Diyarname
Îro ji bo Lîga Ewropayê ya UEFA'yê û Lîga Konferansê ya UEFA'yê pişke hat kişandin.
LÎGA EWROPAYÊ
Pişke li Monakoyê hat kişandin. Lê bernameya rojên lîstina maçan heta 30'ê mehê dê bê eşkere kirin.
Li gor bernameyê maçên yekem ên Lîga Ewropayê rojên 16-17'ê rezberê wê bêne lîstin. Her tîm wê 4 maçan li mala xwe, 4 maçan li derve bilîze, Maçên lîga 8 hefteyî wê roja 28'ê rêbendana 2027'an temam bibe.
Ji 36 tîmên vê lîgê yên ji 1'emîn heta 8'emîn raste rast dê derbasî Dora 16'an bibin. Yên 9'emîn heta 24'emîn wê bi hev re maçên play-offê bilîzin û 8 tîmên bi ser bikevin dê tevî yên din derbasî Dora 16'an bibin. Li vir rêgez ev e; yên 9-16'emîn wê bibin reqîbên yên 17-24'emîn.
Maça fînalê ya Lîga Ewropayê wê roja 26'ê gulana 2027'an bêne lîstin.
Ji Tirkiyeyê tenê tîmek di vê Lîgê de heye: Beşîktaş.
Reqîbên Beşîktaşê wisa çêbûn: Leverkusen (D),Marsilya, Celtic (D), Union Saint-Gilloise, Omonina (D), Crystal Palace, Hoffeinheim (D) û Hapoel Beer Sheva.
LÎGA KONFERANSÊ
Ji bo Lîga Konferansê jî îro pişke hat kişandin. Di vê lîgê de her tîm 3 maçan li mala xwe, 3 maçan li deplasmanê dilîze.
Bi temamî 36 tîm hene. Maçên yekem ên vê lîgê wê roja 15'ê kewçêra 2026'an bêne lîstin û 17'ê berfanbara 2026'an temam bibin. Maça fînalê ya vê lîgê wê roja 2'yê pûşpera 2027'an li Stada Beşîktaşê ya li Stenbolê bê lîstin.
Ji Tirkiyeyê tîma Trabzonê di vê lîgê de wê bilîze. Reqîbên TS'ê ev in: Freiburg (Almanya), Stêrkasor (Sirbistan), KuPS (Finlandiya), Hearts (Skoçya), Jablonec (Çekya) û CSKA Sofya (Bulgaristan).


