F
Hebei China Fortune
Chongqing Lifan
Yanbian Funde
Tianjin Teda
Liaoning FC
Changchun YaTai
Henan Jianye
Shandong Luneng
Hangzhou Greentown
Shijiazhuang Ever Bright


